Her demsalê em dibînin kurd xemgîn in, an komkujiyek bi serê wan hatiye yan jî gefên dijmin li dijî wan ranawestin. Îro jî vê rewşê li her çar aliyên Kurdistanê xwe daye der. Lê li Başûr hêzeke kurd êrîşî ya din dike û li Rojava jî Tirkiye gefa êrîşê li kurdan dixwe, li Bakur û Rojhilat jî dîktaoriya dewletan jixwe tu rehetî nedaye kurdan.
Sedema vê trajedî û qelsbûna kurdan jî, ne yekitiya wan e. Her çendî tên kuştin û axa wan tê dagirkirin lê serhişkiya wan rê nade ku nêzîkî hev bibin. Ha! Di nava wan de jî hene yên ku bi dehan sal in ji bo azadî û mafê gelê kurd şer dikin û hene yên ku ne tên ser rêya yekitiyê û ne jî destê dijiminê xwe berdidin.
Li Efrînê binêrin, parçeyekî bedew ji axa Kurdistanê rojane tê wêrankirin, talankirin. Ew devera ku kurdan ew weke bihuşteke xwe didîtin, îro bûye dojeh, ji bilî kuştin û revandina mirovan tiştekî din lê tune ye. Di ser de jî lingên xerîb lê dimeşin û gemar dikin. Serê Kaniyê jî weke wê! Lê heta niha lîderên kurdan ji Efrînê tiştekî weke hev negotiye, ango birîna wan ne yek e.
Ma li Kerkûkê binêrin, di nava şev û rojekê de û bêyî teqandina guleyekê û tevî hêza kurdan a mezin jî lê ji destê kurdan çû. Ji ber hinek lîderan li hev nekir, qedera bi dehhezaran kurd ket destê hinek hêzên hov û panîqelişî. Heta niha jî tawanbariyên xiyanetê li hev bar dikin.
Waye Kobanê ku bûye sembola bi milyonan kurd, li ber agirê dijminê kurdan dişewite, lê me nedît wan lîderên kurdan ji bo wê sersaxî xwest an jî desteka xwe ji kobaniya berxwedêr re nîşan da.
Rojava, xwişka biçûk a aliyên din ên Kurdistanê, biryara xwe xist destê xwe û hewl dide mafê kurdan ê windayî bi dest bixe lê belê cîranê wê yê li Başûr heta niha şerê wê dike û tevî Parlamentoya Katalonî ew nas kir, hîn xwişka wê ew nas nekiriye û her tim jî astengiyan li pêşiya wê çêdike.
Eger em her tim dibêjin Kurdistan çar parçe ye, îro kurd ji bo rakirina wan sînoran çi tînin serê hev. Li şûna wan têlên rêsayî ji kokê ve rakin, wan bi stûn dikin. Dibe ku her aliyek dibêje ez rast im, lê ne lihevkirina wan azarê kurdan zêdetir dike.
Wan lîderan destê xwe li sînga xwe xistin û gotin em ê mafê gelê xwe bi dest bixînin, lê gelo ew gotin niha li ku ye? Gelo baweriya kurdan bi wê gotinê tê? Çi ji bo wê gotinê hatiye kirin? Çima Şengal bi tenê hat hiştin? Çima Sedamê wê çaxê derbasî Hewlêrê kirin? Çima 5 gerîla li Xelîfanê şehîd bûn? Ma gelo li wir jî Lozan û Sykes Picot hebûn?
Ger Qazî Mihemed, Şêx Seîdê Kal, Mehmûdê Berzencî, Seyîd Riza, Cegerxwîn û Ehmedî Xanî hebûna wê niha çi gotibûna? Wê gotibûna haho kurdino we çi aniye serê xwe!
Encama van tiştan ne tifaq e! Encam her roj dayik reş girê didin û li ser goristanan rondikan dibarînin! Encam derbederrî û koçberî ye! Encam tunekirina nasnameyê ye! Encam nalîn û qêrîna gelekî bê hêvî ye! Encam ne serxwebûn e!