26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9’ê Cotmeha sala 1998’an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî rengî dest pê kir. Bi wê komployê re armancên komplogeran hebûn, lê ji ber ku PKK û Rêber Apo teslîm nebûn ango têk neçûn, komploger negihiştin armanca xwe. Lewma ev komplo niha bi şêweyên din dewam dike.
Li aliyekî Rêber Apo girtî ye û pergaleke qirkirin û êşkenceyê di meriyetê de ye. Li ber çavê cîhanê hemû neheqî li kurdan û Rêbertiya wan tê kirin. Li ber çavê cîhanê komkujî, dagirkerî û talan li Kurdistanê heye. Lê tevî vê yekê jî kes dengê xwe nake. Ev polîtîkaya qirkirin û dagirkirinê li Rojhilata Navîn berfireh dibe. Dema ku em li bûyerên niha dinêrin, tê dîtin ku bê komplo ji ber çi sedemê pêk hatiye. Eger ku di sala 1998’an de komploger gihiştibûna armanca xwe, bûyerên a niha wê demê wê pêk hatibûna. Wê ji niha jî xerabtir bûya. Lê Rêber Apo ji bo ku li Rpjhilata Navîn xwîn nerije û ji bo jiyaneke bi hev re pergala netewa demokratîk pêş xist. Hêzên komploger jî li dijî vê pergalê ketin nava şerekî. Ji ber ku modernîteya demokratîk li hesabê wan nayê. Ew dixwazin ku tim û tim li Rpjhilata Navîn şer hebe û alozî hebin. Çiqas şer û talan hebe, ewqasî hêzên kapîtalîst kêfxweş dibin.
Rêber Apo jî hesabên vê yekê dikir û li gorî wê pêngav pêş xistin. Çawa ku hat girtin û şûnde bi parêznameyên xwe dîrok jinûve şîrove kir. Ji bo herikîna dîrokê biguherîne jî manîfesto pêşkêş kirin. Îro ew manîfesto û paradîgmaya Rêber Apo gihaye milyonan. Îro em dibînin ku milyonan kes azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin. Wê demê em fêm dikin ku nêzî azadiyê bûne. Em nêz bûne, lê dîsa jî azadî ne li ber derî ye. Ji bo bi destxistina azadiyê divê em xwe biêşînin. Tenê bi çalakiyên rojane û daxuyaniyên bîranîna rojan têr nake. Bi vî rengî azadî bi dest nakeve.
Azadî bedelên giran dixwaze. Rêber Apo digot; azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin. Ev gotin bi serê xwe gelek tiştan îfade dike. Erê em azadiyê dixwazin, lê eger em ber bi azadiyê ve neçin, wê azadî neyê ber deriyê me. Divê her kes ji aliyê xwe ve xwe biêşîne. Eger rabûneke milyonan çêbibe, wê demê em dikarin nêzî azadiyê bibin. Di rewşa heyî de em nikarin vê azadiyê bînin. Eger me karîbûya, Rêber Apo ji sala 1999’an ve ne girtî bû. Wê demê divê em li rê û rêbazên din bigerin. Wê demê divê em li riyeke din a pêkhatina azadiyê bigerin. Eger di 25 salan de bi heman rêbazê encamek bi dest neketibe, wê demê divê em rêbazê biguherînin. Divê em bi ser guhertinê de biçin. Dema me tineye ku em xwe dubare bikin an jî hin tiştan biceribînin. Ji ber ku îro Rojhilata Navîn di nava agir de ye û ne diyare ku bê sibê wê çi biqewime. Lewma divê em bilezînin û bidin pey azadiyê.