Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire. Qedexe, tecrîd, qeyûm binçavkirin, girtin ev hemû berhemên OHAL’ê ne. Dewlet xwe bi mertalê OHAL’ê diparêze.
Li dijî zext, tundî, qedexe girtin, binçavkirin, tecrîd û qeyûmên...
Cihê ku înkar, tundî, zext û neheqî lê hebe, li wir berxwedan û serhildana ji bo hebûnê rewa û ferz e. Îro vîna gelê kurd careke din bi tayînkirina qeyûman hat înkarkirin. Bi tayînkirina qeyûman careke din li ser navê dewletê Wezareta Karên Derve ya tirk, dest dirêjî vîna...
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî di vekirina meclisê de, li ser navê dewletê got “Pêdivî bi aştiyek navxweyî heye û destê xwe dirêjî wekîlên DEM Partiyê kir. Çend roj şûnde got ‘Kurdên ji tirkan hez neke ne kurd in û tirkên ji kurdan hez nekin ne tirk in’. Lê dema...
9 sal berê Mutabaqata Dolmabahçeyê hat îmzekirin. Piştî demek şûnde Serokomar Erdogan mutabaqat red kir. Ji wê demê û şûnde, alozî, kaos, şer, kuştin xizanî, talankirin, wêrankirin, dagirkerî zêde bû.
Li Tirkiyeyê di 28'ê Sibata 2015'an de Mutabaqata Dolmabahçe hat îmzekirin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û...
Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî peyamên aşkere hin siyasetmedarên kurd spasiya xwe dikin. Gelo nafikirin ku ew li ser navê gelê kurd li meclisê ne. Heta niha gelek hikûmet hatin...
Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger jidil û bi bawerî aştiyek mayînde û çareseriyek mayînde dixwazin divê berî her tiştî hemû girtiyên siyasî serbest berdin û mafên nasnameya gelên Tirkiyeyê qebûl...