Qanûnek din a Rojhilata Navîn derdikeve holê. Wê tu bibî qral, lê belê kesê beriya xwe jî hilweşînî. Ya rastî ger hinek din bi demokratîk be, tika dikim, dibêjim; “Ez dixwazim xizmeta we bikim. Ezê bi te re rêxistinê parve bikim. Em bi te re biryar, şêwaz û tempo nîqaş bikin. Em bi hev re bikin. Bila mezinbûna raye ji we re be.” Na! Yan wê tu bibî evdek qral ê baş, an jî wê tu qral hilweşînî. Tam şêwazek Rojhilata Navîn a bêhempa ye. Tam dij-demokratîk û zalimtî ye. Ev jî di pratîka xwe de pêk aniye. Vêca heta çi demê bi min ve girêdayî ye? Diyalektîka Rojhilata Navîn pir baş dizanim, di radeyek girîng de wê tu ziraviyan raber bikî. Rêzdariya wî qediya ye û dibêje; “Rêberê min hezkirin, rêzdarî û girêdanên bê dawî.” Yeqîn dike, lewra vê dibêje.
Qaşo ji nav gel hatiye, belengazeke, sêwî ye û wisa mezin bûye. Ger vê rastiyê bibîr bîne, divê teqez demokrat û sosyalîst be. Lê belê dema li gorî xwe jî gavên siyasî hilkişiya, tu nikarî wî bigirî. Hûnê bêjin; “Çanda kapîtalîzmê û çanda demokrasiyê tine ye.” Ev hemû rastin. Wê bê gotin; “Vaye rastiya Rojhilata Navîn wisa ye”, ev jî raste. Lê tevî vê, ma em nikarin ser bixin? An jî em ê bikarin vê serdemê derbas bikin?
Ma ez kî dixim dewsa Seleheddîn, an jî kî nizanim çi dikim. Vaye min rojnameyek dît û dibêje; “Ger Mao bi Îslamiyetê re yek bike, nizanim dê çawa bêhempa be. Fûzeyên teknîka Rojava jî nikarin tiştekê bikin.” Qet hewce nake îdîayek min a wisa hebe. Lê belê weke kesek pratîkê û lêhûrbûnek diyarker li ber xwe didim.
Xwe li gorî pîvanên sosyalîst azadkirin, ji bo min pêkhatinek bêhempa ye.
Gelo azadiyê çawa fêm dikim?
Behsa hinek rastiyan dikim. Li gorî hinekan xeta siyasî ye, li gorî hinekan xisleta demokrasî ya vê xetê ye, xisletek wisa ya sosyalîste, ev xisleta çandî ya aborî ye. Niha ev jî ewqasî negirîngin.
Azadî bi kûranî bûyerek xwe pêkanînê ye. Dikare weke xwe li hember her tiştê ku ji sedî salan ve bi sazî kiriye û hatiye fêrkirin ravekirin û kirina vînek, bê pênasekirin. Hûn dikarin asta emperyalîst jî bi serve bikin. Her kes dizane sazîbûnên mêtîngerî û axatî çiqas rê ji bertekan re vekiriye û me jî li dijî van têkoşîna bîrdozî, siyasî û rêxistinî ti carî kêm nekiriye.
Teorîsyenek pir başim, pêkhînerek pir baş ê xeta siyasî me. Rêxistinbûnek têrkar, pir kêm şiyar nêzî uslup û xîtabê xwe bûyîn, hemû hene. Lê ev ji bo min tenê ya heyî rizgarkirine yan jî bersiva yên derdora me dayîne, heta ji bo mijûlkirina wan e.
Karê esasî hinek din cuda ye. Dema xwe pêk tînim, lêhûrbûn û xwe bi ezmûna rastiyan re derbaskirin tiştek cuda ye. Mînak, şêwaza siyasetkirina çepên Tirk pir gelemperî ye, zêdetir bi şêwe ve mijûl dibin. Li xwe mikurhatinek di derbarê cewher de nîne. Vê hema hema ji bo hemû avaniya me jî dibêjim. Mikurhatin pir sextekarî ne, hinekê jî ji bo xwe veşartinê ye. Ya rastî divê ne wisa be. Qet nêzî xwe jî nabe. Ger nêz bibe jî, ji mêj ve wêran, tine û xilas bûye. Ji ber ku ditirse, yekser derbasî parastina kesê kevin dibe. Ev hemû ji hêla min ve tên fêmkirin û çareser dikim.
Kesê ku van hemûyan evqasî digire dest, di wateya kevnar de devjê berdin bibe qral, qralên wisa rûxandin yek karên wî yên rojane ye. Ev jî li hember kesên bê vîn û evdale.
Min şerê xwe yê destpêkê li dijî van rewşan destpê kir û li dijî saziyên ku jê ditirsiyam, li gorî van kevneşopiyan jiyîn û mezinbûnê meşand. Wê demê di nêvenga gund de ji bo min digotin; “Dînê çolê.” Wisa gelek nav li min kirin. Xoşa min neçû. Ti carî kêleka civînên wan ên evdalan re derbas nebûm. Bihizirin, wê demê wisa li holê teorî û milîtanî jî nebû. Tenê zarokek ji rêzê yê gundî naxwaze bikeve nav wê civatê. Dema dikeve navê jî, ji bo tiştên cuda diçe, gelo gotinek balkêş heye yan na? Misoger ger ezê tiştekê peyda bikim diçim.
Hemû tevgerên min li gorî daxwazên azadî ne
Hemû tevgerên min, li gorî daxwazên azadî yên kesin. Li dijî ferasetên evd û kole yên kevnar, şerek dijwar heye. Dê ev min ber bi kur ve bibin? Bi qasî tê dîtin, di şênberiya kurd de dengvedana miletekî pêk aniye, gelê herî kole, ku her kes di nava şaşwaziyê de bû, niha xwe gihandiye rewşek miletê ku li gorî pîvanên cîhanê şer dike. Ne tenê pêwendiyên xwe yên mêtinger, rewşa mêtîngeriya di ruhê wê de jî, ancex bi vî şêwazî dikare bê şikandin.
Ger şêwaza min bigihê, dê bişkîne. Negihije, misoger nikare tiştekê jî ser bixe. Li gorî min ev modelek di rastiya Rojhilata Navîn de ye.
Ma hûn azadiyê dixwazin? Gelo dikarin hinekê weke min bikin? Min di nava xwe de pergal saz kiriye. Ev jî pergalek li gorî zaniste, dilxweşî, felsefê ye, li gorî sosyalîzmê ye.
Her tim ji raya giştî û avaniya me re dibêjim ku cidî bigirin. Lê mixabin cidî nagirin. Çima nagirin? Ji ber nêvenga ku lê mezin dibin, ew dîl girtine. Vaye mane gotin; “Tu jiyanê ji me didizî.” Pergalê jî got; “Hûn tev ji rê derxistin.” Ya rastî hem nava me, hem dervî me heman zimanî daxive. Lê belê, tevî vê pir bibandorim. Yeqîn dikim ev hinekê jî diselmîne ku me pergalek peyda kiriye.
Modela Kemalîst û modelên otorîteya li Rojhilata Navîn pir berfireh, modelên ku ti carî tenezil nakime. Jixwe qet nêzî desthilatbûna wisa jî nabim.
Cihê ku ruh lê teng dibe nabe sosyalîzm
Ya rastî weke kes dixwazim bijîm. Divê kesek nehizire ku kes înkar dikim. Civaka ku kes bikare bipejirîne, tam sedema şere. Lê belê ji bo jiyana kes jî, damezirandina civakekê jî misoger sedema şere. Pêwîste civak kesê xwe têr bike yan jî kesê xwe berçav bigre. Ev di sosyalîzma pêkhatî de bi temamî hat paşçavkirin. Tiştek wisa hat kirin, kes di nava civakê de helak bû. Em dikarin ji vê re bêjin dij-demokrasî. Misoger em vê napejirînin. Civak ji bo min, civakek ku ezê bikarim bipejirînim û baştir lê henase bigirime.
Dixwazim bîranînek xwe bibîr bixim. Ez çûbûm welatek sosyalîst, min dît ruhê min teng dibe. Qet ne di wê astê de bûm teoriyekê û rexneya sosyalîzma pêkhatî jî bikim. Bes bêhna min teng bû. Min got di vir de tiştek heye. Cihê ku ruhê min lê teng dibû, li gorî min nabe sosyalîzm. Min nakokiya xwe derxist holê.
Pêwîste civak misoger rastiyek ku henase dide kes bê ravekirin. Elbet kes jî piştî qonaxek diyar, pêwîste bizane ku azadî jî bi teşegirtina civakî ve girêdayî ye. Li hember pêşketina civakî hevbeşiya civakî û kes zêde nepixandin pir xetere. Evqasî pêşketina dij-demokratîkbûnê, ji ber nêzîkbûnên kes ên zêde li hember civakê ye.
Niha yekdestdarên emperyalîst li ser mirovahî xeteriya herî mezine. Çima? Hêzek wisa takekesî bidest xistine û bi teknîkê ewqas xurt bûne, nirxên civakî yên herî pîroz, ango nirxên ku mirov dikin mirov û pêwendiyên xwezayê, pêwendiyên civak û xwezayê ber bi rûxandinê ve anîne.
Ji ber vê ahenga yekdestdariya civakî xirab dike, xisleta nakokiyan bi temamî hatiye guhertin. Nakokiyên çînî û nakokiyên netewî di plana duyem de mane. Ev di heman demê de cinawirbûna kes e. Ya ku mirov dike civak û her wiha heta roja îro anî, hemû nirx rûxandin, civakê dihilweşîne û pêwendiya wê ya bi xwezayê re parçe dike. Encam jî, tam heywanbûne. Ya rastî di sosyalîzma pêkhatî de, hinekê jî cinawirê civakê pêş ket. Em dikarin ji vê re bêjin cinawirê dewletê jî. Li Emerîka jî cinawirên takekes pêş ketin.
Înkarkirina civakê û ya kes şaşe, herdû bê hev nabin
Ne bi navê civakî kes înkarkirin raste, ne jî gotina her tişt ji bo civakbûn û dewletê raste. Li cem tirk jî kes, sifire. Bîrdoziya “Her tişt ji bo dewletê” serdeste. Jixwe ji ber ku vî kesî misoger ti rêzdariya cîhanê bidest nexistiye, herkesê hov dibîne. Derbaskirina van, bi qasî ji nû ve destgirtina kes, ewqas jî dê rê ji pêşketina kes ya tenduristî re vebike. Lewra divê civak jî berçav bê girtin. Misoger divê pêwendiya kes û civak di vê çarçovê de, bi nêzîkbûnek bernameyî, rêxistinkirî û şerî ve bê vesazkirin. Yeqîn dikim ez di vê mijarê de hem xwedî ezmûnim hem jî zana me.
Baweriya min bi mirov, heta mirovê herî baş jî tê. Ya rastî afirandin, bi min re di asta azweriyê de ye. Şev û roj karê min bi mirov re mijûlbûne. Çine ew karên cewherî? Bi bîrdoziya wê ve mijûlbûne. Bi asta wê ya rêxistinî ve mijûlbûne. Ger lehengê cîhanê û xweşik jî be, ger aliyê bîrdozî, rêxistinî û pêkane nebe, ezê bêjim kêrî pênc quruşan nayê û pir hêrs bibim. Bi qasî pêwîste şêwaza mezinkirina mirovê sosyalîst bi rêgez be, neçare hostatiya wê ya pratîkî jî hebe. Mirovê ser dixe wisa derdikeve holê. Dema te mirovê ser dixe afirand, wê tu tevgera rizgariya netewî jî û sosyalîzma zanistî jî derbixî holê.