Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Axaftina Manu û handîkapa Êlek Zeran

Şeva serêsalê serokkomarê Komara 5’emîn a Fransayê Emmanuel Macron ji bo serê salê li ser kanalên televîzyonan peyamek weşand. Macron ê ku fransî jê re dibêjin Manu behsa rewşa kaotîk a serdema ‘ultralîberalîzm’ê kir. Manu di nav axaftinên xwe de weke ku li ser navê fînans kapîtalê li xwe mikur were got; karê me ne hêsan e.

Helbet piştî van axaftinan heke hinekên ku li bendê bûn wê Manu gunehên xwe daweşîne, xapiyan. Manu jî weke serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan bi demagojiya ‘millî’ û ‘yerlî’ ji fransiyan xwest fedakariyê bikin. Li aliyê din Manu di nav axaftina xwe de gef li Êlek Zeran jî xwar. Wan weke ‘çend çapulcî’ bi nav kir û îdia kir ku ew gelê fransî temsîl nakin.

Dema ku min li axaftinên wî guhdar dikir, car bi car min digot qey kesê ku diaxive ne Manu lê Erdogan e. Helbet gotina pêşiyan ji bo vê rewşê heye ku dibêje; Du keran li ber hev girênedin ji hev hînê… dibin.  Karakterê van kesên ku bi nexweşîna îktîdarê ketine wekî hev e. Smptomên vê nexweşiyê jî wekî hev in. Manu digot, di sala nû de ji bo asayîşê biparêzin amadekariyên xwe kirine. Hûn dikarin vê hevokê weke “em ê êrîşî Êlek Zeran bikin” jî bixwînin.

Em van nexweşên li ser post deynin aliyekî. Ji ber ku nexweşîna li wan peyda bûye, heta ku wan neqedîne dev ji wan bernade. Em vegerin ser mesela Êlek Zeran. Çalakiyeke wisa berfireh a ku ji her beşên civakê tevlêbûnên xwe heye sed mixabin ku hê jî bernameyeke wan a li dijî pergalê tune ye. Rast e, guherînê dixwazin, rast e ji bo vê yekê her roja şemiyê jî dadikevin qadan, rast e roja serê salê jî li qadan bûn lê hê jî pirsgirêka wan a pêşengiyê heye.

Ji kisê xwe heta radeyekê mirov fêm dike bê ka çima naxwazin navê wan û partiyeke siyasî bi hev re were bilêvkirin. Lê li aliyê din her roja ku derbas dibe, pergal xwe li dijî wan qewîn dike. Derzên ku bi saya van çalakiyan di qesrên wan de çêbûn niha tên girtin. Di nivîseke der barê Êlek Zeran de min dîsa îşaret pê kiribû ku bi daneyên sosyolojiya klasîk mirov nikare tahlîleke rast ji bo van çalakiyan bike. Ez hê jî li ser wê nêrîna xwe me. Lê belê ji vê tevgerê lazim e sazûmaniyek jî derkeve.

Manîfestoya ku Êlek Zeran beriya çend heftiyan bi raya giştî re parve kir jî dikare weke rêziknameya sazûmaniyeke nû were qebûlkirin. Yan na dê ev çalakî bere bere marjînal bibin û îktîdar bi dek û dolaban, bi êrîş û zextan dê hewl bide ku çalakiyê bi dawî bike. Rewşa kaotîk an ew ê ji nav xwe tevgerek û rêberek derxe yan jî wê li dijî ‘ultralîberalîzm’ê nikaribe li ber xwe bide. Heta dibe ku demekê mecbûr bimîne vekişin kozikên xwe.

Nûçeyên Têkildar