Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Avesta Xabûr hat bibîranîn

Avesta Xabûr ku 27'ê Çileya 2018'an di Berxwedana Serdemê de ya li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiya canbexşane pêk anî, di salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê hat bîranîn

Ji bo salvegera şehadeta Şehîd Avesta Xabûr a ku di 27’ê Çileya 2018’an de li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê çalakiya canbexşane pêk anî bû û ji bo salvegera azadkirina 6’an a Kobanê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) merasîm çêkirin.

Merasîm li şehîdgeha Hesekê ya Şehîd Dijwar pêk hat û di merasîma biranînê de ji fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat axivî.

Sosin Bîrhat diyar kir k udi her şerê giran de jin bi ruhê şoreşgerî li ber xwe dane û wiha got: “Ji bo ruhê fedayî yê Şehîd Avesta Xabûr ku rêya têkoşîna me ronî dike, em di şexsê hevrê Avesta de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Di pêvajoya Berxwedana Serdemê de hevrêya me Avesta bi bedena xwe li hember dagirkeriyê sekinî û me jî weke şervanên YPJ’ê û gelê vî welatî hêz û baweriyeke mezin ji vê çalakiyê girt. Dîroka jinên berxwedêr îro bi ruhê heval Avesta careke din di kesayeta YPJ’ê de zindî dibe.”

Fermandar Bîrhat di axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk a dagirker îro li Şehba, Kobanê, Til Temir, Eyn Îsayê di heman demî de li bajarê Dêrik û Şingalê gefan dixwe û wiha domand: “Dewleta tirk bi awayê herî hovane êrîşê tîne ser jin, zarok, kal û xwezaya herêma me, dixwaze li ser welatê me nirxekê nehêle. Lê em şopdarên şehîdan in û di vê serdema nû de jî erkên me yên rizgarkirina welat û parastina şoreşê erkê sereke ye. Ji ber wê jî em ê bi têkoşîna xwe êrîşên dewleta tirk a faşîst bişkînin. Em YPJ, parastina hemû jinan û axa herêmê bikin.”

Her wiha  fermandar Sosin Bîrhat bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Çawa ku YPJ’ê li Kobanê bi pêşengtiya jinan têkoşiya û Kobanê îro bûye remza azadiyê em ê bi heman berxwedanê azadiyê serwer bikin. Em bi ruhê têkoşer Avestayan, şahiya rizgariya Kobanê pêşwazî bikin. Kobanê bi rengê Rêvan û Arînan azad bû û hêviya azadiya cîhanê afirand. Weke şopdarên Avesta, Arîn û Rêvanan em ê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji dagirkeriyê rizgar bikin û bi azadiyê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yê şehîd diyar bikin.”

Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok APO, Bijî Berxwedana Serdemê, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû. HESEKÊ 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar