Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’

Kesên ku li Stenbol û Bûrsayê tev li pîrozbahiya Newrozê bûbûn gotin ku: "Daxwaza me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye."

Newroza 2023’yan ji ber erdheja ku pêk hat diyariyên erdhejzedeyan hat kirin û bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hat pêşwazîkirin. Newroz li Herêma Egeyê bi beşdarbûna bi sedhezaran hat pîrozkirin û daxwaza sereke ya Newrozê jî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.

Kesên beşdarî Newroza Stenbolê û ya Bûrsayê bûn ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.

Bulent Altin ê 50 salî ku beşdarî Newroza Stenbolê bû, diyar kir ku ji 6 saliya xwe ve beşdarî pîrozbahiyan dibe. Altin anî ziman ku ji bo Newrozê ew û dayika xwe rêyeke dûr meşiyane û got ku gava gihîştine qadê bi astengiya polîsan re rû bi rû mane. Altin anî ziman ku ew dixwazin li erdnîgariyeke zordestî lê tune û aştî û wekhevî lê heye Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Beriya her tiştî em aştiyê dixwazin. Em ji bo ji şer, neheqî û zordestiyê re bêjin na li qada ne.”

Dê hesab bê pirsîn

Kadriye Altûn a 80 salî jî anî ziman ku ji ber erdhejên Mereşê bihêrs in û wiha domand: “Em hatin ku Erdogan serobino bikin. Em her sal tevî zarok û neviyên xwe tên qada Newrozê. Ên li herêmên erdhejê piranî kurd û elewî bûn. Erdogan bi vê dizanibû, lewma mudaxile nekir. Em pir bihêrs in. Erdogan dê hesab bide vî gelî. Ev perpitînên wî yên dawî ne. Di serî de gelê kurd, her kes bila pişta partiyên aştîxwaz bigirin. Zarokên me hemû an di girtîgehan de ne an jî di bin axê de. Ez jineke kurd im, serbilind im. Wekî bi sedan dayikên kurd, ev dewlet deyndarê min e jî. Ez hatim heqê xwe wergirim. Êdî bes e.”

‘Em dixwazin Ocalan azad bibe’

Alî Demîr ê 72 salî ku tevî neviyên xwe hat Newrozê, destnîşan kir ku ji bo ji zilma li hemberî gelê kurd re bibêjin “na” hatine qadê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newrozê, agirê ku li dijî zaliman tê vêxistin. Newroz îsal di serî de Ocalan, bila bibe wesîleya hemû girtiyan. Ocalan 24 sal in di girtîgehê de tê tecrîdkirin. Êdî em vê zilmê qebûl nakin, em dixwazin Ocalan azad bibe.”

Azadî ji bo Ocalan

Selahattîn Çelebî ku bi kincên kurdî û alayên Partiya Çepgir a Keskan hat qada Newrozê, ev tişt anî ziman: “Înkar û qirkirin li nasname û çanda me tê ferzkirin. Lê rojên ronî li benda gelê kurd in. Ji lew re kurd roj bi roj bi pêş ve diçin û her ku bi ser dikevin azadî nêz dibe. Em her sal tên qada Newrozê û serîhildana kurdan û bindestan diqîrin. Îro jî em di serî de ji bo Ocalan û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên din hatin qadê. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye. Peyama me ya herî girîng ev e. Em aştiyeke mayinde û azadiyê dixwazin.”

Sûlan Kaya jî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye pîrozbahiyê û wiha axivî: “Em dixwazin Ocalan azad bibe û nasnameya me û zimanê me bê naskirin.”

Nîgar Guler ku ji Ozbekistanê ye got: “Ji bo piştgiriyê bidim têkoşîna gelê kurd hatim. Ez aştî û azadiyê ji bo tevahiya gelan dixwazim Newroz pîroz be.”

Şefîk Gulerê ozbekistanî jî got: “Çi dibe bila bibe ew ê Newrozê pîroz bikin.”

Ji newroza Bûrsayê

Ercan Erdogmûş ku beşdarî Newroza Bûrsayê bû wiha got: “Sedema hatina min, ji ber ku ev roj roja serîhildan û berxwedanê ye. Em ê bi ruhê Newroza 2023’yan tecrîdê bişikînin.”

Şerîf Duz jî anî ziman ku qada Newrozê ji aliyê bindestan, karker û kedrana hatiye tijekirin û got: “Li pêşiya me hilbijartin heye. Di 14’ê gulanê de rayên me ji bo HDP’ê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar