Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Aydenîz: Di aliyê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de Birêz Ocalan şansek mezin e

Salîha Aydenîz diyar kir ku di pêvajoya pêş de rojeva me ya sereke wê tecrîd be. Em ê li dijî tecrîdê xeta têkoşînê ava bikin û got: “Pêşniyarek çareseriyê ya zelal a Birêz Ocalan ji bo hemû krîzên ku netewdewletan li Rojhilata Navîn afirandiye, heye. Ocalan ji bo gelan şansek mezin e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Îmraliyê girtiye 30 meh in tu agahî jê nayê girtin, ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, bersivên der barê polîtîkaya tecrîdê û bandora wê ji ajansa JINNEWS’ê re bersivand.

*Hûn di neçareseriya pirsgirêka kurd de tecrîdê li ku dibînin? 

Tecrîd divê tenê di şexsê Birêz Ocalan de li ser wî tenê neyê dîtin. Em îro divê bi her alî bibînin ku tecrîd veguheriye rêbazek çawa. Divê tecrîd giştî bê nirxandin. Birêz Ocalan 25 sal berê bi komployê anîn Tirkiyeyê. Ji 8’ê Nîsana 2015’an tecrîd divê ji du aliyan bê destgirtin. Em li tecrubeya 25 salan binêrin. Birêz Ocalan bi komployê dîl girtin û dan Tirkiyeyê. Der barê Birêz Ocalan de qanûn derxistin û li Îmraliyê xistin meriyetê. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî tecrîdek giran heye. Ji ber vê divê du alî bê nirxandin. Ev 8 sal in tecrîd bi formatek cuda tê meşandin.

*Ev du sal û nîv e agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê giritn. Desthilatdarî bêdeng e. Hûn der barê vê de çi dibêjin?

Ev rewşa 8 salên dawî jî asta nû ya berdewamiyaa komployê ye. CPT ya ji tecrîda birêz Ocalan berpirs e, li dijî tecrîdê bêdeng e. Li dijî sozên hatine dayîn yek gotinekê nabêje. Li dijî tecrîda giran bêdeng e. Belê ev jî nîşan dide ku pêvajoya komployê didome. Tecrîda li Îmraliyê êdî sînorên Îmraliyê bezandiye û li ser hemû civakê belav bûye. Li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştiye asta jor. Îro ji ber şerê tê jiyîn krîza aborî , hilweşîna ekolojîk tên jiyîn. Ev hemû girêdayê tecrîdê ne.

Tecrîd heta 2015’an li Îmraliyê bû. Li Îmraliyê pêk dihat. Lê ji wir derxistin û bi qanûnên taybet li hemû girtîgehan belav kir. Birêz Ocalan ji hemû mafan bêpar e. Ji mafên hevdîtina telefon, hevdîtinên malbatê, parêzer bêpar e. Bêguman tecrîd ne ev tenê ye. Birêz Ocalan kesekî ji rêzê nîne. Birêz Ocalan bi perspektîfên ji bo krîzan bersivek zelal û alternatîfek xurt pêşkeş dike. Ev şanşek pir mezin e.

*Tecrîd bandorek çawa li jin, gelan û hemû civakan dike? 

Di bin navê polîtîkayên ewlehî û zayendperstiyê de oldarî tê sorkirin û mezinkirin. Ji ser vê jî globalbûn tê afirandin û gelan li hev dikin dijmin. Zemîna ku xwe dispêre vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji ber vê jî 8 sal in, tecrîd ketiye astek cuda. Sedema vê ev e. Ji ber vê bandor li ser hemû aliyan dike.

*Ji bo hevdîtinînan gelek sisyasetmedarî serlêdan kir. Di mijara serlêdanan de muxatabî guherî? Ger pêk nehatibe sedem çiye?

Birêz Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de mutabakatek 10 salî ku îro dibû çareseriya krîzan pêşniyar kir. Ev hemû bi diyalogê û di zemîna demokratîk a muzakereyê de wê pêk bihata. Me jî bi vê bawer kir û ji bo tecrîda birêz Ocalan bi dawî be me serlêdan kir. Ne tenê me hevserokên KCD, HDP, parlametnerên me, hiqûqnasan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê bersivek nehat girtin. Nedayîna bersivan jî nîşan dide ku dixwazin Tirkiyeyê çawa bi rê ve bibin.

 ‘Em ê li dijî tecrîdê xeta têkoşînê ava bikin’ 

Ji bo serlêdanên me bersiv nayên dayîn. Li ser vê em ê  bi israra xwe bi sînor nemînin. Di pêvajoya pêş de rojeva me ya sereke wê tecrîd be. Em ê li dijî tecrîdê xeta têkoşînê ava bikin û di pêvajoya pêş de wek her tim di vê têkoşînê de cihê xwe bigirin.

*Tecrîdek fizîkî heye lê divê aliyên îdeolojîk jî bên axaftin. Modela modernîteya demokratîk a Abdullah Ocalan pêşkeş kiriye heye. Di vî alî de divê tecrîd çawa bê nirxandin?

Îro hemû aliyên ku fikrên Birêz Ocalan esas digirin ji bo azadiya wî ya fîzîkî çalakiyan pêk tînin, nivîs tên nivîsin. Birêz Ocalan îro bi rastî di krîza piralî ya ku modernîteya kapîtalîst afirandiye de xwe li ser piyan digire. Li dijî vê bi paradîgmaya azadiya jinên ekolojîk û demokratîk îro li hemû cihanê fikra wî belav bûye. Ji ber vê armanca me tenê bidawîkirina tecrîdê ye û azadiya fîzîkî ya Ocalan e. Armanca me ev e ku felsefeya Birêz Ocalan li her derê bi awayekî azad her kes xwe bigihinê. Ji bo vê divê xeta têkoşînê bê meşandin. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ji paradigmaya Birêz Ocalan tê. Piştî Jîna Emînî têkoşîna jinan a li cihanê belav bû, zemîna xwe ji felsefeya ‘jin jiyan azadî’ digire. Ev şoreş zemîna xwe ji paradîgmaya Birêz Ocalan digire.

*Siyasete Kurd li dijî tecrîdê di amadekariya pêngava nû de ye? Hûn dikarin behsa vê bikin?

Îro di rojeva me hemûyan de tecrîd heye. Ji vir şûnde jî wê di rojeva me de tecrîd hebe. Baweriya me ev e ku bi hemû aliyên siyasî, civakî û hiqûqî têkoşîn bê meşandin, xeta têkoşînê bê avakirin û li dijî tecrîdê bi hevkarî têkoşîn bê meşandin. Heta îro têkoşîna azadiya Birêz Ocalan hat dayîn. Niha 9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî tê. Em ê bi vê re li dijî tecrîdê têkoşîna xwe xurt bikin. Heta encam neyê girtin wê pêvajo wisa bimeşe.

*Bidawîbûna tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çima girîng e?

Di alî Tirkiyeyê de li alî Kurdistan û Rojhilata Navîn Birêz Ocalan şansek mezin e. Îro li dijî şerê tê meşandin di zemîna demokratîk de pergaleke ku azadiya jinê û ekolojîk pêk tîne, pêşniyar dike. Ev pêşniyar ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan nokteyek girîng e. Em bi vê bawer dikin. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka krîza piralî  şansek mezin e. Ji bo vê şansê em hemû bi hev re têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar