Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Aştî li ser parastina cewherîn wate digire

Yanzdeh sernivîsên berî vê hewl dane bi awayê pênaseya pirr kurt ên derbase pênase bikin bê ka xwezaya civakî bi çi cûre pirsgirêkan ve hatiye fetisandin. Paradîgma û zanisteke civakî ya watedar, ancax eger li ser bingeha van pênaseyan tehlîl bêne kirin û bersiv bêne hilberandin, wê wate di xwe de wergirin. Nexwe, wê ti cewaziya wan nemîne ji retorîk (hunerên gotinê ku serweriyê vedişêrin) ên lîberal û kevneşopperest (gerdîşperest). Encama hevbeş ku ez gihîştimê ew e ku di çavkaniya pirsgirêkên civakî de bandor, serwerî û mêtingeryên yekbûyî yên yekdestiyên zordest û mêtinê dirazin (hene), bi armanca kedxwarina xwezaya civakî (hebûna civakê) bi gelemperî û derfetên aborî yên ku nirxa-bermayî hildiberînin, bi taybetî. Bêhtir ji razanê, hebûna wan a herî şiyar mijara gotinê ye. Pirsgirêk çavkaniya xwe, ne ji xwezayê (xwezaya yekemîn) digirin û ne jî ji ti sedemeke dîtir a civakî digirin.

Civak nikarin hebûnên xwe yên cewherîn bidomînin, eger exlaqê û polîtîkaya civakî nebin, ku tevn werdigirin weke sedemên heyînê, ji bo meşandina di wateya giştî û kolektîv de karûbarên hevbeş ên civakê. Nabe ku awayê asayî (normal), anku heyîna civakê, bêexlaq û bêpolîtîka be. Eger tevna cewherîn a exlaq û polîtîka ya civakek di rewşa nepêşketî de be, yan jî hatibe kûd(kotromî)kirin, çepandin (jirêkirin) û felçkirin, mirov dikare bêje ku ew civak dagirkerî û mêtingeriya yekdestiyên cûrbecûr ên desthilatî û dewletê dijî. Lê, domandina heyîna xwe bi vê şêweyê biyanîbûn û xiyaneta cewherîn e li heyîna xwe: her wisa hebûna weke kerî, têkber (eşya) û mal û mulk di bin serweriya yekdestiyan de ye. Civak di vê rewşê de xwezaya xwe ya cewherîn wenda dike;  şiyanên xwe yên civaka xwezayî, yan hunda dike, yan jî wan dide civitandin (pûçkirin); her wisa dibe mêtingeh, heta, ya xirabtir, bi her tiştê xwe ve weke mijara mulk, xwe ji rizîn û tunebûnê re diterikîne. Di dîrok û roja me ya îro de gelek civak hatine çavdêrîkirin ku diguncin li gel vê pênaseyê.  Yên hatine rizandin û tunekirin, qatbiqat zêde ne ji yên hîn jî li ser piyan in.

Dema civak bikeve rewşeke wisa ku nikaribe saziyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên pêwîst ji bo domandina xwe ava bike, wan bide xebitandin û wan erkdar bike, tê wateya ku hatiye girtin nava dewsandeka (cendereya) zordestî û mêtinê. Vê yekê, ‘rewşa şer’ e. Her wisa mirov dikare dîrokê pênase bike weke ‘rewşa şer’a şaristaniyan li hemberî civakê. Dema ku exlaq û polîtîka nikaribin erkên xwe bikin, tenê yek karekî dimîne ku civak karibe bike: Parastina Cewherîn. Rewşa şer, rewşa nebûyîna aştiyê ye. Lewre, aştî, dikare ancax li ser bingeha parastina cewherîn wate wergire. Aştiya ku parastina wê ya cewherîn nebe, dikare ancax bibe derbirrana/îfadeya radestî û koletiyê. Aştiya bêparastina cewherîn, ku lîberalîzm wê li gelan û civakan di roja me ya îro de ferz dike, bi taybetî ew leyîstoka ku jê re tê gotin ‘hêmînî-aramî (îstîqrar) û lihevhatina demokratîk’, ji rewşa dapaçîna (sergirtina) serweriya çîna burjuwa, ku bi hêza çêkdar a heya qirika xwe bi rengekî yek-alî tê meşandin, anku ji meşandina nuxaftî ya rewşa şer wêdetir ti wateya wan tine ye. Pênasekirina aştî bi vê şêweyê, weke hewldana herî mezin a serweriya sermayeya bîrdozî derdikeve pêşberî me. Lê, di dîrokê de bi navê ‘têgînên pîrozkirî’yên bi şêweya guherdetir, xwe derbirrîne. Ol di vî milî de bi têgînan barkirî ne. Bi taybetî olên şaristanîkirî, wisa ne.

Pêkanîna aştiyê, ancax dema ku parastina cewherîn a civakan, lewre karakterê civaka exlaqî û polîtîk bê strandin û saxlemkirin, dikare bigihîje wateya xwe ya rasteqîn. Pênaseya aştiyê ku bi taybetî mijûliya mezin a Michel Foucoult jî da pêwîstkirin, ancax bi vî rengî dikare derbiraneke civakî ya pejirîner wergire. Arastekirinên wate yên li derveyî vê, wê ti wateya wan nebe, ji bilî ku aştî bi navê hemû komcivak û gelan bibe dafikek û rewşa şer bi awayê şêweyên nuxaftî her berdewam bike û biçe. Peyva ‘aştî’, di mercên modernîteya kapîtalîst de, peyvekê wisa ye ku bi dafikan barkirî ye. Dema bi rengekî rast neyê pênasekirin, bikaranîna wê pir bi fikare ye. Eger em careke din wê pênase bikin; aştî, ne bi tevahî rakirina ji holê ya rewşa şer e û ne jî rewşa bûyîna hêminî (îstîqrar) û nebûna şer a di bin serdestiya aliyekî de ye. Di şer de alî hene. Serdestiya misoger a aliyekî mijara gotinê nîne û pêwîst e nebe. Ya sêyemîn ew e ku çek têne bêdengkirin li ser bingeha pejirandina xebitîna saziyane ya exlaq û polîtîkaya cewherîn a civakê. Van  hersê mercan, hîmên aştiya rêgezane ne. Eger aştiyeke rasteqîn xwe nespêre van mercên rêgezî, tu wateya wê nîne.

Eger em van hersê mercan hinekî vekin; a yekemîn, tê pêşbînîkirin ku alî bi tevahî bêne bêçekdarkirin. Îdeayên wan çi dibin bila bibin soz didin ku tenê bi çekan êrîşî hevdu nekin. Li pey serdestiya çekdarî nagerin. Dipejirînin ku rêzdarbin ji maf û derfetên hev re, ku xwe di bin ewlekariyê de ragirin. A duyemîn; serdestiya dawînî (nîhaî) ya aliyekî ne mijara gotinê ye.Belkî hêminî û aramiyeke bidestxistî di bin serdestiya çekan de hebe, lê ev rewş, nikare weke ‘aştî’ were binavkirin. Aştî dikare were rojevê di rewşa ku, kîjan alî (mafdar-nemafdar) dibe bila bibe, bi rengekî berhemberî bipejirînin ku şer rawestînin, bêyî bidestxistina serdestiyê (ya bi rêya çekan). A sêyemîn; alî dipejirînin ku di çareseriya pirsgirêkan de rêzdarbin ji xebitîna saziyane ya exlaqî (wijdanî) û polîtîk a civakan re (dîsa, rewşa wan çi dibe bila bibe; du alî, civak yan jî desthilat). Mercê ku jê re tê gotin ‘çareseriya siyasî/polîtîk’, di vê çarçoveyê de tê pênasekirin. Tu agirbest, ku çareseriya exlaqî û  polîtîk di xwe de wernegire, nikare weke ‘aştî’, were şîrovekirin.

Siyaseta demokratîk, di bin van mercên rêgezane yên aştî de, girîngiyeke jêveneger werdigire û bi vî rengî dikeve rojevê. Dema saziyên exlaqî û polîtîk ên civakê bixebitin, pêvajoya ku weke xwezayî derdikeve holê, dibe pêvajoya siyaseta demokratîk. Derdorên ku aştiyê hêvî dikin, her wisa divê zanibin ku, tenê dema polîtîka li ser bingeha exlaqî rola xwe bilîze, wê vê yekê karibe were bi serxistin. Di dema aştiyê de, pêwîst e herî kêm aliyekî di şûngeh (pozîsyon)a siyaseta demokratîk de be. Nexwe, ya were kirin, wê ji bûyîna ‘lîstoka aştî’ ya bi navê yekdestiyên, wêdetir neçe. Siyaseta demokratîk di vê rewşê de roleke jiyanî dilîze. Pêvajoyeke watedar a aştî ancax  ji alî hêzên demokratîk ve, li gel hêzên li hemberî wan ên desthilatî yan jî dewletê,  di bin diyalogê de dikare were jiyîn. Jê pê ve, ew e ku şerkerî (yekdestî), bi awayê rawestandina pevçûnan bi rengekî berhemberî, her didomin û diçin. Westana ji şer, her wisa zorî û dijwariyên lojîstîk û aborî hene. Eger vana bêne derbaskirin, şer dewam dike heya serdestiya aliyekî bi temamî were pêkanîn. Ji van şêweyan re nayê gotin ‘pêvajoya aştiyê’; mirov dikare ji wan re bêje agirbestên ku ji bo şerên hîn tundtir têne îlankirin. Girîngiyeke rêgezî ye ku agirbestek ji bo karibe bibe aştîxwaz, rê li ber aştiyê veke û were girêdan bi hersê mercên ku me wan hejmart.

Di be ku di şer de rewşên wisa jî çêbin, weke yekcarna hatiye dîtin, ku aliyê parêzkar ê cewherîn (ên di şûngeha mafdarî de ne) jî serdestiya dawînî (nihaî) bidest bixin. Tew di vê rewşê de jî, ji bo aştiyê wan hersê mercan neguherin. Eger mirov yekser bibeze desthilatî û dewleta xwe ava bike û di bin vê desthilatî û dewletêde hêminî yê çêbike, weke di sosyalîzma pêkhatî û gelek şerên mafdar ên rizgariya netewî de hatin dîtin, nabe ku vê yekê bibe aştî. Vê carê, di şûna hêzeke biyanî (yekdestîperest) de, hêzeke herêmî  (beşa jê re tê gotin kapîtalîzma dewletê yan jî burjuwaziya netewî), tê bicîkirin. Tevî ku jê re bê gotin ‘desthilatiya sosyalîst’ jî, rastiya sosyolojîk naguhere. Aştî, weke rêgez, ne diyardeyeke wisa ye ku bi raseriyên desthilatî û dewletê, were bidestxistin. Dema ku desthilatî û dewlet, bi kîjan navan dibe bila bibe (ferq nake ku burjuwa, sosyalîst, netewî û ne-netewî be) raseriya xwe bi hêzên demokratîk re parve neke, aştî nakeve rojevê. Aştî, di tehlîla dawî de, lihevhatina mercdar a demokrasî û dewletê ye. Çîrokên vê lihevhatinê jî bi dirêjiya dîrokê dem û ciyên mezin digirin. Di gelek dem  û cî de hatiye ceribandin. A rêgezî û demdirêj jî heye: her wisa ya ku, bêyî ku hîn hubir  (murekeb)a wê ziwa bibe, xira bûye jî heye. Civak, ne tenê pêkhatî ji damezrîna desthilatî û dewletê, dijîn. Çiqasî qadên wan tên tengkirin, bila bêne tengkirin; heya bi tevahî (ji kok ve) neyên tunekirin, bi ser dikevin ku, di bin nasnameyên xwe yên cewherîn ên exlaq û polîtîka de, jiyana xwe bidomînin. Belkî jî ev rastî ye ku di dîrokê de nehatiye nivîsandin, lê awayê bingehîn ê jiyanê ye.

Nûçeyên Têkildar