Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Asayîşa PDK’ê ekolojîstê swîsreyî di vegera Rojava de binçav kir

Navenda Nûçeyan |

Ekolojîstê swîsreyî yê 20 salî ku ji bo piştgiriyê bide Şoreşa Rojava û cihê xwe di nava projeyên ekolojîst de bigire sala 2019’an çû herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roja yekşemê ji bo vegera Swîsreyê çû başûrê Kurdistanê lê belê li bajarê Dihokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve  hate binçavkirin. Ciwanê swîsreyî hefteyeke li Hewlêrê binçavkirî ye.

Parêzerê ciwanê navborî Olivier Peter agahî da Ajansa Nûçeyan a Swîsreyê Keystone-ATS û diyar kir ku muwekîlê wî hefteyeke li Hewlêrê di bin çavan de ye û helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê rexne kir. Parêzer Peter anî ziman ku muwekîlê wî ekolojîstek bû di nava komên çep ên Swîsreyê de cih digirt û ragihand ku muwekîlê wî ji bo piştgiriyê bide projeyên ekolojîst ên li Rojava çûye herêmê.

Parêzer Peter diyar kir ku muwekîlê wî roja yekşemê dema ku dixwest vegera Cenevreyê li Dihokê hate destgîrkirin û anî ziman ku rayedarên başûrê Kurdistanê sedema binçavkirina muwekîlê wî jî binpêkirina sînor û bêpasaportbûnê nîşan didin û wiha got: “Rast e muwekîlê min dema ku ji sînor derbas bû pasaporta xwe winda kir lê belê rayedarên kurd ên bakurê Iraqê meha sibatê ya derbasbûyî vîseya muwekîlê min nû kirin. Ev agahî li ber destê wan heye. Nasnameya muwekîlê min dikare bi hêsanî bê îspatkirin. Lewma binçavkirina muwekîlê min nayê qebûlkirin. Vê rewşê bi rageşiya navbera rayedarên kurd ên bakurê Iraqê û Rojava ve girê didim.”

Parêzer Peter diyar kir ku haya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ji mijarê heye û rayedarên swîsreyî têkildarî mijarê têkilî bi rêveberiya başûrê Kurdistanê ve daniye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar