Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Asayîşa PDK’ê 4 rojin derketina welatiyên Mexmûrê qedexe kiriye

Asayîşa PDK’ê piştî bûyera 17’ê mehê a li Hewlêrê qewimî, 4 roje nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûrê derbikeve. PDK destûrê nade nexweşên giran jî ji bo tedawiyê derbasî nexweşxaneyên Hewlêr bibin

Di 17’ê tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamek konsolosxaneya Tirkiye û 2 kesên din hatin kuştin. Li gorî nuçeya ROJNEWS’ê piştî bûyerê rêyên Hewlêr-Kerkûk-, Hewlêr- Silêmanî û Hewlêr -Mexmûr li trafîkê hatin girtin. Hemû rêyên din li trafîkê vebûn. Lê ji bo şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê qedexe didome. Asayîşa PDK’ê nexweşên giran jî din av de, 4 roj in nehalê kes ji şêniyên Mexmûrê derbasî Hewlêrê bibe. Rojane bi sedan karker ji bo kar berê xwe didin Hewlêrê. Ji ber bê derfetiyê bi dehan nexweşên giran jî ji bo tedawiyê diçin Hewlêrê. Lê heta niha Asayîşa PDK’ê bê ku sedemek nîşan bide, nehiştiye tu welatiyên xelkê wargeha Mexmûrê biçin Hewlêrê.

16 jinên ciwan binçav kirin

Asayîşa Hewlêrê piştî kuştina endamê konsolosxaneya Tirkiye, bi ser malên jinên ciwan ên ji Wargeha Mexmûrê ku li Hewlêrê kar dikirin de girtin. Şeva 18’ê tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Mexmurê yên li Hewlêrê kar dikirin de girtin. Di serdagirtinan de alavên malan hemû hatin serobinkirin û 16 jinên ciwan hatin binçavkirin. Ji ciwanên ku hatine binçavkirin, 11 kes di saetên nîvro de hatibûn berdan. 5 kesên din jî duh bi şev hatin berdan.

Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dabûn, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê tirkî di axivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kîne, hûn alîgirên PKK’ê ne”.  Piştî bûyerê rojekê balafirên TSK’ê carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrîşa balafirên TSK’ê de 2 kesên sivîl birîndar bûn. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar