Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Atug ev deh roj in li Emniyeta Mêrsînê tê îşkencekirin

Ciwanê bi navê Gernas Atug li ser sînorê Edîrneyê hate girtin û birin Emniyeta Mêrsînê. Bavê Atug, Davut Atug da zanîn ku kurê wî li emniyetê hatiye îşkencekirin û rastî muameleya xerab hatiye. Bav Atug got; ‘Kurê min ev deh roj in di binçavan de ye. Ev deh roj in tê îşkencekirin. Îşkence sûc e.’

Welatiyê bi navê Gernas Atug di 9’ê kanûnê de li ser sînorê Edîrneyê hate binçavkirin. Cendirmeyên dewleta tirk piştre jî Atug birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê. Hat zanîn ku Atug ji kêliya ku hatiye binçavkirin ve, rastî îşkenceyê hatiye û bi muameleyeke nebaş re rû bi rû maye. Têkildarî mijarê bavê Atug, Nûreddîn Atug axivî.

Bav Atug da zanîn ku dema binçavkirina kurê wî du caran hatiye dirêjkirin û ev agahî dan: “Di dema binçavkirinê de tim tê îşkencekirin. Ji bo vê yekê me serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li vê îşkenceyê bînin.”

Di berdewamê de jî bav Atug bi lêv kir ku di 9’ê kanûnê de cendirmeyan telefona wî kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji min re gotin; ‘Kurê te hatiye binçavkirin û em ê radestî Emniyeta Mêrsînê bikin.’ Dema kurê min anîn Mêrsînê, qedexeya hevdîtina bi parêzeran re danîn. Lê piştî ku ez çûm cem dozger, ev biryar hate rakirin û parêzeran hevdîtin kir.”

‘Dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin’

Herî dawî jî bav Atug wiha got: “Parêzer da zanîn ku li dora stûyê Gernas şopên derbkirinê hene. Kurê min jî gotiye; ‘Piştî hatim binçavkirin polîsan li min xist û xistim vê rewşê. Pişt û newqa min diêşe.’ Dema binçavkirina kurê min dîsa hate dirêjkirin. Ev 10 roj in ku kurê min tê îşkencekirin. Ji bo îşkence û muameleya xerab me serî li Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê da. Em dixwazin kurê min demildest sewqî dadgehê bikin. Îşkence sûc e. Em dixwazin bi dawî bibe.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar