Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera Komkujiya Şengalê ji ANF’ê re axivî.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser van mijaran: “Berî her tiştî ez Rêber Apo bi hesret, hezkirin û rêzdarî silav dikim. Ez kesên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ji bo rakirina tecrîdê têkoşîn geş kirin, şexsê şehîdên tîrmehê de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim.
Tecrîda giran a li ser Rêber Apo didome. 28 meh in em nikarin agahiyan ji Rêber Apo bistînin. Li Zindana Îmraliyê 25 sal in tecrîd heye. Ev tecrîd gelek caran hatiye nirxandin û tevgera me li hemberî vê 25 sal in bênavber li ber xwe dide. Helwesta Rêber Apo aşkere ye. Ji bo komploya navneteweyî bi ser nekeve li dijî hemû êrîşên li ser Îmraliyê berxwedana xwe didomîne. Berpirsê vê tecrîdê ne tenê dewleta tirk e, di avakirina sîstema Îmraliyê de dewletên navneteweyî yên komplo pêş xistine jî cih girtin. Di vê pêvajoyê de gelê kurd, gerîlayên azadiyê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û helwesta Rêber Apo ji niha ve li ber çavan e. Lê di vê pêvajoyê de tiştek nayê guhertin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, cezayê dîsîplînê li Rêber Apo û hevalên li ba wî hatiye birîn. Rêber Apo li Îmraliyê çi kiriye ku cezayên dîsîplînê lê birîne? Ji ber ku êdî nikarin vî sûcê dijmirovî veşêrin, li ser navê disîplînê pêvajoya tecrîdê dirêj dikin. Aşkere ye ku ji bo Swêd bibe endama NATO’yê, gelek tawîz dane desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û Erdogan. Ji ber wê jî piştî civîna NATO’yê dîsa ceza dan Rêber Apo. Dîsa li dijî gerîlayên Kurdistanê dest bi êrîşên mezin kirin. Di vê pêvajoyê de berxwedaneke mezin a gerîla heye. Bi giştî ev êrîş parçeyek ji konsepta qirkirina kurdan e. Di vê pêvajoyê de ku em di salvegera 100’emîn a Lozanê de ne, gelê kurd û dostên gelê kurd li her derê çalakiyên xwe didomînin.
Yên ku nahêlin Lozan bi ser bikeve têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê ye. Rêber Apo 50 sal in bênavber têdikoşe. Dîsa PKK 50 sal in li ser xeta Rêber Apo vê têkoşînê bilind û geş dike. Ji ber vê jî ji Rêber Apo tolê hiltînin. Konsepta qirkirinê ya ku aliyên wê yên dîrokî û civakî heye, li Lozanê hat qebûlkirin. Axa Kurdistanê hat parçekirin, hat dagirkirin, talankirin, li ser wê qirkirina çandî hat kirin, bêstatu û bênasname hat hiştin. Kê ev tişt ji holê rakir? Rêber Apo. Ji ber vê tecrîdê evqasî giran dikin. Dixwazin bikin ku Rêber Apo bêhnê nestîne.
Siyaseteke xetere dimeşînin
Ji bilî yên ku xizmetê ji dijmin re dikin, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê gelê me tevî dostên xwe li hev kom dibe. Rêber Apo kurd zane kir, bi paradîgmaya demokratîk pêşî li qirkirina kurdan girt. Li Kurdistanê paradîgmaya azadîparêziya jinan a Rêber Apo îro bûye felsefeya jiyana azad. Dijmin ji ber ku ji vê ditirse tecrîdê giran dike. Dixwazin Rêber Apo weke girtiyekî ji rêzê nîşan bidin. Ev yek jî konsepta hêzên navneteweyî ye. Dixwazin gelê kurd û dostên wan jî vê qebûl bikin. Divê em vê baş zanibin; siyaseteke gelekî xetere tê meşandin. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin û ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, peymana qirkirina kurdan wê ti carî bi temamî bi dawî nebe.
Bêguman peymanên qirkirinê bêwate bûn, niha li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd bi felsefeya neteweya demokratîk bi gelên herêmê re bûye yek. Lê belê xwediyê vî fikrî û vê felsefeyê niha di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin gelê kurd û Tevgera Azadiyê dîl bigirin. Ji ber vê yekê li Îmraliyê berxwedaneke bêeman heye. Gelê me û dostên gelê me bi salan e têdikoşin. Çend roj berê ji bo têkbirina Peymana Lozanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê mîtîngeke mezin û konferansek hat lidarxistin. Çalakiyên ku di sedsaliya Lozanê de hatin lidarxistin gelekî girîng bûn. Ev yek jî yekîtiya gelê kurd nîşan dide. Lê belê divê bi vê kelecan û yekîtiyê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bê meşandin. Bi heman ruh, daxwaz û serketinê divê vê bikin. Eger ev neyê kirin hingî peymanên qirkirinê têk naçin.
Sedema krîza aborî desthilatiye
Gerîlayên azadiyê niha berxwedaneke mezin dikin, lê belê şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê wezîfeya gerîla ye, wezîfeya tevahiya mirovahiyê ye. Bi taybetî azadiya jinan, ciwanan bi vê yekê ve girêdayî ye. Lewma pêngavên KJK, rêxistina ciwanan hatin destpêkirin. Her wiha weke Tevgera Azadiyê ji sala 2020’î û vir ve em pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di meşînin. Lê belê em dibînin ku ev hemû ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têrker nînin. Divê bi rengekî bênavber em çalakiyên xwe hîn xurt bikin, hîn bi xurtî xwedî li Rêber Apo û gerîlayên Kurdistanê derkevin. Ya ku me bi ser bixîne ev yek e.
Li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji 19’ê mehê û vir ve êrîşên gelekî mezin hatin destpêkirin. Ez gerîlayên HPG û YJA Starê hemûyan silav dikim ku xeta xwe ya Kurdistanê û Rêber Apo diparêzin, hemûyan pîroz dikim. Li dijî gerîla hîn jî çekên qedexekirî têne bikaranîn. Di vê mijarê de gelek belge, dîmen û nirxandinên pisporan hene, lê belê dema mijar dibin kurd her kes bêdeng dibe. Par Seroka Tabîban a Tirkiyeyê Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku ev rewşa anî ziman hat girtin, îsal jî Merdan Yanardag ji ber ku got tecrîd heye, hate girtin. Yanî dixwazin kes qala kiryarên wan ên li dijî mirovahiyê nekin.
Mînak gelek profesor, li Ewropayê gelek wekîlan diyar kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî gelek belge li ber destê wan hene, lê belê welatên wan ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî dengê xwe nakin. Divê gelê me zanibe ku AKP-MHP ji ber vê yekê siyaseta qirkirinê dimeşîne. Li hemberî vê yekê divê têkoşîn bê mezinkirin. Eger em di vê demê de têkoşîna xwe mezin bikin, li dijî dewleta faşîst a bi serkêşiya AKP-MHP’ê em ê bi ser bikevin. Dewleta tirk ji ber ku di şer de israr dike ji aliyê aborî ve di nava krîzeke mezin de ye. Sedema krîza aborî û pirsgirêkên heyî israra AKP-MHP’ê ya li ser şer e.
Beriya niha bi 9 salan di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Şengalê. Çeteyên DAIŞ’ê wê demê êrîşî Başûr, Sûriyeyê jî kirin, lê belê komkujiya herî mezin li Şengalê kirin. Civaka me ya êzidî qetil kirin. Eger gerîlayên azadiyê bi navê mirovahiyê û perspektîfa Rêber Apo dest li Şengalê wernedabûna niha bi hezaran, bi deh hezaran, bi sed hezaran êzidî hatibûn qetilkirin. Ji ber vê yekê gerîlayên azadiyê li pêşiya komkujiyeke hîn mezintir bûne asteng, di demekê de ku her kes ji ber DAIŞ’ê direviyan, gerîlayan berê xwe dan Şengalê. Bi vê wesîleyê di şexsê Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Hêlîn Mêrdîn, Nûjîn Sêrt, Genco Hewlêr, Evîn Dêrik, Dilgeş Rojhilat de şehîdên Şengalê, ji Bêrîvan heta Mam Zekî hemû hevalan bi minet bi bîr tînim, li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Gelê me, civaka me, Tevgera Azadiyê li Şengalê berdêlên gelekî giran dan.
Êrîşên li ser Şengalê hîn jî dewam dikin. Zêdeyî 2 qatan ji şehîdên ku me li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan, me şehîd li hemberî dewleta tirk û hevkarên wan dan. Bi taybetî ji sala 2017’an û vir ve dewleta tirk li gel îstîxbarata PDK’ê, bi alîkariya Parastinê, MÎT’ê, sîxuran bênavber êrîşî Şengalê dike. Ji dema ku xelkê êzidî li warê xwe vegeriyane û vir ve êrîş têne kirin. Di êrîşan de gelek pêşengên hêja yên civaka êzidî şehîd bûn. Gelê me, civaka me bi fikir û felsefeya Rêber Apo, bi sîstema Xweseriya Demokratîk û hêza xwe li Şengalê li ber xwe dide. Di nava bêderfetiyan de berxwedanek hat kirin. Hîn jî mirov hene ku bi salan e li binê konan dimînin, bi hezaran li Başûr in, her wiha gelek ji wan neçar man koçî derveyî welat bikin, nekarîn li warê xwe vegerin. Ji bo venegerin jî dewleta tirk û PDK bi hêza îstîxbaratê, bi Parastinê êrîşan dikin.
Di vê demê de gelek dewletan komkujiya li Şengalê weke qirkirinê nas kirin. Lê belê li hemberî vê yekê tiştekî nakin. Heta niha 12 dewletan qirkirin nas kirine, lê belê gavek jî neavêtine. Wergirtina biryareke bi vî rengî tenê li meclîsê têrê nake. Bi wesîleya salvegera qirkirina êzidiyan em bang li van dewletan dikin; ji bo pêçandina birînên vê civakê, ji bo jiyana li ser xaka xwe, ji bo pêşîgirtina li êrîşên qirkirinê divê hûn bibin alîkar. Alîkarî çi ye? Bila pêşî li êrîşên li ser Şengalê bigirin. Ji bo dewleta tirk a faşîst êrîşî Şengalê, êrîşî gelê êzidî neke xelekeke parastinê dikarin ava bikin. Lê belê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî vê nakin. Li aliyekî hem dibêjin qirkirin e, hem jî lia liyê din li hemberî êrîşên qirkirinê bêdeng in.
Şengal li ber xwe dide
Gelê êzidî 10 sal in ne tenê xwe, di heman demê de rûmeta Iraq jî, rûmeta tevahiya mirovahî jî parastin. Nehiştin ku qirkirineke hîn mezintir bê kirin, lê belê dewleta Iraqê heta niha li hemberî van êrîşan nebû asteng, her wiha mafên civaka êzidî û Şengalê neparast. Mafên civaka êzidî çi ne? Naskirina hêza xwerêveberî û xweparastinê ye. Ji bo civaka êzidî careke din bi qirikrinê re rû bi rû nemîne, garantiyeke wan lazim e. Ez gelê me, jin û ciwanan pîroz dikim ku 9 sal in li ber xwe didin. Gelê Şengalê bi salan e têkoşîneke bêeman dimeşîne. Ev gelekî girîng e. Di salvegera qirkirinê de bersiva herî mezin a ji dijmin re bê dayin xurtkirina yekîtiya gelan e, bi ruhê yekîtiyê astengkirina êrîşan e.
Koordînasyona Hêz û Pêkhateyan a ku hêzên civakî û siyasî li Şengalê ava kirin, divê tenê di teoriyê de nemîne. Ji ber vê yekê divê têkoşîna xwe xurtir bikin. Hem hêzên navneteweyî, hem Iraq, hem başûrê Kurdistanê divê destê xwe ji ser Şengalê vekişînin. Eger dixwazin lêborînê ji civaka êzidî bixwazin, xwe bidin efûkirin, beriya her tiştî divê dawî li van kiryaran bînin û îradeya li Şengalê nas bikin. Di sala 2020’î de li dijî Şengalê peymanek çêkirin. Peymana 9’ê Cotmehê ku gelê êzidî di nav de nîne. Dixwazin vê peymanê ferz bikin. 3 sal in nekarîn vê bikin, lewma divê dest ji vê peymanê berdin.
Ji ber ku nekarîn vê peymanê bidin qebûlkirin, dewletên navneteweyî dixin dewrê. Neteweyên Yekbûyî, dewleta tirk ku dijminê herî mezin ê gelê êzidî dewleta tirk e, tev li vê peymanê kirine. Divê Neteweyên Yekbûyî vê peymanê betal bike. Ji ber ku di salvegera qirkirinê de divê îradeya vê civakê û hêza wê ya parastinê bê naskirin. Eger ji aliyê wijdanî, exlaqî û siyasî lê binihêrin beriya her tiştî divê mafên vê civakê bêne temsîlkirin. Lewma ji bo serketina vê pêvajoyê beriya her tiştî divê civaka me ya êzidî ji xwe bawer bike.
Xurtbûna civaka êzidî
Gelê me yê êzidî yê li êzidxanê û derveyî welat divê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin, bi baweriyeke hîn xurtir têbikoşin. Xelkê me yê êzidî îro xwedî destketiyên gelekî mezin e. Divê êdî nekeve nava nêzîkatiyên mexdûriyetê. Divê bê zanîn ku 9 sal in kesî nekarî serî li wan bide tewandin, kesî nekarî destketiyên wan tune bike. Civaka êzidî bi 100 qatî ji rewşa beriya 9 salan xurtir e. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe xurt kiriye. Kedeke mezin a Rêber Apo li ser Şengalê heye. Bi salan beriya fermanê, ji bo civaka êzidî bi bawerî, nasname, ziman û çanda xwe bijî gelekî hewl da.
Bi vê wesîleyê ez careke din bang li êzidiyên li kampan dikim ku divê vegerin ser xaka xwe û lid ijî hemû êrîşên qirkirinê têbikoşin. Her wiha xelkê me yê êzidî yê li derveyî welat divê karên xwe yên dîplomatîk, siyasî bi pêş ve bibin û pêşkêşî xizmeta Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin. Weke ku min got, heta ku xelkê Şengalê bi rengekî ji xwe bawer têkoşiya, wê karibin destketiyên xwe biparêzin û mayinde bikin. Pêvajoya herî zehmet li pişt xwe hiştin. Çawa ku gelê kurd ne mîna gelê berê ye, têgihiştî, rêxistinî, xwedî hêza xweparastinê û gerîlayên fedaî be, heman tişt ji bo civaka me ya êzidî jî derbas dibe.
Gelê êzidî êdî mîna berê nîne, xwedî felsefeyekê ne, xwedî sîstemekê ne, têgihiştî ne, xwedî hêza parastinê ne, ev hemû girîng in û divê bi vê yekê serbilind bin. Ji van hemûyan re jî bi taybetî jinên Êzidxanê pêşengî kirin. Herî dawî KJK’ê li dijî êrîşên li hemberî jinên Şengalê û Efgan pêngavek da destpêkirin ku di navbera 3-15’ê Tebaxê de bê meşandin. Ev girîng e. Li ser vê bingehê bang li civaka êzidî, tevahiya gelê Kurdistanê û dostan dikim; ji bo fermanên nû nebin, ji bo tecrîd bi dawî bibe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe hîn bêhtir tev li têkoşînê bibin.”