Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne

Piştî civîna Tehranê ya 19’ê tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5’ê tebaxê, êrîşên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Êrîş li Til Rifat, li gundê Sêgirka, Qamişlo, navenda bajarê Kobanê, navçeya Zirganê, gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temir hatin bombebarankirin. Di encama van êrîşan de 8 zarok hatin kuştin û 24 zarok jî birîndar bûn. Li dijî êrîşan di qada neteweyî de jî bêdengiya Netewên Yekbûyî (NY) berdewam dike.

Cîgerê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Huseyîn derbarê êrîşên li ser Rojava û bandora wê ya li ser Şengalê axivî.

Azad Huseyîn anî ziman ku dewleta tirk van êrîşan bi awayeke plankirî pêk tîne û ne bi tena serê xwe dike û got: “Êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê demeke dirêje hene û berdewam dikin. Gelê Rojava ku îradeyek ava kiriye, dewlet tirk êrîşî wê dike. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk hat. Roja îro jî her ew DAIŞ e. Dibe ku ne bi wî navî be, lê belê ew fikr û pergal e. Îro tişta ku tê serê gelê Rojava li cîhanê tu kesî tiştek wiha nedîtiye. Xelkê Rojava bi rojane bi bombebaranan û êrîşên Tirkiyeyê re rûbirû mane. Zarok dibin hedefa êrîşên dewleta Tirkiyeyê. Bêguman ji bo mafê mirovahiyê ev êrîş cihê şermezariyê ye. Bi rastî jî êdî hiqûq tenê weke nav maye. Hiqûq di koka xwe de pûç bûye. Her roj cihên pîroz ê wê axê kirin hedef. Li Efrînê, Serêkaniyê jî heman tişt diqewimin. Li Efrînê jî weke Şengalê mirov hatin kuştin, jin hatin revandin, serê mirovan hatin jêkirin. Her tişt bi serê xelkê wir ve qewimî. Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê dixwaze ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Dixwaze ku di bin wê desthilatdarî û qirkirina bi salane tê meşandin de rêveberinê pêk tîne. Dewleta tirk a dagirker vê yekê qebûl nake û êrîş dike. Naxwaze ku xelkê rojavayê Kurdistanê xwe bi xwe rê ve bibe. Cihên ku projeyên Rêveberiya Xweser têde hene dikin hedef. Gelek hewl dane ku êrîşên bejahî jî pêk bînin, lê bi hewayî êrîşên xwe  didomînin. Dewleta tirk ne bi tena serê xwe ye. Hin dewletên ji bo berjewendiyên xwe yên pêşerojê piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Tirkiye jî ji wan hêz digire û van êrîşan pêk tîne. Lê li dijî van êrîşan jî rojavayê Kurdistanê li ser piya ye. Ew bedelên ku hatine dayîn ne bedelên ji rêzê ne. Her carek ku hatiye dayîn felsefeyek e, dîrokek e. Tu kes wê nikaribe vê înkar bike.”

‘Nikarin îradeya Rojava bişkînin’

Huseyîn di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî her êrîşeke Tirkiyeyê berxwedaneke bêhempa tê dayîn û wiha axivî: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG’ê li dijî êrîşeke gengaze ya li ser herêmê amadekariyên xwe kirine. Ji ber ku her roj êrîş dikin û gef dixwin. Dibe ku zirarek hebe lê li dijî vê jî berxwedanek tê meşandin. Hin kes dixwazin hevsengiyekî çêbikin. Li wir hem Rûsya heye, hem Amerîka heye. Sedemê piraniya van êrîşan jî ev e. Dibin sedem ku li herêmê nakokî çêbibin. Heger Amerîka û Rûsya ji dil bixwazin dikarin projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûrî van êrîşan bike. Dewleta tirk ne ji bo perçeyeke axekî êrîş dike, tenê naxwaze kurd xwe bi rê ve bibin. Naxwazin ku kurd bibin îradeyek, hêzek. Ji dema Osmaniyan heta niha xwe rêveberina kurdan qebûl nekirine. Heger êrîşeke berfireh çêbibe jî wê li dijî wê jî berxwedanek mezin hebe. Bi rojane ji hêla dewleta tirk û hevalbendên wê ve êrîş çêdibin lê nikare wê îradeyê bişkîne. Tu hêz nikare ew îradeya ku li Rojava hatiye afirandin tune bike.”

‘Dixwazin DAIŞ’ê bi ruh bikin’

Huseyîn da zanîn ku Tirkiye bi van êrîşan armanc dike ku tişta DAIŞ’ê temam nekirî ew temam bike û wiha got: “Heta roja îro jî Tirkiye ji aliyê lojîstlik ve alîkariyê dide DAIŞ’ê. Dema ku DAIŞ li Rojava şikest ev ji Tirkiyeyê re derbeyek bû. Ji bona wê îro Tirkiye bi vî rengî êrîş dike. Ji ber ku ew hêzên Tirkiye perwerde kirine û xwestine vê civakê tune bikin di rojavayê Kurdistanê de bin ketin û negihiştin armanca xwe. Ji ber ku negihiştin armanca xwe niha Tirkiye berdewamiya wê dike. Dixwaze wan hêzan careke din bi ruh bike. Bi van êrîşan dixwaze ku bibêje, ‘we em xelas nekirine em hene.’ Yê ku êrîş li ser wî gelî kirin di wir de bi ser neketin. Ji ber wê jî Tirkiye dixwaze ku careke din êrîş bike.”

‘Koka jiyana bi hev re Şengal e’

Huseyîn destnîşan kir ku bandora êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê li ser Şengalê jî dike û wiha domand: “Bi sedsalane gelek caran qedera Rojava û Şengalê bi hev re hatiye girêdan. Gelek caran dijmin xwestiye ku destê wan ji hev bike. Di sala derbas bûyî de sînor di navbera Rojava û Şengalê de hat çêkirin. Cihê ku danûstandina Şengal û Rojava heye, ev sînor hat çêkirin. Lê heger êrîşek berfireh li ser Rojava çêbibe ev wê li ser Şengalê jî pêk bê. Ew bi xwe jî wisa tarîf dikin û navnîşana wê jî dan. Gelek caran Mexmûr, Şengal û Rojava bi hev re hatine bombardimankirin. Cihên ku projeyên Rêveberiya Xweser hatiye avakirin di hedefê de ne. Ji bo dewleta tirk Şengal, Rojava û Mexmûr yek e. Baweriya vê civakê êdî bi tu kesî nema ye û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Me doza kursiyên kesekî nekiriye û me negotiye ku, ’em ê bibin desthilatdarê Iraqê’. Em dixwazin bi hev re jiyan bikin. Koka jiyana bi hev re Şengal e. Em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Dewleta tirk jî vê naxwaze.”

‘Êrîşê neteweya demokratîk dikin’

Azad Huseyîn diyar kir ku ew ê destûr nedin ku Tirkiye bi van êrîşan bigihîje armanca xwe û got: “Bêguman Tirkiye hêza xwe ji NATO digire. Ji ber ku yek ji endamê NATO ye. Nikarin weke berê tehekûma xwe li van deran bike. Nikarin weke dema Osmaniyan fermanên xwe pêk bînin. Îro êzidiyan xwe bi rêxistin kiriye. Di her qadê de xwe birêxistin kirine û xwe bi rê ve dibin. Dixwazin pêşiya van êrîşan bigirin. Ji ber wê jî êrîşî projeyên Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk dikin. Piştgiriyê didin ku Tirkiye van êrîşan pêk bîne. Me sozek ji bo gelên xwe daye. Me bedelên giran dan. Tişteke ku em winda bikin nema ye. Me her kes jî nas kir. Em dizanin ku kî li gorî berjewendiyên vê civakê jî tevdigere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar