Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Avrîn, Axîn, Koçerîn û Roza li pey şopa Gûrbetellî û Xelîl Dagan bûn’

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê ji bo bîranîna şehîd Avrîn Mehsûm, Axîn Amûdê, Roza Rênas Amed û Koçerîn Rojîn peyamek weşand û got: “Em ê mîrateya azadiyê ku wan ji me re hiştiye, teqez bigihînin serkeftinê.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:“Em şehadeta hevrêyên xwe û kedkarên çapemeniya YJA Star û Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Avrîn Mehsûm, Axîn Amûdê, Roza Rênas Amed û Koçerîn Rojîn bi serbilindî û rûmetekî mezin pêşwazî dikin, di şexsê hevrêyên xwe Avrîn, Axîn, Roza û Koçerîn de giştî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan a bi rûmet, bi rêzdarî ditewînin. Di despêkê de em ji malbatên wan ê bi rûmet ê ku di ber hevrêyên me de ked dan, wana bi nirxên welatparêzî û çanda Kurdewarî mezin kirin da ku di şoreşa mirovahiyê de bibin xwedî par, sersaxî dixwazin. Em ji tevahî gelê xwe re, malbatên xwe yên şehîdan û yên di oxira têkoşîna azadiyê de berdêl dane re, soz dikin ku; em ê keda hevrêyên xwe ti caran ji bîr nekin û em ê bibin şopdarên tekoşîna wan da ku ji bo pêkanîna xeyalên wan ala zaferê bilind bikin.

Hevrêya me Avrîn Mehsûm di malbateke welatparêz de bi çandeke resen a Kurdîtiyê mezin bû, bi xwestekeke pir mezin di sala 2014’an de ji bo bibe roniya jin û civakê ji Efrînê tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû. Wekî mîlîtaneke Apoyî di xeta jina azad de ji bo ragihandina rastiyan di xebatên çapemeniya azad de cihê xwe girt. Bi dilwêrekî, bi israr û biryardariyeke mezin li pey heqîqetê bê didûlî beziya û ji giştî cihanê re rastiya DAÎŞ’ê û hêzên li pey wî ragihand. Dîmenên jinên ku ji koletiyê rizgar dibin parve kir, bû çavên rastiyan û tevahiya cihanê bi rastiyan hesand. Pêvajoya şerê Efrînê jî tê da heta sala 2020’an di nava xebatên navenda ragihandina YPJ’ê de cihê xwe girt. Pêvajoyên şer ê pir giran de ji bo ragihandina rastiyan her tim di nav xebat û hewldanan de bû. Hevrê Avrîn, xebatên xwe bi Rojavayê Kurdistanê re sînordar nehişt. Çek û kameraya xwe rakir û di sala 2020’an de derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Piştî perwerdeyên bîrdozî, xebatên xwe yên çapemeniyê di navenda ragihandina YJA Star’ê de domand. Wê bi ezmûnên salan ê ku di eniyên şoreşê de girtibû berê xwe da qada Metîna û di Cenga Xabûrê de rolekî dîrokî lîst.

Hevrêya me Axîn Amûdê li Amûdê, di nava malbatek welatparêz û berdêldayî de mezin bû. Li zanîngeha Şamê de beşa civaknasiyê xwend. Dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, bi xwestekek mezin di nav kar û barên şoreşê de cihê xwe girt û mamostetiya zimanê Kurdî dikir. Ew, ti carî bi karên heyî ve xwe sînordar nehişt û erk û berpirsyariyên xwe yên şoreşê her mezin kir. Di sala 2015’an de jî bîryar girt ku tevlî tevgera azadiyê bibe. 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Axîn, di navenda ragihandina YJA Star û HPG’de salên dirêj ked da û xebat meşand. Hem di çarçoveya xebatên navendê de, di heman demê de li qadên pratîkî de bû dengê hevrêyên xwe û tevahî şehîdên Kurdistanê. Herî dawî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo êrîşên dewleta faşîst û berxwedaniya dîrokî ya gerîla bi belge bike û raya giştî re parve bike li ser erka xwe bû.

Hevrêya me Koçerîn Rojîn jî li Qersê ji dayik bû. Di nav civakê de di xebatên ciwanan de cihê xwe girt û ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hat destgîrkirin. Ev hîna li civakê de xwe weke şoreşgereke afirand û pêşengtiya serhildanan dikir. Di sala 2013’an de dem hatibû ku ev serhildêriya xwe hîn zêdetîr birêxistin bike û asta tevlîbûna xwe ya şoreşê mezin bike. Lewma di sala 2013’an de berê xwe da refên PKK’ê. Li Avaşîn, Zapê xwe weke gerîlayeke jin ji nû ve afirand, li Mexmûrê erka parastina rûmeta gel girt li ser milên xwe. Di xebatên girîng a biryargeha navendî de cihê xwe girt û herî dawî jî li Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê de hat erkdarkirin. Ew carna bi çeka xwe, carna bi pênûsa xwe, carna jî bi kameraya xwe tevlî şerê azadiyê bû. Lê bi kîjan amûrê be bila bibe her tim di vê şerê de derbe li dijmin da. Bêdudilî di hemû karên rêxistinê de, di eniyên pêş de cîh girt. Di xebatên çapemeniyê de jî bi heman rihê berpirsyariyê tevgeriya û ji bo ku bibe dengê heqîqeta çiyayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim di nava liv û tevgerê de bû.

Hevrêya me Roza Rênas Amed jî li Amedê ji dayik bû. Di nav malbatê de bi çanda welatparêzî û girêdaniya axa ve mezin bû. Ev hîna di temenê xwe ya biçûk de hewldana qirkirina Kurdan fêm kir, êşên azadiyê ya gelê xwe hîs kir. Lewma bi vê hest û zanabûnê, xwe di nava refên PKK de bi wate kir. Ji 2015’an heta şehadeta xwe ji Rojava heta Qendîlê li ku derê pêwîstî hebe, berê xwe da vê qadê û berpirsyariyên şoreşê rakir. Hevrê Roza jî li çiyayên Kurdistanê de şahîdiya gelek bûyer û berxwedanan kir. Ew her tim ji bo ragihandin û danezana wan berxwedanan hişiyar tevdigeriya. Lewma jiyana hevrêyên xwe, kêliyên berxwedanê û nirxandinan gerîlayan bi awayeke rekûpek digirt qeydê û her tim ji hevalên xwe yên çapemeniye di vê mijarê de xwedî dikir û ji wan re dibû alîkar. Di kêliyê şehadeta xwe de jî cardin li gel hevalên xwe yên çapemeniyê de li ser erka xwe bû. Rêhevala me Roza jî di ragihandina rastiya şerê gerîla de bû xwedî parekî mezin.

Hevrêyên me Avrîn, Axîn, Koçerîn û Roza di bin her şert û mercan de xwe dan pêş û şerê taybet ê dewleta dagirker bi belge kirin. Di qadên gerîla de nûçegîhanî, di nava şerekî wisa bê pîvan de civakê kirina şahidê berxwedanî û serkeftina gerîla ne karekî hêsan bû. Lê hevrêyên me ev kar bi dil û mejiyekî mezin pêk anîn. Tevahî gelê me ji hovîtiya dewleta dagirker agahdar kirin û lehengên vê welatî di kûrahî hafizaya vê civakê de dan kolandin. Ew bi belgekirina şer re, bi ragihandina şer re, di dîroka Kurdistanê de bûn nîvîskarên dîrokeke nû.

Ew evîndarên rastiyan bûn. Ew wekî nûçegîhanên şer tevlî pêvajoyê bûn û rolekî bingehîn hilgirtin li ser milê xwe. Di eniyê şer de, di bin bomberanên balafirên şer û keşfê de bê ku metirsî bijîn yekkêlî jî ji ragihandina rastiyan xwe paşde nedan. Wan bi wêrekî, bi dilnizmî û hevaltiya xwe ya xeta ragihandina azad parastin. Wekî jinên şoreşger di xeta ragihandinê de rûpelekî nû vekirin û navên xwe bi tîpên zêrîn li vê rûpela heqîqetê dan nivîsandin. Wekî endamên YJA Starê, di cih girtina xwe ya di navenda ragihandina çapemeniya YJA Star û HPG’ê de şehîdên doza azadiyê bi her kesî re da naskirin, jiyana gerîla kêlî bi kêlî şopandin û bi gelê me re parve kirin. Hevrê Avrîn, Koçerîn, Axîn û Roza bi keda xwe ya mezin ya li çiyayan hem wekî gerîlayekî, hem jî wekî nûçegihaneke jin di dil û mejiyê heval û gelê xwe de para bêdawî bûnê girtin.

Her 4 hevrêyên me jî ji ber rastiyên dewleta Tirk a dagirker radixistin ber çavan, bûn hedefa dagirkeriyê û bi ruhekî fedaiyane dema li pey rastiyan dibeziyan gihiştin karwana nemiran. Wana hem bi dengê xwe, hem bi kameraya xwe, hêm bi lênûsk û pênûsa xwe, hem jî bi çeka xwe di rizgarkirina rastiyan de bûn xwediyê şerekî mezin. Wana di rêya Arjîn Amed, Nûjiyan Erhan, Sarya Onur, Deniz Penaber, Ali Kanîroj, Xemgîn Amed, Hindistan Penaber de wekî Dilovan Mazlûm, wekî Jiyan Amargî, wekî Zelal Sîdem, wekî Ekîn Wan, wekî Amara Ronahî meşiyan û bi serkeftina xwe rêya azadiyê nîşanî me hêmûyan dan. Em wek endamên çapemeniya YJA Star û hevrêyên wan soz didin ku em ê xwedî li gotin û çeka wan derbikevin. Ev deynê me ji şehîdên ragihandina azad re ye ku em ê nehêlin rastî ti caran bêdeng bibe û di tarîtiyê de bimîne. Wana ji bo rastiyan canê xwe berdêl dan, heta rastî bibe rûyê cîhanê em ê têkoşîna xwe bidomînin û xwedî li xeyalên hevrêyên xwe derbikevin.

Bijî Şehîdên Ragihandina Azad!

Bijî Xeta Azadiya Jin Ya Ku Ji Bo Rastiyan Canê Xwe Dike Mertal!

Şehîd Namirin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar