Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Avesta: Pêngava azadiyê divê rê û rêbazên encamgir bidome

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tenê bi daxuyaniyan nemîne û wiha got: "Pêngav divê bi rê û rêbazên cuda, nû û afirênerî dewam bike."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku 10 Cotmehê bi pêşengiya kesên navdar ên cîhanê, li zêdeyî 100 welatan hate destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.

Axaftina Sozdar Avesta bi vî rengî ye:

“Di sala 25’emîn a Komploya Navneteweyî de, ez di şexsê şehîdên me de yên ku bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li pêşiya komployê bûn asteng û bi fedayiyane têkoşîn geş kirin û heval Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku li Enqereyê çalakiya fedayî kirin, hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Carek din hat dîtin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku li ser xeta şehîdan û Rêber Apo didome, wê bi ser bikeve.

Li ser navê tevgera me, ez her kesên ku beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bûne, ku 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê li zêdeyî 100 welatan hate destpêkirin, her kesên ked dane, bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşiyane, bi rêzdarî û hurmetî silav dikim. Têkoşîna wan pîroz dikim. Destpêkirina vê pêngavê, encama têkoşîna Rêber Apo ye ku 50 sal in bê navber raber dike. Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê, bi taybetî ji bo jinan kedeke mezin da. 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Bi taybetî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tecrîd ewqas hat girankirin ku bi ti rengî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Ez vê berxwedana bi wate ya Rêber Apo silav dikim, hezkirin û rêzdariyên xwe radigihînim. Bi kampanyaya ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin re, gelên bindest, gelên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, jin û tevgerên ekolojîk azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Ev hêza paradîgmaya Rêber Apo nîşan dide.

‘Pêngav encama hêza paradîgmaya Rêbertiyê ye’

Rêber Apo êdî ne tenê rêberê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e, êdî lîderekî gerdûnî ye. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Bi vê kampanyayê divê êdî azadiya Rêber Apo teqez pêk were. Em vê yekê baş dibînin. Konfederalîzma demokratîk, yekîtiya gelan û neteweya demokratîk yekane çareserî ye ku dawî li pirsgirêka kurd, pirsgirêkên cîhanê bîne û qirkirina jinan bi dawî bike. Pêşengiya vê yekê jî Rêber Apo dike. Rêber Apo hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan kir. Eger 25 sal in di bin tecrîdekî giran de ye, 31 meh in bi tu rengî agahî jê nayê wergirtin û îro li hemû cîhanê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn tê kirin, ev yek hêza paradîgmaya Rêbertî nîşan dide. Lewma dîroka kampanyaya ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, pêngaveke girîng û stratejîk e. Divê  di pêvajoyeke bi vî rengî de teqez em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Jin û ciwan pêşengiya pêngavê dikin

Piştî ku dostên gelê me ev kampanya dan destpêkirin, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê her roj daxuyaniyên piştgiriyê têne dayin. Weke Tevgera Azadiyê em jî 25 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd, bi rengekî bêhempa têdikoşin, me bi hezaran şehîd dan û berdêlên giran dan. Îro di pêvajoya ku em hatinê de, em bawer dikin ku em ê têkoşînê bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Lewma ez bawer dikim ku gelê me, dostên me, hêzên sosyalîst û demokratîk, her kesê ku fikrên Rêber Apo û felsefeya wî ji bo xwe weke hêvî dibînin, wê tenê vê pêngavê bi daxuyaniyan nehêlin. Divê ev kampanya bi rê û rêbazên cuda, nû û afirêner dewam bike. Ev gelekî girîng e. Yên ku pêşengiyê ji kampanyayê re jî bikin, jin û ciwan in.

Ez ciwanên ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatine astengkirin û dersînorkirin, silav dikim. Têkoşîna wan gelekî girîng e. Ez bawer dikim ku kampanyaya ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, bi taybetî wê ciwanên enternasyonalîst pêşengiyê jê re bikin. Bi taybetî ez dixwazim vê destnîşan bikim. Dîsa di pêvajoya dawî de, dewleta Tirk a ku bi taybetî bi çalakiya fedayî ya li Enqereyê matmayî ma, ji bo ku komplo neyê protestokirin êrîşên xwe hîn zêdetir kir. Di şerê Îsraîl-Filîstînê de, me carek din girîngiya paradîgmaya Rêber Apo dît.

‘Divê mafê xwe bi dest bixin’

Tevî ku li ser hevalên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku fedaiyên têkoşîna azadiya Kurdistanê ne, teqemenî û çekên zêde giran hebûn, li şûna ku peyamê bidin dikarîbûn çalakiyeke gelekî cuda bikira û hîn bêhtir zerar bidan dijmin. Lê wan peyamek dan. Rêber Apo dibêje, ‘Eger hêza me ya pê bikarin dinyayê bixin bin destên xwe jî hebe em êrîş nabin ser kesî. Lê hemû dinya jî êrîşê me bike bedel çiqas giran be jî em ê xwe biparêzin’. Ev gelekî girîng e. Bi çalakiya li Enqereyê ev cardin diyar bû. Hikûmeta AKP-MHP ya faşîst ev ji xwe re kir hincet, êrîş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Embarên genim, tesîsên neftê, nexweşxane û depoyên avê dan ber bombeyan. Heman hişmendî xwedî li Fîlîstînê derdikeve. Rûyê wan ê rastîn cardin derket holê. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, tu wateya gotinên tu rayedarekê Tirk nîn e. AKP-MHP a faşîst axaftina bi kurdî hêj jî qedexe dike. Hêj jî navên gund û bajarên Kurdistanê qedexe dike û li aliyekî jî dibêje li Filistînê qirkirin e. Qirkirina Filistîniyan nabe ku mirov qebûl bike. Mafê Filistîniyan jî heye. Divê mafê xwe bi dest bixin. Tevgera me li ser vê mijarê daxuyaniya pêwist da. Yên di ser çavên bi girî yên dê û zarokên Filistînî re siyaseteke qirej dikin, divê bizanin. Heman pêvajoyê zarokên Rojava jî hatin kuştin. Hêj bi hezaran Rojavayî li Şehbayê û cihên din li kampan dimînin. Ew jî penaber in. Xelkê me yê Mexmûrê 29 sal berê ji ser erdê xwe koç kir. Dewleta Tirk çend roj berê xelkê me yê li wir du caran da ber bombeyan, mizgefta bombe kir. Ev nîşaneya hişmendiya wan e. 8’ê Cotmehê di êrîşê de li dijî endamên Yekîneya Têkoşîna Li Dijî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 29 ewladên me û yên Ereban kirin şehîd. Ez 29 şehîdan bi rêz û minetkarî bi bîr tînim, bila serê malbatan sax be. Bi van êrîşên hovane diyar dibe ku hikumeta AKP-MHP’ê çiqas durû ye.

Du rojevên esas ên pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ hene. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta bi fîzîkî neyê azadkirin, pirsgirêka Kurd çareser nabe, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe jî li Rojhilata Navîn aramî, aştî û yekitî ne mimkûn e ku çê bibin. Hatina vê merheleyê ya têkoşînê, bi keda Rêber Apo û berxwedana geş û gur a gerîlayên azadiyê ye. Silav li gerîlayên HPG-YJA Starê ku di vê pêngavê de bi layiqî bi erka xwe radibin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê rûmeta me ne. Bi taybetî ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Metîna, Avaşîn, Xakurkê ta bi Serhat, Bagok, Dersim, Botan û Zagrosan, gerîla pir xweş li ber xwe dide. Li her derê derbên giran li faşîzmê dixe. Gerîla meha Cotmehê çalakiyên xwe hem zêde kirin û gihîştina encamên hêja. Sal û nîv e ku dijmin xwe bigihîne encamê lê li Zapê asê bûye, nikare gavekî biavêje.

Gerîla bi erka xwe radibe. Lewma dijmin hemû çekên qedexekirî bi kar tîne. Li dijî vê, ciwanên Kurdistanê, ciwanên Tirkiyeyî, ciwanên enternasyonal, ciwanên Ereb, divê pêşengtiyê hem ji pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ bikin hem jî bigihîjin gerîla. Gerîla têkoşîna xwe di xeta Bêrîtan û Kemalan de bi rê ve dibe. Salvegera şehadeta Heval Bêrîtan e. Salvegera 30’emîn a artêşabûna jinên azad e. Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û dinyayê 30 sal in jinên Kurd pêşengtiya artêşa xweser û azad a jinan ku cara yekemîn ava bûye, dikin. Di nava vê artêşê de ji Ereb, Tirkiye, Fars û gelên din jî jin hene. Bi vê boneyê di şexsê qehremanên YJA Starê de bila salvegera 30’emîn a artêşabûna jinên azad pîroz be. Bi vê têkoşîna mezin a li Kurdistanê, bandor bi tenê li ser gelên herêmê nabe. Em di vê kampanyayê de dibînin ku hêviya gelek gelan ji gerîla heye.  Pêşengtiya vê kampanyayê gerîla dikin. Gelê me û yên herêmê têkoşînê di xeta Rêber Apo de geş dikin. Rêber Apo ku tecrîdkirî ye bi sekina xwe bi awayekê bêhevta li ber xwe dide.

Sedema girankirina tecrîdê ew e ku Rêber Apo tawiz ji xeta sêyemîn nade û gav ji paş re naavêje. Ji ber van rastiyan dest bi pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ hat kirin. Bawer im ku wê salvegera komployê ya 26’emîn tu sedem nemîne ku Rêber Apo li Îmraliyê bê ragirtin û ev kampanya bigihîje armanca xwe. Heta ku encam bi dest bikeve her kesê tevlî vê kampanyayê bûye, divê tê bikoşe. Heta Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe bawer im ku wê tê bikoşin. Silav û serketin ji bo hemû kesên tevlî kampanyayê bûne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar