Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Avesta: Her kesî dît ku ev gel çiqasî dilsozê Rêberê xwe ye

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku bi berxwedana grevên birçîbûnê û Newroza 2019’an re gelê kurd nîşanî tevahiya dinyayê daye ku çiqasî gelekî dildarê azadiya Rêberê xwe ye û bang xurtkirina têkoşînê kir

 

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, pîrozbahiyên Cejna Newrozê, rizgarkirina Baxozê, hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, lîstikên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê û civaka Êzîdxanê ji ANF’ê re nirxand.

Avesta destpêkê Newroza 2019’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê û li gelên herêmê pîroz kir û di şexsê Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen û Ayten Beçet de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr anî. Avesta diyar kir ku Newroza îsal gelekî bi wate derbas bû û ji hêzên demokratîk û azadîxwaz xwest ku van peyaman baş bixwînin.

Sozdar Avesta bi bîr xist ku gelê Kurdistanê Newroza îsal bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz pêşwazî kir û wiha got: “Newroz êdî bûye Newroza cîhanî. Her kesî dît ku ev gel gelekî berxwedêr e û çiqasî dilsozê azadiya Rêberê xwe ye. Ez careke din dibêjim, ruhê Newrozê gihîştiye armanca xwe. Êdî Newroz bi hefteya lehengiyê bi pêş dikeve.”

‘Serketina HSD’ê serketina gelan e, serketina jinan e’

Avesta bal kişand ser serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku bi rizgarkirina Baxozê re hate ragihandin û diyar kir ku DAIŞ a ku mîna Dehaqê serdemê bû belayê serê mirovahiyê, bi destê Kawayê Hemdem li Baxozê ji aliyê şervanên HSD, YPG/YPJ’ê ve di encama şerê 5 salan de li ser cografyayê hate tunekirin. Avesta anî ziman ku serketineke bi vî rengî di roja Newrozê de gelekî bi wate ye û ev serketin li şehîdan, malbatên şehîdan, gelê berxwedêr ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Sozdar Avesta destnîşan kir ku di şexsê YPJ’ê de serketin a jinan hemûyan e û ev tişt anî ziman: “Rêber Apo digot, sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Bi vê serketinê ev rastî misoger bû û ji dinyayê re hate ragihandin. Li wê cografyaya ku dihat gotin, navê jinê lê nîne, jin kole dikirin, tu, maf jê re nedihate nas kirin, di şer de mîna xenîmet dihate girtin, dihate firotin û bi her rengî tundî lê dihate kirin, îro vîn, hêz û berxwedêriya jinê lê deng vedide. Vê berxwedana mezin çalakiya Leylayan jî bêhtir bi wate kir. Ew serketin bû bersiveke mezin ji Dehaqê hemdemê Erdogan re.”

‘Bû bersiva herî bi wate ya li dijî fermanê’

Avesta, wate û girîngiya bidawîkirina DAIŞ’ê li ser civaka êzidî nirxand û diyar kir ku berxwedan û serketina li Baxozê bersiva li fermana 74’an bû ku bi sedan keç û xortên êzidî hatin rizgarkirin. Avesta wiha dirêjî da axaftin xwe: “Ev serketin serketina Êzîdxanê ye. Ji ber ku di fermanê de di şexsê jinên êzidî de rûmeta mirovahiyê esîr hatibû girtin. Serketina HSD’ê bû diyariyek ji bo şehîdên fermana 74’an. Divê gelê me vê rojê weke cejneke herî pîroz bibîne û pîroz bike.”

‘Nêzîkatiya ku îradeya civaka êzidî nas nake, nayê qebûlkirin’

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser êrîşên artêşa Iraqê yên li dijî şervanên YBŞ’ê. Avesta hişyariyên girîng da û wiha got: “Pêvajoyeke nû êdî dest pê dike. Piştî ku hêzên qirêj ji ser vê xakê hatin tunekirin, niha hewl didin li ser cografya Kurdistanê pêk bînin… 5 sal in hêzên YBŞ’ê sînor diparêzin lê belê piştî ku artêşa Iraqê hate ew derî û korîdor hatin girtin. Bi taybetî êsîrên ji aliyê şervanan ve ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin nikarin derbasî nava xaka xwe bibin, nikarin bigihêjin Şengalê. Bi vê nêzîkatiyê re ji civaka êzidî re dibêjin ’em îradeya we ya azad nas nakin’. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin.”

‘Divê xwedî li keda Mam Zekî derkevin’

Avesta li ser paşeroja civaka êzidî wiha got: “Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka şengaliyan bi tenê ye, pirsgirêka Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê hikumeta Iraqê, bi taybetî jî Serokkomar vê civakê baş nas bikin. Pêwîste bi teslîmgirtin, bi zext û kuştinê nêzî vê civakê nebin, divê diyalogê esas bigirin. Hêzên parastinê, meclisa xweseriya demokartîk û tevgera jinan a Şengalê li gorî qanûnên heyî ava bûne, lewma divê hemû bên naskirin. Êzidî destdirêjiyê li malê kesî nakin, ew dixwazin îradeya wan bê naskirin û divê ev bê dîtin.”

Avesta işaret bi provokasyona li ser sînor kir û şervanên di wê bûyerê de şehîd bûn bi bîr anî. Avesta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hikumeta Iraqê li ser hêza xwe xwedî kontrol be û nehêle ku bûyereke bi vî rengî pêk were. Wekî din, hin hêzên berê dixwazin bi hin lîstikan tevliheviyê çêbikin. Divê gelê me di vî warî de hişyar be. Dixwazin hin eşîran li ber hev rakin. Bang li civaka me dikim, ên li welat an jî derveyî welat; divê paşeroja xwe baş bibînin. Dibe ku hin kêmasî û şaşitî rû bidin lê ev bi rêya diyalogê û hevdîtinan çareser dibin. Li ser şopa Mam Zekî şengalî divê bi kedeke mezin xwedî li destketiyan derkevin. Karê ku tê kirin em dişopînin, gelekî girîng e. Bi taybetî karê ji bo avakirina yekîtiyê girîng e.”

‘Xwedî li vîna xwe derkevin û biherikin qadan’

Avesta di dawiya axaftina xwe de hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku dê dawî li siltaya hevkarê çeteyên DAIŞ’ê bê anîn. Avesta bi bîr xist ku ew di hefteya lehengiyê de ne, lewma van rojan divê bi her awayî karekî mezin bê kirin û  wiha got: “Hilbijartin ji bo Erdogan ku Dehaqê serdemê ye pêvajoya man û nemanê ye. Divê her kes bi vî ruhî li dijî faşîzmê tevli kar bibe, biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Bi ruhê Mehmedan, Asyayan, Sêvêyan divê xwedî li vîna xwe derkevin. Gelê me yê Xerzanê bi taybetî yê Êlihê pêwîste bi berxwedana Nasir Yagiz, bi wateya hefteya lehengiyê berê xwe bide ser sindoqan. Ne tenê li van deveran, ji Serhedê heta Amedê, ji Rihayê heta Dîlokê, ji Semsûrê heta Colemêrgê divê li her devera Kurdistanê gelê me biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Bila kes nebêje, ’em nikarin faşîzmê têk bibin’. Faşîzm ji xwe têk çûye, divê em nehêlin ku careke din xwe bi rêxistin bike. Di wê baweriyê de me ku 31’ê Adarê wê bibe roja serketinê, bi ruhê berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz wê ev bihar bibe bihara gelan, bihara jinan, bi taybetî ev yek bi destê şoreşger û şervanên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pêk hatiye. Ez dîsa wan şervanan pîroz dikim ku serketina wan serketina sedsalê ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar