Komeleya Jinan a Demîr Levlebî bi dirûşma ‘min ji xeyalên xwe aştî çê kir’ Atolyeya Aştî Xeyal a Jinan dide destpêkirin
Komeleya Jinan a Demîr Leblebî ku li Enqereyê ye bi dirûşma ‘min ji xeyalên xwe aştî çê kir’ projeya ‘Atolyeya Aştî Xeyal’ dide destpêkirin. Dê atolye di 11’ê çile de dest pê bike û heta 17’ê çileyê dewam bike. Armanca projeyê ew e ku çanda aştiyê berbelav bike. Wê ev proje li hemû bajaran bê çê kirin û wê pêşî li Mêrsînê dest pê bike.
Avakara atolyeyê ya Mêrsînê Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakiyî (SES) a Mêrsînê Ozge Goncu diyar kir ku dê bi vê atolyeyê xebatên aştiyê bidin destpêkirin û hewl bidin li her derî belav bikin.
‘Dê jin aştiyê bînin’
Goncu da zanîn ku di 11’ê çileyê de wê du atolyeyan çê bikin û li her atolyeyê 15 kes hebin û diyar kir ku piştî atolyeyê wê panel û pêşangehan jî lidar bixin û sedemên şer nîşan bidin û wiha got: “Aştî ne ew tişt e ku mirov li bendê be. Aştî hêdî hêdî li tevahiya civakê berbelav dibe. Aştî, tenê ne ji bo deverên şer û pevçûn lê hene. Îjar ên ku wê çanda aştiyê jî pêk bînin di serî de wê jin û bi giştî jî wê mirovahî be. Çimkî yên şer derdixin feraseta mêr e. Li dor maseyan rûdinên û ji bo şer biryaran digirin. Lê dê jin aştiyê bînin.”
Goncu destnîşan kir ku divê aştî pêşî li herêman pêk bê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em fikirîn em ê li mala xwe, li kuçe û kargehên xwe, li bajêr û cîhanê bi çi awayî aştiyê pêk bînin û bi vê pirsê ketin rê. Çanda aştiyê perçeyeke hemû qadên jiyanê ye. Aştî bi xwe nayê. Divê em wê li her qadî pêk bînin. Loma divê em nirxên çanda aştiyê berbelav bikin. Ji bo vê jî em bang li jinan hemûyan dikin ku bila bên em bi hev re vê xeyalê pêk bînin”. MÊRSÎN