Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

AYM’ê biryara ‘Li Îmraliyê azadiya ragihandinê îhlal bûye’ da

Girtiyê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmralmiyê Veysî Aktaş, ji bo mafê ragihandin û telefonê tê îhlalkirin serî li Dadgeha Mekaqanûnê (AYM) dabû. Dadgeha Makeqanûnê serlêdan nirxand û biryar da ku li Îmraliyê mafê azadiya ragihandinê hatiye îhlalkirin. AYM’ê ji ber mafê azadiya ragihandinê ihlal bûye biryar da ku 4 hezar TL tazmînata manevi bidin Aktaş. Serlêdana Nasrullah Kuran a ji bo mafê ziyaretvanan jî bi piraniya dengan hat redkirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 20 salin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha tenê 2 caran Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê û hevdîtin pêk anîye. Ji bilî wê Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha nikare bi malbat, parêzer û heyetan re hevdîtin bike û mafê wî yê telefon, name, faks û ragihandinê ji ser wî hatiye qutkirin. Di 15’ê adara 2015’an de koma duyem şandin Îmraliyê. Yek ji vana Veysî Aktaş e.

Girtiyê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmralmiyê Veysî Aktaş, ji bo mafê ragihandin û telefonê tê îhlalkirin serî li Dadgeha Mekaqanûnê (AYM) dabû. Dadgeha Makeqanûnê serlêdan nirxand û biryar da ku li Îmraliyê mafê azadiya ragihandinê hatiye îhlalkirin. AYM’ê ji ber mafê azadiya ragihandinê ihlal bûye biryar da ku 4 hezar TL tazmînata manevi bidin Aktaş.  Mafê Veysî Aktaş yê telefonê di hezîrana 2015’an û tîrmeha 2016’an de bi hinceta fermana “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide derve” hat astengkirin. Li ser vê yekê Aktaş serî li AYM’ê da. AYM’ê biryar da ku mafê Aktaş hatiye îhlalkirin û xwest 4 hezar tl tazmînata manevî bidin Aktaş. Dîsa biryar dan ku 2 hezar û 700 TL heqê darizandinê bidin Aktaş.

‘Serlêdana Kuran red kirin

Li aliyê din AYM’ê serlêdana Nasrullah Kuran a ji bo mafê ziyaretvanan jî bi piraniya dengan hat redkirin. Girtî Nasrullah Kuran ku berê li Îmraliyê bû û di sala 2016’an de bi dizî şandin Girtîgeha Sîlîvrî, bi sedema mafê wî yê ziyaretvanan hatiye redkirin û mafê jiyana wî ya taybet û mafê hevdîtina malbatê hatiye îhlalkirin serî li AYM’ê dabû. Lê AYM’ê bi piraniya dengan daxwaza Kuran red kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar