Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyam şand.
Peyama cîhaneke bê şer
Akat di peyama xwe de wiha got:”Em hefteyeke 8’ê Adarê ya ku em pê re wekhevî, piştevanî, azadiyê diqêrin û li dijî şer û mêtingeriyê derdikevin, bi çalakiyên li qadan, li eywanan, li herêmên erdhejê temam dikin. Ez ji xwişk û birayên xwe re silav û hezkirinên xwe dişînim. 8’ê Adarê pîroz be! Bijî 8 ê Adarê! Jin jiyan azadî.”