Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Atak a girtî: Ji xeynî berxwedanê rêyek din tune ye

Emîne Atak, dayika Necla Atak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê 102 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku keça wê gotiye: “Desteka dayikan, desteka kesên li derve û desteka civakê pir girîng e. Ji xeynî berxwedanê alternatîfeke me ya din tune ye.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin 140 roj in didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî 102 roj in didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Necla Atak e. Atak, ji Gevera Colemêrgê ye û di 17’ê cotmeha 2017’an de hatiye grtin û nêzî 200 sal ceza jê re tê xwestin. Atak, li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê 102 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Dayika Atak, Emîne Atak, xwest demildest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Keça min got, êdî tecrîd veguheriye rewşeke cuda û ew mecbûr mane li dijî tecrîdê têkevin greva birçîbûnê. Wexta bi me re diaxive moral dide me. Ji me re dibêje, ji bo tecrîd bi dawî bibe diviya ew têkevin greva birçîbûnê.”

‘Ji xeynî berxwedanê wekî din tu rê tune ne’

Datik Atak, anî ziman ku keça wê gotiye: “Desteka dayikan, desteka kesên li derve û desteka civakê pir girîng e. Ji xeynî berxwedanê alternatîfeke me ya din tune ye.” Ataka bilêv kir ku keça wê mafdar e û wiha got: “Wexta zarokên me biçûk bûn û helîkopteran gund guleberan dikir, me xwe dixist ber keviran. Ciwanên gund, li pêy panzêrê dihatin kişandin. Hîn jî ew zilm û zext didomin. Loma divê em li ber xwe bidin.”

Atak diyar kir ku dengê civakê yê ji bo grevên birçîbûnê ne pir bilind e û ev tişt got: “Li her derî bêdengî heye lê belê li cihekî wekî Geverê ez fêm nakim çima bêdengî heye. Berê li kuderê cîhanê zilm li kurdekî bihata kirin Gever qebûl nedikir lê niha bêdeng e. Ev nayê qebûlkirin.”

Atak anî ziman ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de di asteke krîtîk de ye û ji bo mirin çênebin divê her kes tev bigere. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar