PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Asya Abdullah: Armanc dagirkirina hemû parçeyên Kurdistanê ye

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li hemberî Rojava şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, meşeke lidar xistin. Di meşê de endama Koordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah axivî û diyar kir ku armanca dewleta tirk dagirkirina hemû parçeyên Kurdistanê ye

Êrîşên dewleta tirk bi hovîtiyeke mezin li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên hov ên dewleta tirk, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya bi ser Kantona Qamişloyê daketin qadan û helwesta xwe li hember êrîşên dewleta tirk bi meşekê nîşan dan.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad a li navenda navçeyê dest pê kir û li pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Koodînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah axivî û wiha got: “Armancê Tirkiyeyê li ser herêmê zelal e, ew hewl dide çeteyên DAIŞ`ê bide vejandin û hewl dide bigihêje çeteyên xwe, piştî ku HSD`ê ew têk birin.”

Abdullah diyar kir ku armancên artêşa tirk a dagirker û serokê wê Erdogan hene hewl dide ku li herêmê pêk bîne û niha hewl dide ji Rojava û heta hemû parçeyên ên Kurdistanê pêk bîne.

Di axaftina xwe de Asya Abdullah destnîşan kir ku artêşa tirk û çeteyên wê heta niha biryara agirbestê pêk neanî ne, heta niha herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike, ev yek jî îdia û derewên siyaseta Tirkiyeyê ji herêmê re û paşguhkirina helwestên navneteweyî radixe ber çavan.

Her wiha endama Koodînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku bi hev re li dijî destwerdana Tirkiyeyê bisekinin û siyaseta wê ya dagirkirinê vala derxin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar