Duh danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû dîtin û bi angaşta “endam û rêvebriya rêxistinê” biryara girtina wê hatibû dayîn û piştre di saetên êvarê de hatibû binçavkirin.
Gokkan ku ji duh êvar de li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihat girtin, sewqî edliyeyê hat kirin. Hat diyarkirin ku dê Gokkan derkeve 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê û piştî ku biryara derbarê wê de hatiye dayîn li rûyê bê xwendin dê bişînin girtîgehê.
Parêzerên Gokkan, serî li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku dadgeha ji 9’ê Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bilindtir e dan û biryara girtina Gokkan îttîraz kirin. Li bendê ku dadgeh bersiva serlêdana îtîrazê bide. AMED