Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Azadî di zaroktiyê de destpê dike

Heke hêrsa min a bêyî encamiya leyîstika bi keçên gund re nebûya, min nedikarî keçan wisa bikişînim ev leyîstika azadiyê û têkoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, ne xiyanetiya li zaroktiyê. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwest li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa destpê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e

Hîn tê bîra min, em li ber siya mizgeftê bûn. Min vegot, vegot… kalo serê xwe vedigerand. Digot; “kurê min, em weke darên ziwa ne. Ma tu niha me şîn bikî?

Ev yek dibe bîranîna min a yekem û ez hê ji bîra nakim. Di sala 1994’an de helbestvanek hatibû gel min, gotineke min anî bîra min, got ‘di kevir de şînbûna gulê’, yanî ez weke guleke di kevir de şîn hatime, yan jî ez dê bibim.

Ji dara ziwa şînkirin, di parçeyeke kevir de weke gulekê şîn hatin…

Hûn hêrsa me dizanin

Azadî di zaroktiyê de destpê dike. Ji berê ve her min dixwest em bi hev re bimeşin. Di xebat û leyîstokên zarokan de, bûyereke ku herî zêde ez pê dilxweş dibûm, pêşxistina meş û xwepêşandana zarokan bû. Ji bo ku ew leyîstokên tên zanîn ez tiştekî biafirînim, min ji hezar çeman av dida hev. Lê bi hev re. Bi tenê leyîstin nîne. Min gelek leyîstik derdixistin. Bi şev û roj min ew di tevgerê de digirtin. Jixwe di wê aliyê de ez hindekî navdar bûm. Her kesî zarokên xwe vedişartin. Digotin: ‘radestî vî nekin’. Piştre Kemal Burkay jî heman tişt got. Lê hîn wê demê jî yên ku wisa digotin gelek bûn. Ez weke nêçîrvanan li dora malên wan digeriyam. Dîsa digotin, ‘hatiye dê bi hişên zarokên me bilîze.’ Gelek bûn û hindekan zarokên xwe kirin fermanber. Lê ez dê wan dîsa jî bigirim. Heke em rojekê herin gund ew zarokên ku ji me veşartin ez dê bigirim hemberî xwe. Ez ê dîsa bibêjim ‘werin’. Ez dê wan li meydanekê bicivînim û wan fêrî leyîstokan bikim.

Va ye, min bi qasî dixwest nikarî bi zarokan re jî bileyîzim. Azadî nîne. Ya me dixwest ne şer bû, tenê leyîstikeke bi zarokan re bû. Leyîstikên erzan: li çiyayan meş, komkirina pîvokan, komkirina gîha, nêçîra civîkan… hewla me hemû ji bo vê bû.

Me pir kêm dikişandin leyîstokê, niha jî tên.

Min got, azadî di zaroktiyê de destpê dike.

Ez pir li çiyayan dimam.

Tiştên xwarinê min didan hev, nêçîra civîkan dikir… Ya rast zêde civîkên nêçîrê jî nebûn, lê min ewqas kevir diavêtin ku… Bi qasî ku tê bîra min li banî min li çend civîkan da. Wisa min xistin erdê. Xefikên ku min çêdikirin hebûn. Min gelek tivîlk nêçîr dikirin. Bêguman, çar pêncên wan bi hev re nêçîrkirin, serkeftineke mezin bû. Û êdî ew min bi xwe dipijandin. Vê yekê bala zarokan kişand. Li dûv civîkan min ew hetanî dolê dibirin. Û ji wan civîkan min her parçeyek dida yekî.

Ew dik hîn di bîra min de ye. Piştî ku min ew civîk nêçîr kirin min xistibûn nava kirasê xwe. Bi çar çavan min çavdêriya der û dora xwe dikir. Ji ber ku dewlemendiyeke mezin di berîka min de heye! Dikarîbûn ji min bigirin. Yek hema hindekî bibêje ‘were’ ez dê hema xwe biavêjim, derfeta girtina min nîne. Min wisa di dilê xwe re derbas dikir: “ne malbat, ne gundî dê min negirin… Ez dê weke zanîna xwe van civîkan bipêjim…”

Li pêşiya gundê me darek hebû. Me jê re digot tavî, yanî dara tavê. Dareke gelekî mezin bû. Belkî jî temenê wê sed salî bû. Di germa havînê de ez her dem diçûm bin siya vê darê. Bi qasî ku min dinasî wisa sê darên tavî hebûn. Her sê jî hîn ji bo min pîroz in.

Ez li siya yekê ji wan bûm. Wisa germa havînê jî lê dida. Digotin ‘teknîk tê’, ‘li avê digeriyan’. Bêguman dilopeke av ji bo min balkêşiyeke awarte bû.

Heta hindekî ji wir wêdetir, cihekî weke şikeftokan hebû. Min navê wê ji bîr kiriye. Di biniya wir de dilop bi dilop av kom dibû. Di germa havînê de satilek av heye. Gihiştina wê, bêguman dîsa balkêşiyeke awarte bû. Min xwe dirêj dikir, pir bi zehmetî di nava şîkêran de wisa min xwe dikemişand, dema devê min bi wê avê diket, min dilxweşiyeke mezin hîs dikir. Ew av hîn bi hemû zelaliya xwe di bîra min de ye, va ye armanceke wisa ye. Piştî min ew teknîk jî dît, pêwîstiya li ser zêdekirina têgeha welat min wiha dît: li dijberî ev hişkahiya mezin mirov dikare çi bike? Gelo ev li kîjan aliyê gundê me ye? Ma av li dolê ye? Çawa dikare were meydana ev zeviyê hanê?

Erê, hindek avên dîtirê jî hebûn

Lêgerîna avê girîng bû.

Wê demê av dikirin kûpan û ez ji paleyê dihatim. Dema di germa nîvro de me wisa xwe diavêt, hemû armanca me wisa vexwarina taseke av ji kûp bû. Ma te digot tas çibû? Tiştekî ku biniya wî zingar girtiye. Dîsa av misoger nîv bi nîv tije toz e. Lê hindekî di kûp de cemidiye. Te digot qey cîhan dibû ya me. Piştî wê jî em rûdiniştin. Dîsa me gêrmiya savarê ya tahmxweş dixwar. Ew gêrmiya dayika xwe ez gelekî diecibînim, ez bawer im hîn kesekî ku wisa gêrmiyê çêbike nîne, yan jî wê demê bi min wisa dihat.

Jiyan ew bû: tasek av, pariyek gêrmî

Dîsa me curn digot. Dema mirov wateya xistina serê xwe ya nava curn û vexwarina avê nizanibe; bi çawabûyîna axên ziwa û çawaniya zindîkirina xeyala wê jî nizane. Dîsa bêyî ku di nava xwîn û xwêdanê de mirov palê neke, tama xweşiya gêrmiyê jî nayê fêmkirin.

Hevalbendiyên min ên jêneveger hebûn. Li gor vê hevalên kedê yên baş bûn. Bi hev re baş nêçîrkirin, dîsa bi maran re eleqedarbûyîn, ji dolan xweş derketina girên bilind û di vê mijarê de zanîna wan a bi min re tiştên giranbiha bûn.

Hîn tê bîra min

Her tişt tê bîra min hemû rêkên ez tê re meşiya me, hemû kesên derketine pêşberî min. Em ji mala me bigrin, malên mirovan, dîsa coşên leyîstokan, lêgerînên nan û lêgerîna dibistanê… pir balkêş e; baxçeyeke ji darê fistiq û zeytûnan hebû. Çûyîna me ya dibistana seretayî di rojevê de bû. Hewayeke wisa çêbûye ku dibêjin hûn dikarin herin dibistanê yan jî ihtimala çûyînê heye. Ber bi payîzê em diçin. Wê demê dema min destên xwe sparte ew dara zeytûnê ez wisa hizirîm “gelo ev mamoste şêr in, piling in, gur in? Dê çi ji min bikin.” Wê demê rastiya mamostetiyê min wisa fêm dikir: “ev dikarin çi ji min bikin? Kî ne ev?” û tu hîn neçûyî dibistanê, tu tiştekî nizanî, bi taybet jî tu tirkî nizanî…

Ez hesas bûm. Cîranekî me hebû, kesekî ez lê baldar bûm, ji min mezintir bû. Xwedî çekeke Qeredaxî ya ku ji sedsala 19’emîn mayî bû, bostek dirêjiya wê hêbû. Destpêkê saçmeyên wê dadigirt pişt re barûta wê û wisa diteqand. Ew çek jî hîn di bîra min de ye, yekemîn çeka min nas kiribû.

Pînek (koxa mirîşkan) hebû. Pir caran mar dikete vê pînê. Wisa marên reş bûn. Tam ji keviya dîwarê me û cîranan derdiketin. Bêguman ez dê bi mar re mijûlbûma. Ji bo mar ez dibêjim cîranê xwe “dê ka were ji bo mar wê amrazê bi kar bîne”. Lê cîranê me ez zikreşî kirim. Nîv demjimêrê wisa tetik radike li bendê disekine, disekine û disekine… min got ‘ev çi amraz e2 li gor dilê min bi têrahî neteqand. Min got, ‘em zikreşî kirin’. Lê her dem jî li ser wî bû. Ji bo wî ev nîşana hêzê bû.

Me zêde wate neda çeka wî, lê hîn tê bîra min. Erê, wê çekê ew bihêz dikir, ji bo wî avantajek bû. Ji wê pînê jî marên wisa derdiketin. Di dîwarên malên me de hêlînên kevokan hebûn. Dema mar derdiket û xwe nîşanî me dikir em gelek peroşmend dibûn. Em derdiketin jor, me kevir radikirin, silum dianî. Ma dê tu bi çi li mar bixî? Ew şerekî pir rişt (cidî) bû. Ketiye pînê çend cêlik xistine zikê xwe. Dîsa di çavê diduyê malê de mar heye. Yanî ev di nava malê de ne. Tu di heman cihî de radizî. Ev tê wateya hawirdoreke pir rişt û xeternak. Vaye me dixwest em bikujin. Lê em zêde bibandor nebûn.

Piştî wê her ku çû me kuştina maran bi ser xist.

Azweriya kuştina mar her ku çû vegeriya rastiyê.

Di min de aliyê welatparêziyê xurt e. Weke ku ez dizanim çawa bi xwezayê re tê jiyîn, bi hêsanî ez wê ji bîr jî nakim. Ez li mayîna li wan qelaçan, dolan û xirbeyan tu caran aciz nedibûm. Lê gundiyên me yên wê demê her dem direviyan. Jixwe teşeyê reva ji wan axan qet li xweşiya min nediçû. Ji ketina wan a nava jiyaneke hêsan pir aciz dibûm û vê yekê her dem ez didam hizirandin. Ez her dem li ser windakirina wan mirovan dihiziriyam.

Lê pirsa ‘ez bibim mirovekî çawa jî’ ji bo min bêbersiv bû. Di vê derê de pirsgirêka hêzê derdikeve holê. Tu qebûl nakî lê ma tê çi bikî? Vaye sebr, xwe gihiştandin, taktikên jiyanê pêşve xistin û yekemîn hesta dijminayî. Min lê temaşe kir, dê malbat min mezin bike û ez bi malbateke mirovan re şer bikim. Ji bo ez pêşiya vê yekê bigirim, min bi kurê cîranan Hesen re têkîliyeke veşartî pêş xist. Ew li cem min pir bi wate ye. Ew, têkîliyeke pir girîng a taktîkî ye. Li dij paşverûtiya feodal têkîliyeke girîng e. Û min zarokên wê malê cîranan baş didîtin. Yên herî zêde ez dikişandim ew zarok bûn. Min zêde ji yên din hez nedikir, ji zarokên mirovên xwe jî. Min zêde bal nedida wan. Ev, girtîbûna min a ji têkîliya feodal re û daxwaziya min a aştiya bi wan re nîşan dike. Pêşveçûyîneke awarte ye. Ez di temeneke pir zû de li dijber şêwazê şerekî ku Kurdistan qedandiye radiwestim û vê li gor xwe dadihûrînim.

Ez zarokbûm, min dixwest zarokan ber bi xwe ve bikişînim; ji bo ez bikaribim bibim civat, hindekî bibandor bim û ji bo ez kêmekî ABC yê fêr bibim. Hindekî bi nêçîriya ji çep û rast, bi berhevkirina pîvokên li çolê û heke hebe bi anîna hindek tiştên ji rez û bostanan rêxistinkirinên min ên destpêkê dest pê dikin. Û yek bi yek min li hemûyan belav dikir. Yanî dema zarokek tê derûdora min dizane li gel min tiştek heye. Erê, min xwe dikir çavkaniyeke dewlemendiyê. Di gund de yekemîn komên zarokan min wisa ava kir.

Kevokên min hebûn. Dîsa kevokên min û yên cîranan pir xwezayî tên gel hev. Lê kevokeke min her diçe û bi kevokên cîranan re difire. Bêguman ez çavdêriyê dikim. Carekê firiya, du caran firiya dev ji koma xwe berda. Li gor min ev tişteke weke xiyanetê bû. Min girt ew kevok bi tevahî rûçikand, ripûrût kir û min berda ser banê xanî, min got ‘bifire’. Azîneyeke min a wisa cezakirinê hebû. Pir balkêş e lê min kir. Hetanî ku yek mûye kevokê nemîne min ew rûçikand. Piştre çi bû, ez nizanim. Lê tawana wî ew bû ku dev ji koma xwe berdabû û bi kevokên cîranan re firiya bû. Ev ji min re weke xiyanetê dihat.

Kûçik jî wisa bû. Kûçikekî min ê spî hebû. Bêguman me pê dida xwarin, dida vexwarin. Balkêş e! Em li ber darên fistiqan bûn, piştî ku ez diketim xewê hema radibû diçû cem cîranan. Êdî ez nizanim, her hal wî baştir rêxistin kiribû. Weke kûçikekî xayîn bû. A balkêş, ez jî dixapandim. Yanî hîn weke kesên ku me dixapînin, hema mîna wan bû. Wî kûçikî jî ez dixapandim. Min lê temaşe kir, hema bi roj, bi şev kengê mecal dibîne direve diçe mala cîranê me… ewqas dilxweş û baş li cîranan dimêyzand ku ez mat dimam. Dîsa çima wî kûçikî wisa kir ez nizanim. Dibe ku hindekî jî şensê me be.

Berê li gundê me ker hebûn. Min dixwest ku kerê me jî bînim pîvanan. Wî wisa serê xwe û quna xwe radikir asîmanan ku me nedikarî wî kontrol bikin. Di gund de kerê herî pêpîvan bû. Hîn di bîra min de ye, di gund de em kiribûn henekên her kesî. Tu kerekî wisa tunebû. Kerê super, bêguman navê kerê me dikarîbû bibe ‘kerê super’. Li gor vê kûçikê me jî dibû kûçikê super. Ji bo li nav baxçe, zevî û rez min biparêze, min bi destên xwe xwedî dikir. Piştî ku ez ketim xewê hema radibû direviya. Kûçikê super, kûçikê revok!

Ez zarokekî biçûk bûm. Min temaşe kir, me şer kiriye yekî serê min şikandiye. Bêguman bi ser de hatina dayika min a erjeng heye. Got ‘na divê tu neyê malê’. Waneya yekem dayika min da min. Digot encax piştî tolhildanê ez dikarim te bigirim mal. Bi rewşa xwe ya dayiktî qet dilê xwe naşewitîne, misoger nafikire ku ‘kurê min e, nizanim çiyê min e’. Hêza min heye nîne li wê jî nanêre. Qet di xema wê de nîne ku ‘ev zarok, tirsonek e, destên wî zêde ranabin’. Ez nabêjim misoger lê belkî li ser min bi bandor bûye.

Di zaroktiyê de tu kesekî ji min feqîrtir nîne. Yan jî her kesî digot: “Bila xwedê zarokê tu kesî weke yê filankesî neke”. Demeke dirêj her wisa bû, her kesî bi qeşmerokî pêşwazî dikir. Navê bavê min Omer bû. Digotin “Omer şewitiye”, “şewitiye”… Dîsa weke kurê bavê biaqil hevalekî min hebû, pêş de ez dê wî bînim ser ziman. Kurê bavê biaqil û fiqareyekî weke min. Jixwe zilamê ku jê re Omer tê gotin bi rastî zilamêkî pir balkêş e. Ew jî zilamekî feqîr ê gund bû. Ma kî wî nas dike? Pir hêjar e. Lê ya balkêş! Xizan bû lê hetanî dawiyê misilman û girêdayî ola xwe bû. Ez dikarim bibêjim ku xwedî rêgez bû jî. Divê mirov mafê zilam jî înkar neke. Ez dikarim bibêjim ku tevî hemû bêhêziya xwe ji bo hindek nirxan dijiya. Mirov bibêje ku ez qet jê bibandor nebûme, ew dibe nankorî. Bêguman misoger di hindek aliyan de ez bibandor kirime. Bi rêgez ve girêdayî ye, lê pir bêhêz e. Û bêhêziya xwe dizane.

Erê, ez di heft an jî di deh saliya xwe de bûm. Dayika min ji min re çi digot? Hûn dizanin di malê de dayik axa ye, ji bo zarokê heft salî digot: “tu wisa şer bike, wisa şer bike”. Min nekir. Çima min nekir? Ez dadigerandim û digot “here lê bide”. Yek-du caran wisa bi ser min de hat: “tu bênamus î, tu nikarî şer bikî”. Bêguman ez zarokekî xwedî hiş û aqil bûm, heke ez weke gotinên wê biçûbama, dê li min xistiba. Jixwe li min didan jî. Ez jî weke şervanên niha yên ji rêzê dihatim û digiriyam: “ev dera min şikest, ew dera min şikest”. Piştre min lê temaşe kir ku wisa nabe, min jî xwe amade kir.

Pîrika min jî digot: “hestên vî yên namusê xeter in”. Min vegot: “malbata hevalê Hesen Bîndal dijminê me bû. Ji ber ez jî zarokekî cewazbûm, min xwest herî zêde bi Hesen re hevaltiya xwe pêş bixim.” Carekê dayika min dît got ‘wey vî bênamusî bi zarokê dijminê me re têkîlî çêkiriye’. Têkîliyeke pir veşartî bû û me piştre ew dijminatî têperand. Min çima ew têkîliya veşartî bi dest girt? Ez ji bo têkîliya yekitiyê têkoşînê didim meşandin. Ez dixwazim di heft saliya xwe de pîvaneke feodal xirab bikim. Heke wê demê ev helwesta min nebûya, min nedikarî niha ewqas êşîr, qebîle û kesên cewaz bînim gel hev.

Deriyekî me hebû, hîn li pêş çavên min e. Ji ber şerê bi dayika min re tu cihê wî derî nemabû ku nehatibû kunkirin. Ka em dê vê çawa çareser bikin? Kê bihata û deriyê me binêriya dikeniya. Digotin ‘ev deriyê çi ye?’. Ji ber şerê bi dayika min re, wê ez hildigirtim hundir. Ez dibirim gomê, azîneya ‘pêkanîna’ wê jî wisa bû. Sê caran destên xwe dikir qirika min û ez radikirim jor. Digot ‘bêje tobe’, hem jî sê caran. Wisa hêsan nîne. Hetanî ku hilma min a dawiyê derdiket. Min neçar tobe dikir. Lê dema min kuneke biçûk jî bidîta, ez hema difiriyam min xwe li derî dixist û direviyam. Piştre wê ew derî digirt. Min li herdu deriyan jî dixist, dixist. Min perîşan dikir û piştre derbas dibûm. Ez ji wî temenî bi vir ve wisa me. Jixwe her dem diya min digot ‘tu kes bi vî re nikare here serî’ yan jî ‘tu kes bi te re nikare here serî, tu kes bi te re mijûl nabe’. Ev aliyên min jî hene. Ez vekirî bibêjim; hûn çawa şîrove dikin bikin, lê baldar bin. Hûn weke ku min dibînin hûn nikarin min bi dest bigirin. Piştre navenda me jî wisa ez bi dest girtim, hiziriyan ku dikarin min bi kar bînin. Xwe xapandin e.

Tiştên ku dayikê ji min hêvî dikirin, nedîtin… tiştên ku min ji dayikê hêvî dikirin û nedîtin… bi hev re jiyaneke me ya zêde demdirêj nebe jî, pir dijwar bû. Li gor xwe wê ez nasnedikirim, li gor xwe min dixwest.

Tê bîra min ku ji bo nanekî sêlê (şerekî nan, hîn di bîra min de ye) min çawa bi dayika xwe re şer dida meşandin. Piştî nanê garis dema nanê genim derket, ev di min de bû lêgerînek û nanekî sêlê zêde bi dest xistin, ji bo min tam bibû armanc. Ji bo wê min şervantiyeke mezin dida meşandin. Hedef jî dayika min bû. Diviya ku min ji cihê tê de veşartî yan jî ji destên wê girtiba. Mafê min bû yan jî ne mafê min bû ew mijareke dîtir e. Lê dema min nanê dixwest bi dest nedixist, ez derdiketim çiyê. Li çiyê gihayên tên xwarinê hene, berhevkirina wan, dîsa ji keskahiyên hatine çandin û ji darên fêkiyan nirx dana hev jî ji bo min hedef bû. Me hindek didizîn. Ji bo bi dest xistina hindekan jî me hewlên pir giranbiha nîşan didan. Serdemek wisa derbas bû. Ez dikarim bibêjim ku di vê mijarê de min şerekî rêbertiyê dida meşandin ku min komên yekemîn ên zaroktiyê li ser bingeha jêkirinê rêxistin kir. ‘Va ye, werin ez we bibim berhevkirina pîvokan. Li filan cihî zebeş hatine çandin, em dikarin çendekan bigirin. Tirî derketiye, fistiq derketine.’

Bavik ji bo zarokên xwe rêber in. Bavê min jî ji bo min rêber bû. Lê nedikarî bi rê ve bibe. Ji zû ve dest avêtina min a hunera rêbertiyê hindekî jî ji ber nebesiya bavê min e. Ez wê demê vî tiştî dibêjim: “bavê min jî weke bavê kesên dîtir bila ji me re rêbertiyê bike ku valatiyê dagire.” Baş e ku bave min ê wisa hebûye. Heke wisa nebûya min nedikarî di temenekî biçûk de bikevim lêgerîna rêbertiyê. Min digot; “ev bav, nikare me bi rê ve bibe. Di rewşeke pir zor de ye, pir xizan e kêmaniyên mezin dijî.” Bi rastî jî di gund de bi qasî ez dizanim kesê ku di nava malbatê de yê herî zêde di lêgerîna rêbertiyê de bû ez bûm. Dibe ku di wateyê de li ser rêbertiyê min waneyên bingeh wergirtine.

Şerekî ku bavê min kiribû hebû. Lingên wî li banî dilêyîstin. Yekî ew xistibû bin xwe. Xwişkeke min a mezin hebû bi ser wê de diqêriya: “wê kêrê bîne…” di binî de ye, lingên wî banî ne, yek kêrê bîne jî nikare bigire, ji ber ku destên wî hatine girtin. Rewşa giyana têkçûyî, kesayeta felç bûye, bi ser de jî kêrê ji min dixwaze. Çekê ji min dixwaze. Dibêje ‘bîne Evdileh’. Erê dibe ku navê min jî gotibe. Min ji vê yekê şerm kir û min got ‘ez tu carî wisa şer nakim’. Serkeftinên min ên mezin tunebin jî, ez neketim nava karekî ku ez nikarim ji binî derbikevim. Tiştê ku hêza min lê nabe, ma çima ez bi mirinî xwe bikim nav?

Hîn tê bîra min. Dema ez ber bi Berêçûk (Birecik) dimeşiyam min bi kirasê bavê xwe girtibû û min wisa li her tiştî temaşe dikir. Min tirsnak didît. Min dipirsî ‘ev çi ye? Ev çi ye?’ Ji her tiştekî ez tiştekî dîtir digirim. Dema yekem car ez li ber kirasê bavê xwe ketim bajêr şerê min destpê kir. Belkî bajar çiyayekî mezin e û bi ser min de dirûxe. Gavavêtina min a li kolanên Berêçûk weke meşeke di qada dijmin de bû. Bavê min ji bo min hêzeke mezin bû, ji ber ez di wan kolanan de didam meşandin.

Bavê min kesekî zêde xirab nebû. Ew jî, her dem ji min hêvîdar bû û ji min bawer dikir. Dîsa yê ku herî zêde dilê bihêvî kiribû ez bûm. Lê rêxmî vê yekê min gelekî li dijî wî serî hildida. Yanî min mînakeke zarokekî malê yê ne baş raber dikir. Wisa yekî bêfêm, her xwedî kirdeyên xirab, serî hildide ne, berovajiyê vê, bavê min ji min gelek hêvî dikirin. Ez vê jî hîn bi bîr tînim. Di bin darekê de, êdî çi wî bandor dike, ez nizanim, ez nîşan dam ên kêleka xwe û wisa got: “dest nedin wî, li ser eniya wî fetih hatiye nivisîn.” Ez bawer im dîsa vê yekê li gor hedefên min ên xebata jiyanê û berhemê dibêje. Min zêde xwe nedida ber kar lê dema ez diketim nava karekî min ew kar pir paqij dikir. Belkî jî aliyê min ê ku herî zêde ew bi bandor kiriye ev bû. ‘tu herî ku derê here, tê fetih bikî. Li ser eniya te nîşana fetihê heye.’ Ev gotin hîn tê bîra min û ji bo çi ev yek got hîn nayê bîra min. Ez lê nedihatim, ez di nava pêvajoyeke dijber de bûm. Karê min ê paqij misoger bû, lê ez gelekî jî dudil bûm, bi hêsanî lê nedihatim. Hawirdor jî wisa bû. Min zêde kar nedikir. Kêm û cewherî min dikir. Bûyera ku jê re fetih tê gotin, şêwaza fetihkirinê ye.

Ez hîn di deh saliya xwe de hebûm an na. Hişyariya min hebû. Ez zarokekî xwedî hiş bûm jî. Ez hîn bi bîr tînim, baş di bîra xwe de digrim; ez fêrî baldarbûna li ser mirovan dibûm… bavê min, li gor alimiyê pîvan dadianîn holê, digot ‘peleke cixarê bixe bin balifa xwe. Heke tu hindekî ji bilindbûyîna wê balîfê fêm bikî, tu yî bigihê asta alimekî baş.’ Û min qet ji bîra nekir. “pela cixarê çiqas e? Dema bikeve bin balîfê, dê tu bibêjî ‘balîf bilind bûye’ yanî dê tu ferq bikî.” Lê îro ji bo hindekan ne pela cixarê, mirov daran jî bixe bin balîfa wan ferq nakin.

Berê hêza min jî zêde nebû. Bavê min wê demê jî digot ‘tu kesî ku li te guhdar bike nîne’. Di vê wateyê de heman tişt didome. Erê, di wateyekê de ev yek îro jî rast e. Ez bi tenê me. Lê ez ji bavê xwe jî bihêztir im. Zilamê ku ev yek digot bi xwe ne tu tişt bû. Li gel ku ez jî wisa me dîsa jî min ji ya xwe bostek jî bi paş ve neavêt. Dîsa li gor hemûyan ê herî xurt ez im. Li gor kalik û bavê ez im.

Digotin ‘bila kurê tu bavî weke yê wî nebe’, bavê min jî ne di we rewşê de bû ku aqil bide min. Jixwe min ew zilam qedandibû, baviktiya wî jî bi temamî min qedandibû. Hîn di bîra min de ye, Îsmaîlekî pir tembel hebû. Îsmaîlê qurbanê bû yan jî Îsmaîlê bêhiş bû? Yekemîn pêşniyaza bavê wî jê re wisa bû: “Derbasî pêşiyê nebe, li dawiyê nemîne, tam di nîvî de bisekine”. Tam felsefeya gund. Vî demeke dirêj kurê xwe rê nekir dibistanê. Dît ku em zarokên xwe rê dikin dibistanê, dikin xwedî dahatû, wî jî rê kir. Piştre kete nav zar û zêçan, nehat pêşentiyê.

Jiyana hemû gundiyan bi şer derbas dibe. Lê di ev şêwaza şer de serkeftin nîne. Rewşeke dijî şerê gelerî ye. Û ji ber vê yekê ji nakokiyên hundirîn xwe qedandine. Rûyekî vê yê dîtirê jî, pasîfîzma ji xwedê razî ye. Encama vî şerî, pasîfîzma gunditiyê û serîtewandina ji qederê re ye.

Di her şerî de bavê min digot: “here, here! Li ser gund wisa şer bike, here wisa xeberan bide”. Min weke şêwazê wî nekir. Heke min weke wî kiriba, ez niha ji zû ve miribûm. Ez nedigihiştim panzdeh saliya xwe jî. Bav jî axayek e, dixwaze şerê berê bide meşandin.

Wisa tê fêmkirin ku dayika min ji min re dibistana herî baş bûye. Di gund de ev jin, kesa herî zêde diqêre, ji şer re vekirî û serhildêr e. Hîn di bîra min de ye û ez dikevim bin erdê. Min digot xweziya, bila dayikeke min a wisa serhildêr nebûya. Di gund de li hember xelkê ew wisa çawa şerm nake? Çawa wisa her kesî dixe nava welweleyê, çawa wisa serî hildide? Ez bi rewşa xwe ya zaroktiyê ve diketim bin erdê. Ez bawer im sedema çawaniya taktîkgeriya min jî dikare bi wir ve were girêdan. Ew serhildêriya wê, heman demê di nava xwe de lewaziyek hildigirt, min ev yek dîdit. Ji ber ku ewqas bang dike, diqêre lê encameke serkeftî nagire. Ez dixwazim ji dayika xwe bawer bikim, lê ji destên dayika min tu tiştek nayê. Bavê min jî wisa bû. Çalakiya wî ya herî mezin, derdiket ser ban û xeberan dikirin… Çawa xeber didan ew jî ne diyar bû. Vir vir vir. .. xeberên herî giran dikirin, piştre dihat li cihê xwe rûdinişt. Li dij dijminên xwe bingehê şêwaza çalakiyên wî wisa bû. Tê wê wateyê ku herduyan jî ez gelekî bandor kirime. Min ev bingehên mezin ên seroktiya taktîkî ji pêkanîna berovajiya wan bi dest xistiye. Yanî hîn di temenê xwe yê biçûk de min ev tişt weke tiştên vala û pûç didîtin. Min didît ku ew xwe gelekî bêwate dikin, pir şerên bêyî encam dikin û min berovajiya vê yekê pêk dianî. Wisa tê fêmkirin ku sedema bingeha fêrbûna di temenê biçûk de, bi rastiya vê malbatê û rastiya dayik û bavê ve girêdayî ye. Min waneyên xwe yên herî bingehîn jî ji wan girtine. Hal-î harabê bavê min hişt ku ez di van karan de bibim rêber. Êşên ku me di zaroktiya xwe de jiya, em birin ber bi wê encamê ku em ji van karan re rêbertiyeke baş bikin.

Bêguman li hember ketina mezin, li hember girîna mezin, li hember layiqiya biçûk a ji xwe re helwesteke min heye. Jixwe bavê min digot: “dema ez bimirim, tu yî rondikekê jî nebarînî”. Wî dizanibû ez li dijî çi me. Li hember biçûkbûnan û erzanbûnan ez rondikan nabarînim. Lê di aliyê dîtirê de jî cîhan hemû dizane ku ez çiqas hestyar im. Aliyê min ê evînê û yê hestê ji aliyê min ê zanebûnê bihêztir e. Lê zanebûn jî heye, ez wê jî piştçav nakim. Meşa min a nêzî zanistiyê tu kes nikare piştçav bike!

Ez şerekî balkêş ê hestan im. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kîrêtiyan, bi bingeh girtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn.

Min xwest ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîn tê bîra min zarokên xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Li gel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin: “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin.

Ev îdeolojiyek e

Îdeolojiyek e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku hebûna mijara gotinê ew e; belkî xwedî çend bost erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kûçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welat jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan weke din tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye.

Xebata zeviyan girîng bû. Min di zeviyan de xebat kir. Pale ji bo me barekî giran bû. Min digot pale pêwîst e û min pale dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwêdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana biked çawa dibe, dihat fêmkirin. Min baş kar kir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim.

Ez bi xwişk û birayên xwe re pêv diçûm. Lê dîsa jî xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Belkî jî zehmetî dikişand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot: “encax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîn ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min aşkera derket holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du bira wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexweş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê kir.

Min lîstok jî dileyîstin, lê zêde ne. Leyîstika bi lingekî, leyîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bileyîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bileyîzim lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re leyîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîne lê wê gotiye dibe ku hebe.

Heke hêrsa min a bêyî encamiya leyîstika bi keçên gund re nebûya, min nedikarî keçan wisa bikişînim ev leyîstika azadiyê û têkoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, ne xiyanetiya li zaroktiyê. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwest li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa destpê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e.

Pejirandina zilamê kurd ê ji rêze û kevneşopiyeke gelekî xetereye. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heke min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min. Li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîrekê malê ve girêdane. Û dîsa digotin: “jinê ta birîne û revî ye.” Ji ber çi revî ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pê ve tên girêdan. Baş e ma ez dê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim?

Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm ber textê reş tê bîra min. Mamoste ez rakirim got: “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmuneya herî girîng bû, hîn di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmuneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn; zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Jixwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîn di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Yanî rewş wisa bû.

Rastî, bi qasî ku te aram neke bêeman e

Ez bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan ewqas xafil bimîne.

Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawer im qenciya wê jî çêdibe. Di ew temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heke ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi îhtîmaleke mezin ez dê di xeteke cewaz de pêşbiketibûma. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye.

Mamosteyê yekem… ez bawer im mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku ez vexwendim mala xwe. Xwarina min bi wî re xwarî hîn di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hember rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwest ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîn di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû.

Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez hem di pergalên leyîstika zarokan û şeran de, hem jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min pratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan ên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rebertiyeke min a xwezayî hebû. Di perwerdeyê de, di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm.

Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû.

Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayikeke ku xwe weke tu yî xwestin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gavavêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyeyê re didim meşandin hîn wê demê pir bi dijwarî min da meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayika min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîn tê bîra min, digot: “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke biçûk a me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwest ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û xwe bi xwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistikirinê bû. Xwe bi xwe meletî kirin girîng e ma ne wisa? Yanî li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe.

Min dixwest dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevanan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewla ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewla perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyar e ku ez ber bi ciwanmêriyê ve diçim.

Wê demê bi vî tiştî hesiyan; ev zarok dê nebe zarokekî asayî yê malbatê. Hîn wê demê dayika min ji min re digot tu nikarî malbatekê saz bikî. Wiha rexne dikir: “tu kes keçan nade te, kar nade te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, aşkera derdixist holê ku ez dê bi tendurist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin.

Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bi xwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwestin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê.

Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên îdeolojîk û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dixwest de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwesteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nas dikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirinên hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nas dikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîr tînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bo girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê rexmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû.

Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn ê jî bibînin. Rexmî her tiştî bêyî ku tu wan bişikînî, bêyî ku tu wan nerihet biêşînî… ji ber ku têperandina wan belkî jî wan biêşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê heke pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Tu dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalê xwe ev yek jî wî/ê dilxweş dike.

Dîsa yekemîn hevalê min ê zaroktiyê Hesen Bîndal hebû, li gundê Cîbînê. Gundekî tirkan bû û malbatên wan hîn jî me bi xêr bi bîr tînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin a êrîşê ne, şehitîneke mezin rêxistin dikin, lê misoger wisa rewşeke bêqisûr a rêzgirtinê jî hebû.

Hîn jî ez di cihê nivî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîn mijûl dibin. Yanî ez dîn jî bibim ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ji peyan. Ez bawer im Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot: “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm lê ev hest hîn di bîra min de ye; ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiya. Dema ez rabûm jî me nekarî ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di ev rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê rexmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heke ez dê nikarim jê bibim jî, nepejirandina têkçûyîneke bingehîn.

Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwest ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heke gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qasî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû; Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de. Li lîsêyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn.

Heke ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev her du hest

Bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Derbarê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortevanekî xurt im lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîne. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarî ez bi dest bixim, jixwe min bidest dixistin, ên din jî wekhevî bû. Ez bawer im min pir kêm di leyîstikan de winda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû.

Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawer im di 1984’an de mir) digot: “heke tu bi vê lezê bidomînî tu yê bifirî. Tu yê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min a destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kemanî ez dişopînim. Şêwaza min a şopandinê, derbarê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min ên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re bi rişt û wate ye û wisa birina encamê heye.

Nûçeyên Têkildar