Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Avesta: Di 15’ê Sibatê de jiyanê rawestînin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 25’an de divê sekneke çawa bê raberkirin de nirxandinên girîng kir. Sozdar Avesta ev tişt anî ziman: “Çawa ku di dema 15’ê Sibatê 1999’an de komplo pêk hat û bi hezaran ciwanên Kurdistanê, yên enternasyonal beşdarî nava refên gerîla bûn, di vê dema pêngava ji bo azadiya Rêber Apo de divê tevlîbûn li nava refên azadiyê bê kirin. Gerîlayên azadiyê di xeta Rêber Apo de, di paradîgmaya nû de li ber xwe dide.”

Nirxandinên Sozdar Avesta bi vî rengî ne:

“Di ketina sala 26’an a komploya navneteweyî de li dijî komployê divê têkoşîneke çawa bê meşandin, bi helwesteke çawa divê em karibin êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin? Ji bo vê bi taybetî asta ku di nava 25 salan de derketiye holê, em bi bingehekê xurt bikin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku li ser gelê me û tevahiya gelên herêmê dimeşîne, heta ku ev faşîzm têk neçe çareserkirina pirsgirêka Kurd û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne mumkun e. Divê em destpêkê vî mejî têk bibin. Ji bo wê em di sala 2024’an de di demeke gelekî girîng de ne. Di demeke stratejîk de ne. Li herêmê aloziyên mezin heye, şerê cîhanê yê sêyemîn bi dijwarî dewam dike li Rojhilata Navîn. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li pêşiya me bihar heye, amadekariyên pêngavên nû têne kirin. Bi taybetî gerîlayên azadiyê di destpêka salê de li Metîna, Zap, Xakurkê pêngav afirandin û niha amadekariyan dikin ji bo salê bi serketî misoger bikin. Ev hemû nîşaneyên wê yekê ne ku têkoşîna di vê demê de bê kirin wê çawa be. Em dibêjin, di vê salê de ji niha ve li dora gerîlayên azadiyê kombûneke mezin dikaribin çêbikin. Çawa ku di dema 15’ê Sibatê 1999’an de komplo pêk hat û bi hezaran ciwanên Kurdistanê, yên enternasyonal beşdarî nava refên gerîla bûn, di vê dema pêngava ji bo azadiya Rêber Apo de divê tevlîbûn li nava refên azadiyê bê kirin. Gerîlayên azadiyê di xeta Rêber Apo de, di paradîgmaya nû de li ber xwe dide û hemû awayên êrîşên li ser Rêber Apo û di şexsê Rêber Apo de li ser tevgera azadiyê têk dibin. Di vê pêvajoyê de hemû endamên tevgerê divê mîna hawariyên baweriya Xiristiyan li her deverê paradîgmaya Rêber Apo belav bikin ku çareseriya hemû pirsgirêkên civakî ye. Divê pêşengiyê jê re bikin. Ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, belavkirina fikrê Rêber Apo ye.

Wekî din li ser şoreşa mezin, şoreşa bi pêşengiya jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, êriş têne kirin. Parastina vê şoreşê ku bi nirxên mezin pêk hat, bi esasî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike. Van hemû yekpare ne. Çawa ku komploya navneteweyî hem hegemonîk bû, hem global bû, hem jî yekgirtî bû, divê em jî têkoşîna xwe hevgirtina wê belav bikin. Ev pêngava ku niha li hemû parzemînan destpê kiriye, divê bênavber bê dewamkirin.

Di sala 2024’an de têkoşîn divê bênavber û bi nêzîkbûna hîn dewlemend, bi rê û rêbazên cuda û afirîner, bi xwe re balê dikişîne û hêzeke mezin kom dike bê meşandin. Ya ku heta niha hatiye kirin, gihîştiye astekê. Lê belê divê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Bi taybetî di ketina sala 26’an a komployê, divê li hemû qadan têkoşîn, berxwedan, rêxistinî bê mezinkirin. Bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê ji bo pêngaveke mezin zemîn û bingeha xwe heye û dikare bê pêkanîn.

Li ser vê bingehê di vê pêvajoyê de, bi wesîleya şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ku niha çalakiyan destpê kirine, ez dixwazim bang bikim. Hem meşa ku wê 17’ê Sibatê li bajarê Kolnê Almanyayê pêk were; banga min li tevahiya gelê me û dostên gelê me yê li derveyî welat, bi taybetî jî yên li Almanyayê heye. Bi rastî jî ev çalakî girîng e. Bi rojan e meşan destpê kirine. Weke milyon kes beşdar bibin û sekneke hêjayî sekna Rêber Apo, hêjayî berxwedana gerîla, hêjayî keda 51 salî ya xeta Rêber Apo ya tevgera azadiyê bê nîşandan. Banga min ji tevahiya gelê me re heye, ji jin û ciwanan û dostan re heye ku beşdarî vê meşê bibin.

Ji bo meşên li bakurê Kurdistanê ku niha dewam dike, heta bigihêje armanca xwe divê hîn zêdetir dewam bikin. Li berxwedana li zindanan û sekna Rêber Apo xwedî derkevin. Mifteya çareseriyê li bakurê Kurdistanê ye. Faşîzm bi pêşengiya têkoşîna li bakurê Kurdistanê dikare bê şikandin. Gelê me yê li bakurê Kurdistanê baş bi vê zane. Ez bang dikim ku di vê 15’ê Sibatê de jiyanê bidin rawestandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li başûrê Kurdistanê û hemû qadan di vê salê de divê em êdî vê komployê rawestînin. Em bawer bin ku encama vê yekê jî wê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.

Li ser vî esasî ez careke din kesên ku beşdarî çalakiyan bûne û yên ku bibin, bi navê tevgera me hemûyan silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Wê têkoşîna me di vê demê de bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar