Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinan bigirin

Siyasetmedar Nûrsel Aydoganê diyar kir ku komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin û ji bo hedefgirtina jinên pêşeng jî wiha got: “Cihê jinên hatine qetilkirin, ji aliyê peyrewên wan ve hatiye dagirtin û ev têkoşîn her domandiye.”

Gava cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Îran û RÛsyayê li Astanayê li hev civiyan, di 20’ê Hezîranê de li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êriş bir ser wesayîteke sivîl. DI êrişê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş jiyana xwe ji dest dan.
Berê jî di êrişên Tirkiyeyê de Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emine Weysî, Seda El-Hermas, Hind El-Xidêr, Rojîn Îso, Nujiyan Ocelan, Viyan Kobanê, Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cîhan Nidal Elî- Jiyan Tolhildan hatibûn qetilkirin.
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan, têkildarî hedefgirtina jinên pêşeng û geşedanên li herêmê axivî.
Civîna astanayê
Aydogan bibîr xist ku Sûriye dixwaze Tirkiye ji xaka wê derkeve û got: “Lê Tirkiye jî ji bo operasyona bejahiyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwest ji civîna Astanayê biryara erêkirinê derkeve, lê welatên garantorê Sûriyeyê Rûsya û Îran û DYA ya ku di hin mijaran de bi Rûsyayê re ye, operasyoê pesend nekir. Ger ev biryar bihata qebûlkirin, dibû ku Tirkiye ji gav bi gav Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî derketa û DAIŞ û hêzên din qaneh bikira. Yanî di civîna Astanayê de aliyan tişta ku dixwestin bi dest nexistin. Lê ji bo Tirkiye li se rmaseyê be rêveberiya xweser heedef hatiye girtin. Biryar jib o girtina qada hewayî jî nehat girtin û bi vî awayî gotine tu dikarî bi ÎHA û SÎHA’yan li herêmên BAkur û Rojhilatê SÛriyeyê bixî.”
Aydogan, bilêv kir ku di civînên Astanayê de ji bo çareserkirina meseleya kurd pêşniyaz nehatine kirin û biryar nehatine girtin.
‘Êrîşên li dijî jinan’
Bi domdarî Aydogan diyar kir ku Tirkiye bi hêza ku ji Astanayê digire rêveberiya xweser wekî talûkeyekê dide der û got ku Tirkie bi êrişên xwe yên ÎHA û SÎHA’yan jinên pêşeng hedef digire.
Di berdewamê de Aydog got ku gelê kurd di têkoşîna xwe ya 40 salan de rastiya kurdê azad derxistiye holê û ev tişt anî ziman: “Kurdên azad bûn, di sala 2012’an de bi awayekî yekalî şoreşa azadiyê ragihandin. Pêşengên şoreşa azadiyê jin in. Jin bi zekaya xwe ya hestiyarî, bi bîr û wêrekiya xwe û bi biryardariya xwe dest bi avakirina rêveberiya xweser kirin. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jî, di êrişên wan ên li hemberî pergala demokratîk de, jin berbiçav bûne û êrişên wan pûç kirin. Lewma di êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de herî zêde jin hedef tên girtin.”
Komkujî nikarin têkoşînê assteng bikin
Siyasetmedar Aydogan bal kişand ser qetilkirina Yusra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêşê û got ku di têkoşîna azadiyê ya cîhanê de serdest ji jinên têkoşer ên pêşeng ditirsin û got ku lewma jî jinên pêşeng qetil dikin.
Aydogan diyar kir ku komkujiyên desthilatan nikarin pêşî li ber têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Cihê jinên hatine qetilkirin, ji aliyê peyrewên wan ve hatiye dagirtin û ev têkoşîn her domandiye. Heya pergala wekhev û azad a gelan bê avakirin, dê têkoşîna bindestan, têkoşîna kesên tên vederkirin û înkarkirin û têkoşîna jinan ku wekî gelê dagirkirî yê ewil ê cîhanê tên qebûlkirin, bidome.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar