Ji bo hevdîtin û civînên li ser Sûriye û Rojava, van her sê bajaran deng vedan. Lê dengvedanek bêxêr. Ji ber ku hemû civînên wan, neserkeftî derbas bûn û bê encam dawî bûn.
Li gor saloxan, wezîrên derve yên dewlata Îranê Zarifî û dewleta tirk Çavuşoglu, roja 1’ê sibata 2021’ê li Stenbolê li hev rûniştine û biryar dane ku her sê dewlet ew ê 16-17’ê sibatê li Soçiyê kom bibin.
Weke tê zanîn, Rûsya, Tirkiye û Îran, ev her sê dewletên xwedêgiravî garantor û xêrxwazên Sûriyeyê ne, li Astana 14 civînên nexêrê û ne bioxir û lewma neserkeftî pêk anîne. Îca niha ew ê dewama van civînan, ji bo “xêrxwaziya” Sûriyeyê û ji bo pirsgrêkên wê çareser bikin, ew ê civîna 15’an li Soçiyê li dar bixin!
Jixwe her kes dizane ku van dewletan rast nabêjin. Ji ber ku ne xêrxwarz lê şerxwaz in û ne ji bo berjewendiyên Sûriyeyê yan welatekî yan gelekî li hev dicivin, berovajî, ji bo berjewendiyên dewletên xwe dicivin û bazarê dikin. Ji vî alî ve jî di siyaseta wan de, aliyên nakok ji aliyên hevbeş pirtir in. Lewma civînên wan jî serkeftî nabin û ev a 15’an jî ya 16’an jî nikarin bi serkeftî bin.
Civînên Cenevreyê jî wisa ne. Pir dişibin hev û lewma ew jî bi ser nakevin. Civîna 5’an a Komîteya Makezagona Sûriyeyê, di 25-29’ê çileyê de hat lidarxistin û ew jî bêencam ma.
Erê gelek sedemên biserneketina van civînan hene lê sedemek sereke û girîng, beşdarnekirina nûnerên xwediyên Şoreşa Rojava ye. Ev rêveberiyek wisa ye ku deh salan li dijî kevneperestiyê û bi taybetî hêzek dijminê mirovahiyê weke DAIŞ’ê şikandiye û ewqas sal in ji bo 6 milyon însanan Rêveberiyek Xweser a Demokratîk ava kiriye. Eger nûnêrê vê îradeyê, li Cenevreyê beşdarî civînên wisa yên di bin ala ME’yê de pêk tên nebe, tu encamên rasteqîn û peymanên mafdar pêk nayên. Ger ku pêk werin jî nabe derman û çare ji bo pirsgirêkan. Berovajî pirsgrêkan hîn xurtir û mezintir dikin. Rojnameya navdar a Rûsyayê Izvestiya jî, vê sedemê destnîşan dike.
Li ser Sûriyeyê bi giştî û li ser Rojava bi taybetî, siyasetên van dewletan cuda cuda ne. Her yek ji wan dixwaze para mezin a Sûriyeyê bi dest xwe ve bixin. Yên ji despêkê ve li axa Sûriyeyê û Rojava xwedî hêz û xwedî gotin in; DYA, Rûsya û Îran in. Vê dawiyê Tirkiye jî kirin hevpar û dagirker. Lê weke xwedî îrade û gotin, hêza derve DYA û Rûsya ne. Tirkiye bi temamî li gorî DYA’yê, Îran jî bi giranî li gor Rûsyayê dimeşe.
Bi taybetî li ser Rojava, li gorî siyaseta wan a aşkera ne gelekî ji hev dûr in; her du jî dibêjin em îradeya Şoreşa Rojava ya gelê kurd nas dikin; Rûsya bi sistayî be jî dibêje “Xweseriyek Çandî”, DYA jî hema hema dibêje weke statûya federe ya li Iraqê û hwd.
Li ser siyaseta van dewletan, gelek dîtinên nêzî hev ên pisporên herêmê hene. Weke mînak ji van çend kes wisa dibêjin:
John Bolton ê Şêwirmendê Ewlekariya Netewieyî ya Amerîkayê dibêje; ji bo çareserkirina pirsgrêkên Rojhilata Navîn, yekane rê; avakirina dewleta kurdan e! Divê kurd bibin serbixwe. Li Iraqê rêveberiya Bexdayê hema nîne, ya heye di bin bandora Îranê de ye û jixwe li Başûr, referanduma serxwebûnê jî hatiye çêkirin û pejirandin û hwd.!
Akademisyen Prof. Alî Poyraz Gurson û Korgeneral Ismaîl Hakki Pekin jî dibêjin; ew ê statûya Rojava jî bibe weke statûya Başûr! Zemîna vê li Rojava xurt e û amade ye û hwd!
Her çendî rastiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, heta radeyekê tê qebûlkirin jî, lê her kes an hêz an dewlet, objektîf li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin û wisa siyasetê didin meşandin. Eger neçar nemînin pergala heyî ya Rojava napejirînin, ew ê hez bikin li gorî siyaseta xwe statûyekê bibînin, ew jî; bi bingehîn statûyek di bin bandora Başûr de yan jî pêve girêdayî, ji bo xwe bixêrtir dibînin!
Niha wa ye tê dîtin ku civînên hevgirtinê yên navbêna PYNK û ENKS’ê dîsa hatiye destpêkirin. Li ser vê hewldanê jî, bandora giran a wê şîroveya li jor heye. Helbet a herî rast, li hember hemû siyasetên ne rast û ne li rê, xurtkirina îradeya gel e.