Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Azadî di deriyê Nobeta Edaletê re derbas dibe

Li Tirkiye û Kurdistanê heta niha du mijar di rojeva kurd û Kurdistaniyan de hene. Mijara sereke azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mijara duyemîn hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê bû. Niha hilbijartin bi dawî bû û tenê mijarek sereke maye. Li Ewropa jî tenê rojevek heye. Li Ewropa rojeva sereke ya kurd, Kurdistanî û dostên kurdan Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hemû xebat, çalakî û plansazî li gorî bernameya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin. Piştî Ewropayê li Tirkiyeyê jî girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi greva birçîbûnê kirin û di 3’ê nîsana 2023’an de çalakiya xwe derbasî qonexeke din kirin. Piştî girtiyan dest bi çalakiya grevê kirin, li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Îzmir û Stenbolê jî malbatên girtiyan di meha kanûna 2023’an de dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê ya dayikan berdewam dike.  

Dayikên ku li van bajaran Nobeta Edaletê digirin, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên siyasî û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin, zêdeyî 4 mehin bê navber Nobeda Edaletê digirin. Dayik li Êlihê 70 roj, li Mêrdînê 95 roj, li Îzmîrê 48 roj, li Mêrsinê 130 roj, li Amedê 135 roj, li Stenbolmê jî 121 roj û li Wanê jî nêzî 120 roj in di çalakiya Nobeda Edaletê de ne.

Beriya çalakiya malbatên girtiyan, çalakiya Emîne Şenyaşar a Nobeta Edaletê dest pê kiribû û hîn berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’ê heta niha ji bo edalet pêk bê û kujer bên darizandin, Nobeda Edaletê digire. Ewil li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê girt. Piştî ku doz şandin Edliyeya Meletiyê Emîne Şenyaşar û kurê wê ku bû Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, çûn pêş Wezareta Dadê Nobeta Edaletê berdewam kirin. Lê piştî Wezîrê Dadê soz da wan, demek  kurt navber dan çalalikya Nobeda Edaletê. Lê piştî ku k Wezîr Soza xwe pêk neanî, Emîne Şenyaşar û kurê xwe dîsa li pêş Wezareta Dadê dest bi nobetê kirin. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê 75 roj in didome.

Di vê pêvajoyê de xebatên hilbijatinê dest pê kir. Di xebatên hilbijartinê de bi hezaran bernamzet derketin qadan û hunerên xwe nîşanî civakê dan. Piştî pêşhilbijartinan namzetên hevşaredaran û namzetên endamên meclisên şaredariyan diyar bûn, bernamzetên ku nehatin hilbijartin wekî çêlikên qutbarûdê ji holê winda bûn. Yên piştî pêşhilbijartinê hatin hilbijartin jî tenê ketin şopa xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî. Di nava mehekê de li hemû malan geriyan.

Dema em li pişt xwe dizîvirin û çavekî davêjin pişt xwe, em dibînin ku çalakiyên ji bo azadiya vîna xwe û nasnameya xwe ku dayikan dest pê kir, bi biryar û israr berdewam dikin. Li aliyê din xebatên hilbiartinê ku 30-40 roj beriya hilbijartinê dest pê kir, bi dawî bûn.  Di vê pêvajoyê de mijar cihê wan hatin guhertin. Hemû sazî, rêxistin û kesên di nava xebatên hilbijartinê de digirtin, tenê berê xwe dan hilbijartinê û dayik bi tenê hiştin. Mijara serke û esasî ji bîr kirin, yên ku nehatin hilbijartin jî çûn li malên xwe rûniştin û ji dûr ve temaşe kirin. Divê em bipirsin gelo em ê çiqas karibin bi şaredariyan xwe azad bikin? Eger em bi şaredariyan xwe azad bikin çima em xebatên hilbijartinan tenê bi 30-40 rojî bi sinor dikin. Eger tenê armanca me bi destxistina şaredariyan be, çima ku wekî kes em nehatin hilbijartin em xwe paşve dikişînin. Çima em Dayikên ku ji bo piştgiriya zarokên xwe yên girtî û azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber tev li Nobeta Edaletê dibin bi tenê dihêlin. Çima em rojeva sereke dikin rojjeva duyemîn û rojeva duyemîn jî dikin rojeva sereke.

Eger em herdu xebatan bi hevre bimeşînin, çima em xebatên hilbijartinê ji bo xwe nakin bingeha xebatên rêxistinî . Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çima em carekê be jî naçin li tenişta dayikan rûnanên û wan bi tenê dihêlin.

Roja ku Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê mazbata xwe girtin bi hezaran kes Meşiyan Şaredariya Bajarê Mezin. Hestek gelek xweş bû. Dîmenek xweş bû. Lê çima evgirse piştre bi hevre neçîn serdana Dayikên ku Nobeda Edaletê digirin û ew ziaret nekirin.

Gelo ji niha û şûnde namzetên me yên hatine hilbijartin dê êdî berê xwe bidin çalakiyên Nobeda Edaletê… Divê em ji bîr nekin ku azadî di Deriyê Nobeda Edaletê ya dayikan re derbas dibe. Ku em çiqas li çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan xwedî derkevin em ê ew qas bi hêz bibin û hev bi hêz bikin. Em çiqas hev hêz bikin em ê ew qas zûdit nêzî azadiyê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar