PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Azadî bi têkoşîna kolektif pêş dikeve

Mirovek bixwaze azad bibe, divê berî her tiştî ji bo azadiya civakê têbikoşe. Divê karibe têkoşînek rêxistinî pêş bixe. Ji ber ku civak azad nebe, mirov jî nikare azad bibe. Mirov beyî civakê nikare bi tena serê xwe çand, ziman û parastinê pêş bixe. Nikare bibe xwedî hêz û aqilekî civakî. Mirov bi civakê xwedî hafiza civakî û dîrokî ye.

Îro gelê kurd li çar aliyê cîhanê ji bo azadiya fizikî rê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine nava liv û tevgerê. Dest bi çalakiyan kirine. Bi taybetî li gelek bajarên welatên Ewropa çalakiyên girseyî, meş, xwepêşandan û mîtîngan li dar dixin. Di van mîtîng û meşan de bi pankart, dowîz û posteran daxwaz û merama xwe tînin ziman. Dixwazin êdî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe. Gelê kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Ocalan de dibînin. Ji ber ku Rêber Ocalan ne tenê ji bo xwe dijî. Ji bo azadiya civakê têdikoşe. Ji bo azadiya civakê analîz li çareseriyê digere.

Rêber Ocalan kes û civakê parçe nagire dest. Têkoşînê jî parçe nagire dest. Rêber Ocalan bi paradigmaya xwe ya Neteweya Demokratîk destnîşan dike ku berî her tiştî divê aliyê mirovan ên civakîbûn û siyasîbûnê pêş bikeve.

Siyasîbûn û civakîbûn berpirsiyariyekê dixwaze. Ji bo mirov aliyê xwe yê sincî û polîtîk pêş bixe, divê berî her tiştî erk û berpirsiyariya xwe ya li hemberî civakê bîne cih. Pêwiste li gorî pîvanê civakê tev bigere. Heta ku mirov berpirsiyariya xwe ya li hemberî civakê pêk nîne û ji daxwaz û pirsgirêkênn civakê re nebe bersîv nikare bibêje ez civakî bûme.

Dîsa heta ku mirov nikaribe pêdiviyên civakê yên çandî, siyasî û polîtîk tespît bike û li hemberî wan pêdiviyan nikaribe bibe bersîv nikare aliyê xwe yê siyasîbûnê pêş bixe. Mirovê di xwe de aliyê siyasîbûn û civakîbûnê pêş bixe, ew mirov xwedî sinc û wîcdan e. Ew mirov polîtîk û siyasîbûnê di xwe de pêş dixe. Her wiha ew mirov azad e. Ev jî bi têkoşînekê pêş dikeve.

Têkoşîna li hemberî nefse, têkoşîna li hemberî zeafiyetan. Têkoşîna li dijî ferasetên zayendperest, nijadperest, olperest û zanistperest.

Îro hêzên navdewletî ji bo karibe feraseta xwe ya zayendperest, olperest, nijadperest û zanistperestiyê pêş bixe û li ser vê hişmendiyê pergala kapîtalîst ava bike, civakê ji rist û pîvanê wê dûr dixe. Ji çand, ziman û nirxên wê yên esasî dûr dixe. Ji peyvanê wê yê sincî û polîtîk dûr dixe. Ji bo vê yekê pêk bîne jî; li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê giran dike. Hêz û pergala kapîtalîst bi tu awayî naxwaze ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan fikr û felsefeya xwe bi gelên cîhanê re parve bike. Bi tu awayî naxwaze ku gelên cîhanê û gelê kurd ji fikr û felsefeya Rêber Oclaan sûdê bigere. Dizane ku fikr û felsefeya Ocalan ronî dike, geş dike û azad dike.

Ji ber ku mirov û civak bi fikr û felsefeyae Rêber Ocalan xwe digîne heqîuqetê. Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwe digîne ronahiya rastiyan. Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan rastî û şaşiyan ji hev cüda dike û li dijî şaşiyan êdî dikeve nava têkoşînê.

Gelê kurd û gelên cîhanê yên enternasyonalîst ku ev rastî û ronahiya felsefeya Rêber Ocalan dîtine, azadiya xwe di azadiya Rêber Ocalan de dibînin. Ew baş dizanin ku ji bo azad bibin, divê berî her tiştî rêberê xwe û vîna xwe azad bikin. Ew baş dizanin ku heta vîn û rêberê wan azad nebe ew jî dê nikaribin azad bibe. Ew baş dizanin û hîs dikin ku heta tecrîda girankirî li girava Îmraliyê û li ser Rêber Ocalan bidome, dê tecrîd li ser hemû girtiyên zindanan bidome. Dê tecrîd li ser hemû beşên civakê bidome. Dê tecrîd li ser hemû beşên jiyana civakê yên wekî perwerde, tenduristî, civakî, sincî, aborî û ekolojîk bidome.

Gelê kurd û gelên cîhanê êdî vê rastiyê dibînin. Êdî dizanin ku ji bo xwe bigînin azadiya Rêber Ocalan jî pêdivî bi têkoşînek hevpar û têkoşînek domdar heye. Ji ber vê yekê îro çalakiya kul i 74 navendan dest pê kir, li çar aliyê Kurdistanê û li hemû parzemînên cîhanê belav bûye û mezin dibe. Li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir û bi piştgiriya hemû malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl û demokratîk li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Li bajarên Rojava, Başû, Bakur û Rojhilat mezin dibin û belav dibim. Tekoşîna azadiyê dê bi têkoşîna kolektif a civakê mezin û geş bibe. Ev tê bi xwe re azadiya Rêber Abdullah Ocalan bîne.

Nûçeyên Têkildar