Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

AYM’ê ji bo girtiyê mirî biryara ‘dikare di girtîgehê bimîne’ da

AYM’ê 9 meh piştî mirina girtiyê nexweş Celal Şeker der barê serlêdana wî de biryar da. Di bersiva AYM’ê de ev gotinên sosret hene: “Ji bo berdana Şeker tu delîlên şênber nînin û ne pêkan e ku bê berdan.”

Girtiyê nexweş Celal Şeker di 3’yê sibata sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, parêzerên wî gelek caran ji bo berdana wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. Lê belê dadgehê 9 meh piştî mirina Şeker serlêdan nirxand û wiha got: “Ji ber ku serlêdan xwe naspêre delîleke şênber, berdana wî ne mimkun e.” Her wiha dadgehê lêçûnên darizandinê jî li malbata Şeker bar kir.

Parêzerê Şeker, Abdullah Zeytûn dixwest ku cezayê muwekîlê wî bê taloqkirin. Li ser vê yekê jî Şeker sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hatibû kirin. Nexweşxaneyê rapora ji sedî 96 astengdar e da Şeker û di raporê de hat diyarkirin ku rewşa wî giran e. 3 sal piştî rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê jî di 8’ê sibata sala 2017’an de heman rapor da. Lê tevî vê jî saziya tipa edlî di rapora xwe ya 14’ê nîsana sala 2017’an de got ku Şeker dikare bi tena serê xwe bijî û tu rîskeke wî ya jiyanî nîne.

Daxwaza parêzer red kir

Ji bo berdana Şeker serî li Dadweriya Înfazê ya Amedê û 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dayîn. Lê hem dadweriyê hem jî dadgeha cezayên giran serlêdan red kir. Li ser vê yekê parêzer Zeytûn ji bo bidawîkirina vê binpêkirinê û bi daxwaza tevdîrgirtinê, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir.

Bersiva sosret

9 meh piştî mirina Şeker, AYM’ê serlêdana ji bo berdana Şeker nirxand. Di biryara AYM’ê de wiha tê gotin: “Tu binpêkirin xuya nakin û serlêdan xwe naspêre delîleke şênber. Ji ber vê jî berdana wî ne pêkan e.” Her wiha AYM’ê lêçûnên di dema darizandinê de jî li malbata Şeker bar kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar