Zubeyîr Aydar da zanîn ku divê her kes xwedî li berxwedêrên çalakiyên grevên birçîbûnê derkeve. Aydar her wiha ji bo çalakiya ku dê di 16’ê sibatê de ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin jî banga tevlêbûnê li gelê kurd û dostên wan kir
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zubeyîr Aydar têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Aydar ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê û şermezarkirina komploya navneteweyî bang li kurdên li Ewropayê kir. Aydar bang li hemû kurdistanî û dostên wan kir ku di 16’ê sibatê li Strasbourgê bin.
Zubeyîr Aydar çalakvanên di greva birçîbûnê yên li Strasbourgê ziyaret kir. Aydar anî ziman ku çalakvan bi israr li ber xwe didin û wiha domand: “Berxwedan pêl bi pêl belav dibe. Ev yek pêleke berxwedanê û pêngavê ye. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ketiye sala 20’an. Berxwedanên greva birçîbûnê ji bo gel û dostên me bangeke girîng in. Divê em dengê wan li dinyayê bidin bihîstin. Ji ber vê jî divê em çalakiyên mezin û girseyî li dar bixin. Divê em dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bînin û rê li ber azadiya wî vekin.”
Bal kişand ser çalakiyên sala 1999’an
Aydar bal kişand ser serhildana neteweyî ya sala 1999’an a li dijî komploya navneteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mîna sala 1999’an divê em li her devera dinyayê rabin ser pêyan û dîwarê tecrîdê hilweşînin û azadiyê misoger bikin. Ez bang li her kesî dikim ku di salvegera komploya navneteweyî de berê xwe bidin Strasboûrgê. Dê gelê me îsal di 16’ê sibatê de li Strasbourgê bicive. Ji ber ku bi sedan hevalên me di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan krîtîk e, salvegera îsal pir girîng e. Em bi rengekî girseyî li Strasbourgê li hev bicivin û bibin dengê van hevalên xwe.” STRASBOURG