Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Aydar: Divê demildest diyalog were destpêkirin

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê hatiye destpêkirin dê bi serkeftinê encam bibe û anî ziman ku grev û kampanyayên dom dikin dê bibe pêla destpêkê ya têkoşîneke mezin.

Bi ser komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û radestkirina wî ya Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Gelê kurd 15’ê Sibatê weke “roja reş” pênase dikin û ev dîrok ji bo Rojhilata Navîn jî bû qonaxeke pir girîng. Ji ber ji Rêberê PKK’ê Ocalan di encama komployê anîn Tirkiyeyê şûnde, li Rojhilata Navîn şer û mudaxileyên hêzên emperyal qet nesekinîn.

Serokwezîrê Tirkiyeyê yê demê Bulent Ecevît bi komploya navneteweyî ya DYA, Îsraîl, Ingilistan, Rûsya, Îtalya, Almanya, Fransa û Yewnanistan tê de bû, nehesiya û wiha li xwe mikur hatibû, “Apo çima teslîmî me kirin, min fêm nekir”. Piştî komploya ku serkêşiya wê DYA’yê kir, serokê demê Bill Clinton, piştî navbera 21 salan, çû Şamê û bi Hafiz Esad re hevdîtinekê pêk anî. Hevdîtin 4 saetên dom kir û ji van 3 saet mijar bû Ocalan. Piştî hevdîtinê plansaziya komployê gav bi gav hat honandin û bi derxistina Ocalan ya ji Sûriyeyê, komlo dest pê kir. Tevahiya hêzên di komployê de cih girtine, ji bo ku têkoşîna azadiya kurd bi dawî bibe, hevkariyê kirin. Rêxistinên van welatan ên îstîxbaratê bûn rêvebirên komloyê yên li qadê. Ocalan piştî hat girtin, xistin girtîgeha girava li Îmraliyê ya bi awayeke taybet hatiye amadekirin û ev 25 sal e di bin tecrîdekek giran de tê ragirtin. Ocalan di van 25 salên derbasbûyî de hevdîtinên sînordar bi malbat û parêzerên xwe re pêk anî û 35 mehên dawî jî di bin tecrîdeke giran de ye.

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar, ser encam û sedemên komploya 25 berê dest pê kiriye û tecrîda ser Ocalan axivî.

Aydar bi bîr xist ku pêşiya komployê li Kurdistanê şereke “dijwar” dewam dikir û anî ziman ku di serî de Amerîka, hêzên navneteweyî ji bo ku Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin, hin mudaxileyan li herêmê kirin û da zanîn ku kurd û Tirkiye jî lingeke vê plansaziya mudaxileyê bûn û ev tişt anî ziman: “Jixwe Tirkiye demeke dirêj hevserokatiya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn kir. Amerîka xwest ku kurd jî li dijî Tirkiyeyê têkoşînê bikin û piştgiriyê da PDK’ê û YNK’a li başûr a Kurdistanê pêşengtiyê dikin. Xwestin ku PKK’a li Bakur têkoşînê dide meşadin jî, berteref bikin.”

 ‘Plansaziya li ser PKK’ê pêk nehat’

Aydar diyar kir ku gava ewil a plansaziya berterefkirinê ser Ocalan ava kirin û destnîşan kir ku pêşiyê xwestin ser Sûriyeyê zextê ava bikin da ku Ocalan ji welat derxe. Aydar anî ziman ku di encama danezana hatiye avakirin, rê li ber çûna Ocalan a Yewnanistanê vekirin û wiha axivî: “Serok Apo li wê derê bi rûyên tirş ve hat pêşwazîkirin. Jixwe berdewamiya wê tê zanîn… Herî dawî di encama plansaziyekê li Kenyayê teslîmî Tirkiyeyê kirin. Armanc bi temamî berterefkirina PKK’ê bû. Li gorî wan dema têkiliya PKK’ê û Serok Apo were qutkirin, dê emrê PKK’ê 6 meh be. Gotin ku dê wekî serhildanên berê yên kurd be lê belê ev plansazî bi ser neket.”

Aydar, diyar kir ku Ocalan di têkoşîna li dijî Girtîgeha Îmraliyê de “bi derfetên qasî serê derziyê” paradîgmaya ku pêşkeşî gelen kiriye, plansaziyên ser PKK’ê ya hêzên navneteweyî, xera kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi qasî ku Serok Apo dîlgirtî be, em nikarin bêjin me vê komployê vala derxistiye. Hinek kes pêvajoya 25 salan bike roman dê pêvajoyeke bir dîrokî vebêje. 25 sal li hundir û derva li ser agir derbas bû.”

Rayeya Tirkiyeyê ya gardiyantiyê!

Aydar got ku tespîta Serok Apo ya “Rayeya gardiyantiyê dane Tirkiyeyê” gelek di cih de ye û bi bîr xist ku hêzên navneteweyî bi feraseta “me girt, em didin we” tevgeriyan û wiha pê de çû: “Dema ku Serok Apo dîl hat girtin, serokwezîrê demê Ecevît wiha pirsîbû, ‘min hêj jî fêm nekiriye, gelo çima teslîmî me kirin’. Dema em berê xwe didin geşedanên din, me dît ku di sala 2001’an li Ewropayê lîsteyeke terorê hat weşandin, stratejiya piştgiriya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin û rol hatin guhertin. Roja Tirkiyeyê jî guherî.”

Aydar da zanîn ku rejîma dîlgirtinê ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, darbeya herî mezin ya li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Aydar diyar kir ku li dijî vê yekê têkoşîna gelê kurd û rola ku Ocalan dilîze, nahêle hêzên navneteweyî bigihijin armancên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pradîgma daniye holê, ji bo mirovahiyê bûye çareseriyeke cîhanî. Têkoşîna Serok Apo ya 25 salan, ji têkoşîna li derve zêdetir e. Têkoşîneke 51 salan a azadiyê heye. Hêzên serdest û Dewleta Tirkiyeyê ji vê paradîgmayê ditirsin. Xwegihandina gel a Rêber Apo, li dijî xwe dibînin. Dema berê jî ji bo ku nêrînên wî negihijin gel, gelek astengî hatin kirin lê belê niha bi temamî dan û stendin hatiye birîn.”

‘Sûcê mirovahiyê tê kirin’

Aydar diyar kir ku tecrîd bi armanca “tolê” tê domandin û wiha got: “Ya rast, vê gavê pêdivî bi axaftina wî heye. Divê niha bi gel û mirovahiyê re biaxive. Di asteke ku pêşniyarên xwe pêş bixe û têxe xizmeta mirovahiyê de ye. Nêrînên ku dê xizmeta mirovahiyê bikin, tên astengkirin. Astengkirina nêrînên Serok Apo astengkirin mirovahiyê ye. Di hêla azadiya jinan de paradîgmayeke pir hêja hat pêşxistin. Binêrin di serhildana Îranê de, perspektîfa Serok Apo ya ‘Jin jiyan azadî’ bi pêş ket. Di hêla din de, dê cîhan çawa were parastin? Paradîgmayeke ku dê xizmetî tevahiya dinyayê bike, di holê de ye lê belê avakarê vê paradîgmayê, feylesofê wê di hundir de tê ragirtin. Vê gavê li her dereke dinyayê, mirov dixwazin di çarçoveya paradîgamayê de perwerdeyê bistînin.”

 ‘Şoreşa Rojavayê’

Di berfirehiya axaftina xwe de Aydar destnîşan kir ku bi şoreşa li Rojavayê hatiye pêşxistin, careke din komplo “hatiye valaderxistin” û got: “Ambargoyên li çar aliyan de tên pêşxistin, di bin êrîşan de, bi temamî jiyanek tê avakirin. Li wê derê jiyana gelan a bi hev re, civakbûna wekhev a jinan, pir girîng e. Serok Apo çawa ku ev 35 meh in di bin tecrîdeke giran de be, hemen dijminatiyê êrîşên li dijî Rojavayê têne domandin. Dixwazin jiyanê ji holê rakin. Ev jî rengeke cuda yê komployê ye. Êrîşeke li dijî paradîgmayê ye.”

Aydar nirxandina “Girtina deriyên Îmraliyê, bi gel re wek şer û mirin vedigere” kir û bîr xist ku dema di pavajoyên Ocalan ketiye dewrê de, kanalên aştî û diyalogê vebûne. Aydar bal kişand ser greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, li girtîgehan hatiye destpêkirin û kompanyayên berdewam dikin û got: “Hûn nikarin her du pirsgirêkan ji hev cuda bikin, di nava hevûdu de ne. Deh hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de ne. Greva birçîbûnê digihije roja xwe ya 80’yan, bibiryar in. Berê jî grevên mezin ên birçîbûnê û rojiyên mirinê hatin li dar xistin. Bi peyama Rêber Apo bi dawî bûbû û ji nû ve pêvajoya diyalogê dest pê kiribû. Vê carê dê çêbe, dê çênabe em pê nizanin; lê belê em di pêngava çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan de bibiryar in.”

Pêwistiya hevdîtinê

Aydar axaftina xwe bi van gotinan domand: “Em difikirin ku dê ev pêngav encam bigire. Ne tenê çalakiyên li kolanan, hevdîtinên girîng jî tên kirin. Plansaziyên konferansên Îtalya, Swêd, Fransa û Almanyayê hene. Wek temamî berdewam dikin. Ev grev û kampanya destpêka pêla mezin a têkoşîna tê ye. Divê demildest muzakere û diyalogê bidin destpêkirin. Di pêvajiyên berê de em samîmî bûn, lê belê aliyê hember wek taktîkî nêz bû û mirin hatin jiyîn. Welat êşê dikişîne. Ji bo ku dawî li van hemûyan were, divê tecrîd bi dawî bibe. Ev têkoşîn têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ye.”

Aydar, di dawiya axaftina xwe de banga tevlibûna meşa Kolnê ya 17’ê sibatê kir û got: “Em ê li wê derê li benda kurd û dostên kurdan bin. Em dixwazin azadiya Serok Apo û hevalên wî, çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Kurdistanê ji dinyayê re vebêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar