Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Azadî têkoşîn e

Azadî; rizgariya ji koletî, bindestî, neheqî, înkar, îmhayê ye. Azadî; wêrekî, berpirsiyarî, civakîbûn, siyasîbûn û xwenaskirin e. Azadî, parastina, cewher, nasname, çand, ziman û wijdan e. Azadî; parastina hemû nirxên civaka sincî û polîtîk e. Azadî, têkoşîna ji bo nirxên hevpar ên civakê ye. Evîna ax, av, xweza û jiyanê ye.

Ji bo mirov azad bibe, divê li dijî koletî, bindestî, neheqî, înkar, îmha û xerabiyê têbikoşe. Ji ber vê yekê azadî têkoşîna li dijî koletiyê ye. Azadî, têkoşîna li dijî neheqî, înkar û îmhayê ye. Azadî, têkoşîna li dijî pergala modernîteya kapîtalîzmê ye. Azadî têkoşîna li dijî lîberalîzmê ye.

Mirov çiqas karibe li dijî kemînên veşarî yên modernîteya kapîtalîzm û lîberamîzmê têbikoşe, ew qas dikare azad bibe. Mirov çiqas dikaribe li dijî polîtîkayên dewletê yên koletiyê têbikoşe û xwe ji tora wê rizgar bike ew qas dikare azad bibe. Mirov çiqas bibe xwe ew qaz azad e. Xwebûn azadî ye. Ji bo xwebûnê têkoşîna parastina cewher pêwist e. Ji ber ku pergala serdest bi rêbazên cuda her dem êrîşî cewherê mirov deke û dixwaze mirov ji xwebûna xwe dûr bixe û bike yê din. Bike biyaniyê xwe. Kesên bibin biyaniyê xwe dibin kole.

Kesên bibin kole êdî nikarin têbikoşin. Pêdiviya têkoşînê jî hîs nakin. Ji ber ku ji halê xwe razî ne. Ji ber ku ne di ferqa koletiyê de ne. Ji ber ku wijdan, sinc lawaz bûye. Berpirsiyariya li hemberî ax, av, xweza, civak, welat, ziman, nasname û hemû pîvan û nirxên wî-ê heyî dike lawaz dibe. Xwe berpirsiyarê parastinê nabîne.

Mirov dikare mijara azadî û koletiyê berfireh veke. Îro pêngavek hatiye destpêkirin. Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Em dibêjin heta ku Rêber Ocalan azad nebe, em jî nikarin azad bibin. Gelo em vê yekê ji ezber dibêjin. Em vê yekê ji xweber dibêjin. Na em wateyekê didin vê dirûşmê. Ji ber ku Rêber Ocalan ji şexs wêdetir îro bûye felsefe û paradigmaya hebûnê. Bûye paradigmaya jiyana azad. Ji bo ev paradîgma û felsefe bêtir pêş bikeve û xurt bibe, divê em li Rêberê vê felsefeyê û felsefeya vî rêberî xwedî derkevin. Ji bo em wî azad bikin divê em xwe jî azad bikin. Ji bo em xwe azad bikin divê em li dijî nebesî, kêmasî û lawaziyên xwe têbikoşin. Ji ber vê yekê azadî bi têkoşînê pêk tê.

Îro divê bi her awayî em têkoşîna xwe xurttir bikin. Divê bi her awayî em xebat û lebatên xwe geştir bikin. Eger em dixwazin azad bibin û azad bijîn, divê em ne tenê li dijî nebesî û kêmasiyên xwe têbikoşin. Di heman demê de pêwist e, em li dijî tora ku me dorpêç dike û di nava xwe de difetisîne. Ji ber vê yekê divê em bêtir em xwe tev li xebat û lebatan bikin. Divê em bêtir birêxistinî û civakî tev bigerin.

Îro Nobeta Edaletê li 5 bajaran didome. Sazî û dezgeh diçin serdana malbatan. Lê tenê serdan tê kirin. Serdana bi çend saetan baş e. Lê serdana çend saetan têrê nake. Divê em bi awayekî xwe tev liv an çalakiyan bikin. Çapemenî divê bêtir van çalakiyan bide xuyakirin. Deng û daxwazên çalakgeran bide bihîstin. Hiqûqnas divê bêtir mafê edaletê biparêze û bi rayedarên eleqeder re têkeve nava lêgerînê.

Siyasetmedar divê bêtir vê mijarê di rojeva meclîsê û li qadan bîne ziman û bide xuyakirin.

Her beşek civakê divê li gorî kar û xebata xwe van çalakiyên Nobeda Edaletê bide xuyakirin û bihîstin. Divê bi rêbazekê xwe tev li van çalakiyan bike û hêzê bide çalakgeran.

Heta ku em li şûna fikarên civakî, fikarên xwe yên tekakesî biparêzin, em ê nikaribin têkoşîna civakî pêş bixin. Em ê nikaribin têkoşîna ji bo azadiyê pêş bixin. Divê em ji bîr nekin têkoşîn azadiyê pêş dixe. Mirov çiqas azad bibe ew qas wêrek û bi hêz dibe.

Azadî bi xwe nasîn û tekoşîna xwenasiyê pêkan e. Îro paradigma û felsefeya Rêber Ocalan rêya nasîn û xwenasînê nîşanî me dide. Rêya azadiyê nîşanî me dide. Rêya têkoşîna li dijî kapitalizm, koletî û ez ezîtiyê nişanî merpya dide. Rêya civakîbûn, polîtikbûn, berpirsiyariya li dijî xweza û civakê nîşanî me dide. Rêya têkoşînê nîşanî me dide. Em çiqas têbikoşin em ê aw qas azad bibin. Em çiqas azad bibin em ê ew qas têbikoşin. Ji bo vê yekê pêdivî bi azadiya Rêber Ocalan heye. Em bêtir ji bo Azadiya Rêber Ocalan têbikoşin.

Nûçeyên Têkildar