Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî astengkirina malpera Wîkîpedîayê de biryara xwe da. AYM’ê diyar kir ku astengkirina Wîkîpediayê binpêkirina mafê azadiya gotinê ye û xwest ku ev astengî bê rakirin
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî malpera Wîkîpedîa ku li dewleta tirk ev du sal û nîve hatiye astengkirin, biryara xwe da. AYM’ê di biryara xwe de destnîşan kir ku bi astengkirina Wîkîpediyayê re mafê azadiya gotinê hatiye binpêkirin. AYM’ê ji Dadgeha Cezayên Sulhê ku biryara astengkirinê daye xwest ku vê astengkirinê rake.
Saziya Ragihandin û Teknolijiya Zanînê (BTK) di 29’ê nîsana 2017’an de malper ango xwegihandina Wîkîpedîa asteng kiribû. Weqfa Wîkîpedîa di 5’ê gulana 2017’an de ji bo rakirina astengkirinê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Enqereyê da û îtîrazî astengkirinê da. Lê serlêdana Wîkîpedîa hatibû redkirin.