Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Aydar: Divê em bi dengê xwe tola komkujiyan hilînin

Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr ji bo hesabpirsîn û tola komkujiyan a ji faşîzma AKP-MHP'ê bang li hilbijêrên li derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kir ku dengê xwe bi kar bînin.

Aydar anî ziman ku li welêt pêvajoyeke krîtîk heye û got, “Li Ewropa û welatên din ên cihanê em di nava vê pêvajoyê de ne. Doh li gelek welatan dengdanê destpê kir. Li gelek welatan mirovên me hene. Belê em li vir in, lê belê parçeyekî me li welêt û xaka me ye. Bûyerên li wir diqewimin yekser bandorê li me dikin. Ji ber vê yekê encamên erênî yan jî neyînî ji nêz ve me eleqedar dikin. Di vê hilbijartinê de jî xelkê me yê li Ewropayê divê helwestê nîşan bide. Nêzîkatiya ‘Me eleqedar nake’, ‘Em li vir dimînin’ divê neyê nîşandan.”

‘Divê em bi dengê xwe tola komkujiyan hilînin’

Zubeyîr Aydar bi dewamî got, “Rejîma li hemberî me rejîmeke dîktator û faşîst e. Rejîma bi serokatiya Erdogan bi salan e xwîna me dirijîne, me dikuje. Bi taybetî di 8 salên dawî de yanî ji sala 2015’an û vir ve li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê, tevahiya Kurdistan kiriye gola xwînê. Ciwanên me, miroven me bi saxî li jêrzemînan şewitandin, li dijî gelê me çekên kîmyewî bi kar tînin. Di serî de Efrîn û Serêkaniyê bajarên me hilweşandin, êşên giran bi gelê me dan kişandin. Berpirsyarê vê komkujî û hilweşînê rejîma AKP û Erdogan e. Ji ber vê yekê roj roja hilanîna tolê ye. Divê em bi dengê xwe, bi îradeya xwe tolê hilînin.”

‘Dengên li Ewropayê yekser bandorê dike’

Aydar got, “Armanca me ya destpêkê hesabpirsîna ji vê rejîmê ye, hilanîna tolê ye. Armanca me ya duyemîn jî ew e ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê ku Kurdistanî û dostan ava kirine û bi xurtî vê tifaqê tevlî meclîsê bikin. Di hilbijartinên berê de jî me dît ku li Ewropayê li cihên çûn dengdanê em bûn partiya yekemîn. Lê belê li cihê ku neçûn dengdanê, me gelekî kêm deng wergirt. Lewma divê neyê jibîrkirin ku hilbijêrên li Ewropayê li gelek deveran tevkarî li qezençkirina parlamenteran kir. Mînak li Kocaeliyê parlamenter bi dengên ji Ewropayê hate hilbijartin. Dengê me yekser bandor li hilbijartina parlamenterê li wir kir.”

Aydar ev bang kir, “Ji bo hesab ji vê rejîmê bê pirsîn em bang li gelê xwe, hevalan û dostan dikin; biçin dengdanê û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar