PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Avesta: Êrîşa li ser Şengalê encama peymana 9’ê Cotmehê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta têkilî êrîşa tirk a li ser Şengalê axivî, diyar kir Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen bi zanebûn bûye hedef û got ku hikûmeta Başûr û Iraqê ku li bara êrîşan bêdeng in, hevkarê vê komkujiyê ne

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkilî êrîşa tirk a li ser Şengalê axivî  û bal kişand ser êrîşên qirker ên tirk ên li ser Şengalê yên 16-17’ê Tebaxê û ev tişt anî ziman: “Ev êrîşa komkuj a li ser gelê me yê êzidî di salvegera şehîdbûna pêşengê gelê êzidî Mam Zekî de pêk hatiye. Ji bo ku şengaliyan ji Şengalê derxin û nehêlin ku şengalî vegerin ser Şengalê van êrîşan tînin. Êrîşên li ser Şengalê ne nû ne, 3’yê Tebaxa 2014’an, Ferman’a 73’an, ne wê demê jî dest pê kiriye. Fermana dawî 15’ê Tebaxa 2007’an dest pê kiriye. Ev nêzî 15 salan in ev ferman dom dike. Heval Seîd li bara van êrîşan rojekê jî bi paş ve gav neavêtiye û bi şev û roj ji bo gel xebitiye, têkoşiyaye. Ji ber vê bû hedefa êrîşan. Heval Seîd, sala 2014’an dema ku êrîş li ser gelê êzidî dest pê kirî, li gel 12 gerîlayên HPG’ê ku berê xwe dane Şengalê mil bi mil têkoşiyane.

Heta roja ku şehîd jî bûyî hemû peywirên ku ketî ser milê wî bi layiqî bi cih anî. Bi çeteyên DAIŞ’î re şer kir, bû rêveber, gel perwerde kir, bîrewer kir û sala 2015’an Meclisa Şengalê ya Demokratîk ava kir. Carinan bû zimanê gelê xwe, bû parêzerê gelê xwe, siyasetmedar, dîplomat û heta roja ku şehîd bûyî ev xebat kirin. Heke îro êzidî li Şengalê dikarin têkoşîna demokrasî, azadî û jiyana hevpar bidin ev bi saya heval Seîd û şehîdên me yên din e. Em gelê êzidî deyndarî van lehengan in. Heval Seîd ku pêşî li fermanan girtî mohra xwe li ser dîrokê danî. Heke heval Seîd, li gel eşîra birûmet a Hebabiya û bi malbatên xwe re bi ruhê seferberiyê tênekoşiyaban, gelê êzidî ji ber fermanê wê bêgav bimana ku şûnwarê xwe berdin. Ji ber vê heval Seîd li Şengalê xwedî maneyeke dîrokî ya mezin e. Ji ber vê êrîşa li ser heval Seîd êrîşeke bi plan e. Roja ku êrîş bûyî jî rojeke biplan e. Dema ku Serokwezîrê Iraqê wê biçûya Şengalê ev êrîş anîne. Dewleta tirk a faşîst ev êrîş anî lê hêzên xayîn ên li herêmê jî di vê êrîşê de xwedî roleke mezin in.”

‘Bêdengiya wan, wan dike hevkarê komkujiyê’

Di axaftina xwe de Avesta destnîşan kir ku ev êrîş bi taybetî peyamek ji bo Iraq û serweriya Iraqê ye û wiha domand: “Cara pêşî bû ku Serokwezîrê Iraqê dixwest serdana Şengalê bike. Heval Seîd jî ji bo vê serdanê hatibû vexwendin. Têkilî vê êrîşê tenê roja pêşî emniyeta Iraqê daxuyaniyek da lê ji bilî vê ne Serokomariya Iraqê ne rayedarekî din tu daxuyanî nedan. Gelê êzidî helbet dê vê qebûl neke.”

Avesta bi berdewamî diyar kir divê rayedarên iraqî ku di vê komkujiyê de cih girtine jî werin aşkerekirin, ev êrîşa dewleta tirk her wiha êrîşeke li ser serweriya Iraqê ye, divê hikûmeta Iraqê vê bibîne û nebe hevkarê komkujiya li ser gelê êzidî û bêdengiya wan, wan dike hevkarê komkujiyê.

Bêdengiya li dijî êrîşan

Avesta bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûr, partiyên sivîl, rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk, got ku DYE û welatên din ên navnetewî di nav vê komkujiyê de ne û wiha pêde çû: “Ev êrîş bi encama peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ne. Peymana 9’ê Cotmehê peymana Fermana 74’an e. Ji ber ku vîna ku ev 15 sal in nikarin bişkînin, dewleta tirk, PDK û hêzên navnetewî dixwazin bi vê peymanê vê vînê bişkînin. Êrîşên 16-17’ê Tebaxê wê peyamê dide ku dibêje yan hûn ê vê peyamê qebûl bikn an jî em ê komkujiyan bikin. Bi vî rengî dixwazin peymanê bi cih bînin. Çi ye peyman? Bi temamî valakirina Şengalê, şikandina vîna gelê Şengalê û derxistina şengaliyan ji Şengalê ye. Ji ber vê gelê êzidî tu caran wê vê peymanê qebûl neke, weke ku wan jî gotî ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Divê PDK dev ji polîtîkayên xayîntiyê berde

Her wiha Sozdar Avesta axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîktatorê faşîst Erdogan ji bo xeyalên Osmanî bi rê ketiye. Hedefa wî Şengalê vala bike, Telefer, Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Bi salan e rêxistiniya vê dike. 15’ê Tebaxê piştî daxuyaniya PDK’ê ya li ser Şengalê roja dîtir dewleta tirk gef xwar û got, ‘Heke Iraq nekve Şengalê em ê bikevinê’. PDK divê dev ji vê polîtîkaya xayîntiyê ya li ser Şengalê biqere. Divê gelê êzidî neke hedef.

Di rewşeke wiha de ku hê xwîna gelê Şengalê li erdê ye, hê balafirên şer ên dewleta tirk li ser Şengalê ne, çapaemeniya ku ji hêla MÎT’a tirk û hin hêzên Başûr ve tê rêvebirin herêma ku nexweşxane lê bû, weke biryargeha PKK’ê nîşan da. Ev bêexlaqî û bêşerefiyeke mezin e.

Em ê tola şehîdên xwe hilînin, têkoşîna ku dane bibin serî. Ez careke din heval Seîd û şehîdên Sikêniyê bi bîr tînim. Bila serê gelê me û serê Rêber Apo sax be, em ê li ser rêya wan bimeşin û bi teqezî bi ser bikevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar