Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Asayîşa PDK’ê der barê Silêman Ehmed de agahî nade

Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed ji beriya 165 rojan de revandiye û ji wê rojê ve tevî hemû hewldanan tu agahî jê nayên girtin.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 165 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Dosya di destê Asayîşê de ye

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye. Reşîd destnîşan kir ku li gorî xala 19’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, divê parêzerê her girtiyekî hebe û bêyî parêzer tu kirarî nayên kirin. Reşîd, got: “Asayîşa Dihokê û hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi awayekî aşkere Destûra Bingehîn binpê dikin. Em amadekariyan dikin ku serî li Dadgeha Federe ya Iraqê bidin. Asayîş û hikûmet destûrê nade em hevdîtinê bikin û her tim hinceta ‘li vir nîne, lêpirsîn hêj bi dawî nebûye’ nîşan didin. Hemû hewldanên me bêencam man. Em ê di demekî herî kin de ji bo Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdanê bikin. Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome.”

Koma Parastina Sileyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.

Rêveberiya PDK’ê bêdeng e

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar