Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Awûstûrya: Êrîş ji hêla AKP û MHP’ê ve hatin organîzekirin

Rayaderên hikûmeta Awûstûryayê derheqê êrîşên di 24’ê hezarînê de li Viyanayê ji aliyê komên faşîst ên tirk ve li hemberî kurdan û derdorên çepgirên tirkiyeyî û awûstûryayî pêk hatibû û 4 rojan berdewam kiribû de daxuyanî dan. Wezîre Karê Navxwe Karl Nehammer, Wezîra Lihevkirinê Susanne Raab û Şefê Polîsan ê Viyanayê Franz Eîgner daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan û derbarê rûdanê lêpirsîn dane vekirin.

Dema daxuyaniya çapemeniyê rayedaran derbarê êrîşên faşîstên tirk ên li ser çalakiya ku Plaforma Jinan a Ewropayê organîze kiribû, gotin di dest wan de delîl hene ku êrîş ji hêla MÎT’a tirk ve hatine organîzkirin. Wezîrê Karê Navwe Karl Nehammer got ku li pişt van êrîşan paşxaneke polîtîk heye û bal kişande ser desthilata AKP-MHP’ê.

Wezîr diyar kir ku ji çar kesên ku êrîş organîze kirine yek jê tirk e, yên din jî bi eslê xwe tirk in û welatiyên wan in û wiha got: “Ev kesên ku tev li pevçûnê bûne û temenê wan di navbera 25-30’î de ne, tespît bûye ku ji nav van kesan yek jê têkilî saziyên AKP-MHP’ê yên li Almanyayê ne.”

Wezîr da zanîn ku li Awûstûryayê îşaretên ‘gurên boz’ û ‘rabîa’ qedexe ne, 220 kesên li gorî yasayên sembolên qedexe neçûne û tev li êrîşê bûne hatine tespîtkirin, li ser wan pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye.

Wezîr her wiha got ku nûçegihanê kurd Nûrettîn Civandag ê ku êrîşa nîjatperest çûyî ser rakirine nexweşxanê.

Wezîr anî ziman ku yek ji kesê ku êrîş birî serî Civandag li Almanyayê endamê komeleyeke MHP’yê û ev 3 kesên ku êrîş birine ser nûçegihanê kurd hatine berdan.

Wezîr got ku wan tespît kirine ku kesên navborî wêne û vîdoeyên kurd, çepgir û sosyalîst û nûnerên komeleyên elewî girtine û şandina ji îstîxbarata tirk re û wiha diyar kir: “Êrîş bi desteka saziyên AKP-MHP’ê yên Almanya û Tirkiyeyê hatiye organîzekirin.”

Wezîra Lihevkirinê Susanne Raab jî got ku ji niha û pê de ew ê tehemûlî wan komeleyên tirk nekin ku bi dewleta tirk re tevdigerin. VIYANA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar