Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Asiye Elçîçek: Ew çi bikin jî dê nikaribin bi me

Asiye Elçîçek a ku piştî 5 salan cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt bi lêv kir ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze bi wan bi paş ve gavê bide avêtin û wiha got: “Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin. Ew çi bikin dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin ji tirsa xwe dikin.”

Di 14 û 15’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marûnis a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera endamên HPG’ê-YJA Starê û leşkerên tirk de şer û pevçûn derketibû. Di pêvçûnê de endama YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo), Berna Yalman (Hîra Hêvîdar), Guler Ozbey (Nûpelda Sêrt), Azad Satilmiş (Azad Zagros) û Tûgay Çelîk (Reşît Hogir) jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê agahî da malbata Elçîçek, malbat yekser çû Colemêrgê û testa DNA’yê kir. Piştre jî cenazeyê Elçîçek bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatibû definkirin. Du roj berê jî Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Li ser vê yekê malbat çû Stenbolê. ATK’ê, cenazeyê Elçîçek di torbeyekî şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê kir. Dayika Elçîçekê, Asiye Elçîçek a ku cenazeyê keça xwe di qartonê de girt, axivî.

Dayik Elçîçek anî ziman ku tişta hatiye kirin îşkenceye û wiha axivî: “Dema ku agahiya şehadeta wê ji me re hat ez ewilî çûm Şirnexê. Min li Şirnexê xwîn da. Pişt re ji min re gotin, ‘DNA hev negirt û cenaze ne li gel me ye here ji xwe re lê bigere’ Ji wê demê ve me jî xwe ker kir. Piştre jî miduriyeta polîsan a Colemêrgê li me geriya û got, ‘Herin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê cenazeyê we li wir e’ Ez ewilî çûm Colemêrgê û min kaxiza destûrê ya dozgeriyê stend û ez çûm Stenbolê. Piştî me kirariyên xwe yê li vir pêk anîn ji me re gotin, ‘wesayitên xwe nêz bikin’ me nêz kir û me û malbata din cenazeyên xwe xistin wesayitên xwe. Hestiyên wê di qartonê de dan me. Piştî ku em hatin Edeneyê me li wir cenaze kefen kir û xiste darbestê û me anî vir û sparte axê.”

‘Xwedê mala neyaran xerab bike’

Elçîçek, diyar kir ku wê cenazeyê keça xwe bi serbilindî girt û got: “Çima sala ewilî we cenazeyên zarokên me neda me? Çima hê birîna me gerim we cenazeyê me neda me? Çima piştî 5 salan şûnde we cenaze da? Ew 5 sal bûn ez li heviya cenazeyê keça xwe bûm. Min her digot, ‘xwezî min cenazeyê keça xwe bidita’ kezeba me şewitî. Xwedê mala neyaran xerab bike. Dema ku min cenazeyê keça xwe bi wî rengî standî ez xemgîn bûm lê ji aliyekî ve jî keyfxweş bûm. Çimkî hin dayikên ku bi salan e hestiyên zarokên xwe nedîtine hene. Min cenazeyê xwe anî malê ev ji min re serbilindî bû. Dema ku li ber morgê jî bûm, min got, ‘ez qurbanê van cenazeyan bim’ polîs li dora me kom bûn lê tiştek nekirin.”

Elçîçek, bi lêv kir ku ew ê tu carî serê xwe netewînin û ev tişt got: “Bi Xwedê ew çi bikin em li ser doza xwe nayên xwarê. Em ji doza şehîdên xwe nayên xwarê. Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin. Ew çi bikin dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin jî ji tirsa me dikin. Bi xwedê ew çi bikin jî ew nikarin bi me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar