Li gorî agahiyên nivîskarê malpera rojnameya Welat, Mihemed Seydî serkêşê MÎTê Hakan Fîdan û beriya demekê jî Dogû Perînçek û serokê îstixbarata fermandariya giştî ya artêşa tirk ê kednişîn Îsmaîl Hakî Pekîn weke şandeya serokomar Erdogan li Şamê hevdîtin pêk anîne. Piştî van geşedanan Elî Memlûkê şêwirmendê ewlekariya niştimanî ya rejîmê gotiye; “Pirsgirêka me û dewleta tirk tenê mijara PKK’ê ye, wekî din tu pirsgirêk di nav me û dewleta tirk de nîn e.”
Ev her du jî dewlet in, pirsgirêka wan a hevpar kurdan in. Em li ser gotina Elî Memlûk pirseke di cih de bikin. Bi rastî pirsgirêka Enqere û Şamê tenê PKK ye, ji bilî wê di navbera wan de pirsgirêk nîn in?
Dîrok û roja îro wisa nabêjin. Ew rejîma Baasê nebû ku digot, Îskenderûn (Hatay) birîna me ya dîrokî ye û bi nexşeya dewletê di nav sînorên xwe de nîşan dida. Îro ji wê birînê kûrtir birînên wan lê zêde bûne. Di serî de Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin potînên artêş û dagirkeriya dewleta tirk de ne, weke erdnîgarî û organîzasyonên dewleta tirk in tên birêvebirin û weke navçeyan girêdayî Entab û Rihayê parçeyekî dewleta tirk tên dîtin. Perwerde, aborî, tenduristî, rêvebirî û her tiştên civakî li ser Tirkiyeyê ne. Dewleta Sûriyeyê ya fermî li wir qedexe ye. Weke Hatayê bi fen û folên referandûmê na, aşkera û bi destê zorê dagirkerî pêk hatiye.
Ji bilî van rastiyan, Tirkiyeyê serkêşî kir û aloziya ji derve ve li Sûriyeyê hat spartin. Ji 2011’an vir ve destê dewleta tirk di nav Sûriyeyê de ye. Rejîmeke alternratîf bi destên çeteyan spartiye Sûriyeyê û di dewsa Sûriyeyê de wê nas û fînanse dike. Ji aliyekî ve Îsraîlê başûrê welatê wê dagir kiriye, bakur jî Tirkiyeyê. Ev ji bo rejîma Baasê ne xem in. Tenê xemeke rejîma Baasê maye ew jî PKK ye, ne?
Rejîma Baasê şilfî tazî ye, tevî organên xwe yên weke namûsa xwe dihesibîne. Bi vê rewşa xwe li ser maseya tirkan rûdinê yan jî dixwaze rûnê ser maseyê. Lê tiştekî ji bîr dike, dewleta tirk bi vê rewşê ancax rejîma Baasê weke reqaseke oryantal bide reqisandin. Hewce nabîne ku bêje li me bibore em ne gur in, em naxwazin we bixwin jî û weke ku tiştek nekiriye milên xwe dihejîne bêyî şerm bike diçe Şamê. Ji ber ku di menzîla çavên Baasê de çete li ser axa Sûriyeyê weke alternatîfa rejîma wê hevkarên tirkan û li ser kar in.
Rastiya tazî ev e. Gelo çima ev bêheysiyetî? Dema sedema kok û genetîk binêrin her du dewlet jî li ser hîmê rêgezperestiyê ava bûne. Rêgezperestiya her du dewletan li hember kurdan tim li pêş û ser piyan e. Ji wê tu car tawîz nadin. A ku vê rêgezperestiyê sor dike hebûn û aktorbûna kurdan e.
Kurd bi sedan salan in li vir bûn. Berê kurd weke heyber (nesne) bûn, lê gava ku bûn xwedî îrade û ji hovîtiya dewletên dagirker re gotin êdî bes e û xwestin bibin rêvebirên xwe êdî bûn armanca tîrên dewletên ereb û tirk. Her du dewlet jî hebûna kurdên xwedî îrade weke tunebûna xwe dihesibînin. Bi îştah ji bo bêstatû û bêîradebûna wan tevdigerin, dek û dolabên nemayî û dûrî heysiyet û rûmetî jî rewa û di cih de dibînin. Helbet qebûlkirina bêrûmetî û bêheysiyetê ji qelsiya wan diqewime, neçar dimînin. Dînamîzma kurdan ew kirine nav çala foseptîkê. Lê di nav çalê de hev dialêsin û paqij dikin, li dijî kurdan hev dişon û dibiriqînin. Ji dewletbûnên cîhanê hatine kîjan radeyê! Ji ku derê, asê bûne li ku?
Dewleta tirk jî heta niha û hê jî dixwest û dixwaze rejîma Esad biguherîne. Ev deh sal in ku li pey vî xeyalî ye. Lê çi qas kir, hewl da encax dikaribû heta merheleya îro bê. Bayê Trump êdî li pişt xwe nabîne. Rewşa hevsenga navneteweyî dibe ku weke berê rê nede dewleta tirk, bêperwa hespê xwe bibezîne. Dibe ku dewleta tirk rewşa xwe li gorî rewşa nû ya navneteweyî ya îro li dar bixe. Di hundir de rewşa desthilatdariya Erdogan qet ne baş e. Liserpiyanmayîna desthilatdariyê ketiya riya xetereyê. Dixwaze li hundir û derve xwe ji nû ve organîze bike. Ji ber vê yekê careke din li deriyê rejîma Şamê dixe.
Şam çi qas bêheysiyet û bêrûmet be ew jî tu car ji wan paş de namîne. Heta ji bo berjewendiyên desthilatdariyê gaveke pêşdetir in. Du heb bêheysiyet û bêrûmet dest dirêjî hev dikin, ji ber wê ye ku bi eşq û evîndarî hev du hembêz dikin. Eger hûn bipirsin, bêjin ka rû? Mixabin rû nemaye. Ma rûyê bêheysiyetan dibe? Yek jî ji bîr nekin ev der Rojhilata Navîn e, ji çend aktorên sereke dudu jî weke dewlet ereb û tirk in. Ev der herêma reqasên oryantal e, destê kê, kengî, li ku dera kê ye ne diyar e. Êdî kî dikare behsa heysiyeta dewletan bike?
Ev agahiya ku em hay jê bûn helbet ne destpêk in, her tim wiha dikin. Em dikarin ji vê dîplomasiyê re bêjin dîplomasiya qehpe. Rast e, lê em ji bîr nakin. Pêşiyan gotiye av û agir disekine lê dijmin nasekine. Eger aşkera, eger veşartî; eger hovane, eger bi qurnazî, rastî ev e, ji bo kurd nebin yek, nebin îrade û xwedî statû. Dizanin li hember wan kî û çawa heye, lerza ruh û bedena wan ji Enqere û Şamê tê sehkirin.
Ketine derdê hebûn û desthilatdariya xwe. Çi qas kirêtî û qilêrî hebe nabêjin na, mîna gamêşên xayîn stûyê xwe lê dirêj dikin.
Ya star, ev çi ye?