Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, ji bo meşa ku wê ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve li dar bixin bang kir û ev tişt got: “Rêya derketina ji hemû krîz û pirsgirêkan azadiya birêz Ocalan e.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED), ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî salekê ye agahî jê nayê girtin wê di 12’ê hezîran ê de bi şîara “Li dijî siyaseta tecrîdê em ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan dimeşin Gemlîkê” “Meşa Mezin a Gemlîkê” li dar bixin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, derbarê meşa ku wê li dar bixin de axivî û nirxandinan kir. Aydenîz, diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya Ocalan wê bimeşin Gemlîkê û wiha got: “Rola û mîsyona Ocalan a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi goşt û hestî bûye û êdî gelên dinyayê di ferqê de ne ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê li ser Ocalan tê pêkanîn. Sedema sereke ya krîzên Tirkiyeyê israra neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Em di serdemeke ku AKP-MHP dixwazin gelê kurd tasfiye bikin û tune bihesibînin de dijîn. Di bin vê polîtîkaya ku şer bi xwe re tîne de polîtîkaya tecrîdê heye. Tecrîd bûye pergala birêvebirina Tirkiyeyê. Polîtîka, qanûn û pêkanînên taybet ên ji bo Îmraliyê hene.”

‘Ocalan çareseriyê ferz dike’

Di berdewama axaftina xwe de Aydenîz, destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan re pêşeroja gelên Rojhilata Navîn dikine aloziyê û ev tişt anîn ziman: “Li dijî vê pergalê Ocalan 23 sal in çareseriyê ferz dike. Heta ku pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk neye çareserkirin wê li Tirkiyeyê pergala yekzilamî mayîn de be. Dema ku ev hemû tên nirxandin rola û hewldan Ocalan bi awayekî zelal tê fêmkirin. Rêya derketina ji hemû krîz û pirsgirêkan azadiya birêz Ocalan e. Divê ev bi awayekî zelal bê dîtin. Li dijî tecrîdê ne tenê gelê kurd divê hemû gelên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Beriya niha jî meşa Gemlîkê hatibû lidarxistin. Azadiya Ocalan ne tenê daxwaza gelê kurd e di heman demê de daxwaza herkesê ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn doza azadî dike. Ji bo vê meşê gelek girîng e. Ji bo derketina ji krîzên Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna li dijî tecrîdê li Tirkiyeyê bê avakirin.”

Banga ji bo meşê

Aydenîz, ji bo meşa ku wê di 12’ê hezîranê de li dar bixin jî xwest ku herkes piştgirî bide û ev bang kir: “Ji bo ku polîtîkaya tecrîdê nebe pergala rêveberiyê û bibêjin dema azadiya Ocalan hatiye me meşeke bi vî rengî plan kir. Ji îro şûn ve piştî banga ku em ê bikin wê ji bo çûna Gemlîkê wê li tevahiya bajaran xebatên teknîkî û rêxistinbûnê dest pê bikin. Di vê mijarê de wê hemû rêxistinên demokratîk jî di hezîranê de bi awayekî girseyî di meşa me de bin. Ji bo meşa ku em ê di 12’ê hezîranê de li dar bixin bang li herkesê azadiya Ocalan dixwaze dikin ku berê xwe bidin Gemlîkê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar