Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

ATK’ê ji girtiyê mehek emrê wî maye re got ‘Mehek piştre were’

Bijîşkên nexweşxaneyê piştî kontrola tenduristiyê, ji girtî Nîzamettîn Yilmaz re got ku pişika te îflas kiriye. Yilmaz ji parêzerên xwe re got ku bijîşkan jê re gotiye ‘tu herî zêde dikarî mehekî yan jî salekî bijî.’ Yilmaz rewşa ji ATK’ê re vegot û xwest ku bê berdan. Lê ATK’ê randevû ji bo mehek piştre da

Girtiyê bi navê Nîzamettîn Yilmaz yek ji girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketibû greva birçîbûnê ye. Yilmaz li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin û di 1’ê adarê de dest bi çalakiyê kiribû. Yilmaz li ser banga Ocalan jî dawî li çalakiya xwe anîbû. Piştî bidawîbûna çalakiyê, Yilmaz ji ber nexweşiya pişikê ya kronîk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê sewqî nexweşxaneyeke Amedê hatibû kirin. Yilmaz piştî kontrolê jî di 30’ê adarê de careke din veguhastibûn girtîgehê.

Li nexweşxaneyê piştî kontrolkirina rewşa tenduristiyê ya Yilmaz, bijîşkan destnîşan kir ku pişika Yilmaz îflas kiriye. Yilmaz li girtîgeha ku lê tê girtin gelek caran pirsgirêka bênefesiyê dijî û talûkeya xeniqîna Yilmaz heye. Di hevdîtina bi parêzeran re jî Yilmaz agahiyên girîng dan. Yilmaz daxuyand ku bijîşkan jê re gotine; ‘Tu mehek an jî herî zêde dikarî salekî bijî.’

Malbata wî neçarî koçberiyê hat kirin

Yilmaz ku pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê hene, ji bo ku bê berdan ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora ku ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ xwest. Lê ATK’ê ji bo mehek piştre randevû da Yilmaz. Yilmaz ku bavê 4 zarokan e ji 28’ê adara sala 2018’an ve girtî ye û li gel birayê xwe Şerafettîn Yilmaz di heman girtîgehê de dimîne. Hevjîna Yilmaz jî bi heman îdiayê hate darizandin û ceza lê hat birîn. Ji ber vê yekê jî neçar ma û tevî zarokên xwe ji welat koçber bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar