Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Aşîtî: Divê partiyên kurd ji hev bawer bin û yekitiya xwe ava bikin

Serokê giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî got ku neteweyîbûn hewcehî ye û ola îslamê jî li dijî vê nîne. Aşîtî diyar kir ku yek ji astengiyên herî mezin a li pêşiya yekitiyê bêbaweriya di navbera partiyên kurdan de ye û da zanîn ku divê ev rewş bê derbaskirin

Partiya Azadî bi Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê (Înîsiyatîfa Azadî) di hezîrana 2012’an de dest bi rêwîtiya xwe ya siyasetê dike. Piştî ku Înîsiyatîfa Azadî parçe bû jî Partiya Azadî di hezîrana 2019’an de hate damezirandin. Partiya Azadî navê xwe ji Rêxistina Azadî ya di serdema raperîna 1925’an a Şêx Seîd digire. Li ser xeta îslamî siyaseta xwe birêve dibe û Kurdistaneke serbixwe diparêz e. Sazûmankar û serokê giştî yê partiyê Ayetûllah Aşîtî di medreseyên kurdî de perwerdehî dîtiye û bi salane siyasetê dike. Aşîtî têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê kurd û xebatên di vê mijarê tên kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji Mehmet Şah Oruç re nirxand.

Ayetûllah Aşîtî ku di xebatên yekitiyê de cih digire anî ziman ku ‘Ola îslamê li dijî neteweyîbûnê nîne’ û wiha domand: “Neteweyîbûn hewcehî ye. Di roja me de têgeha neteweyê cuda tê fêmkirin. Netew û netewperestî tiştên ji hev cuda ne. Mînak îdo tirk dibêjin ‘Bextewarim ku tirk im.’ Ya ku jê re dibêjin netewperestî ev e. Ango xwe li ser her kesî re dibînin. Cihê vê di îslamiyetê de nîne. Peyxemberê me yê dilovan vê yekê rexne dike. Xwedayê dilovan dibêje; ‘Ol ji bo ku kêmasiyan ji holê rake derketine.’ Em jî dibêjin ku îro kêmasiyên kurdan gelek in. Ji bo vê yekê jî xebatên me û bangên me ji bo rakirina kêmasiyan e.”

Bêbaweriya di navbera partiyan de

Di berdewamê de jî Aşîtî destnîşan kir ku kurd ji ber dijminatiya tirk, ereb û farisan nekarîn bibin yek û wiha pê de çû: “Ziman û çanda me qedexe dikin.  Çanda kurd û Kurdistanê parçe parçe kirine. Ne em, yên zalim ev in. Divê êdî kurdên misilman şiyar bin. Bila malbat pişta hev bigirin. Ger ku kurd amade bin ji xwe îro dinya ji bo kurdan amade ye. Oldar dibêjin; ‘Ger kurd bibin dewlet dê îslamê ji bîr bikin.’ Ev feraseteke şaş e. Çima ji bo her kesî dewlet heye lê ji bo kurdan nebe. Her çiqas kurd ji bo yekitiyê dereng mabin jî divê hemû rêxistinên siyasî ji bo yekitiyê gav bi avêjin. Astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiyê, bêbaweriya di navbera partiyên kurdan de ye. Ger ev rewş çareser bibe dê avakirina yekitiyê hêsantir bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar