Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Azadiya fizîkî Ocalan azadiya hemû gelan e

Di dîrokê de gelek kesayetên mezin derketine û mohra xwe li çarenûsa mirovahiyê xistine. Balkêş e ku herî zêde li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê kesayetên mezin derketine. Her çiqasî navê jinan derneketiye pêşjî hemû jin mohra xwe li çarenûsa gelan xistine. Jin bi parvekirin û hezkirina xwe ya xwezayê pêşengiya civakê kirine û bi vê pêşengiyê re hiştine ku civak di aliyê hişmendî û afirîneriyê de pêş bikevin. Heke civak heta niha li ser piyan mabe û hebûna xwe domand dibe ev bi saya têkoşîn û afirîneriyê jinan e. Dema mirov li dîroka vê pergala rizyayî ya kapîtalist dinêre dibîne ku ew li ser desteserkirina berhemên jinan û civakê derketiye holê. Ev pergala rizyayî ewilî jin xistine û dawiyê civak xistine.

Her wiha di serdema vê pergala rizyayî ya kapîtalist de jî kesayetên pêşeng derketine.  Ji van kesayetan yek jê Zedeşt e. Yê din jî Pêxember Brahîm e. Û bi vî awayekî wekî hebê tizbiyê li pey hev rêz dibin.  Ev kesayetên pêşeng deriyênronakbîriyê li gelan vekirin. Her yek ji wan di aliyekî de civak pêşve birine. Heke îro li dijî vê pergala rizyayî ya kapîtalist berxwedanek hebe ew jî bi saya ruhê berxwedêrî ya jinan û van kesayetên pêşeng in.

Hemû pêşketinên heta niha derketine holê îro di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de bûye yek. Ji ber vê yekê berxwedana 50 salan a Rêberê Gelan Ocalan ne ji rêzê ye. Ev 50 sal in bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk derbên giran li pergala kapîtalist dixe. Ji bo mirov berxwedana Rêberê Gelan Ocalan baştir fêm bike hewceye li şerê wî ya bi vê pergala rizyayî re binêre.  Rêberê Gelan Ocalan li ser azadiya jinan paradîgmaya  modernîteya demokratîk avakiriye. Her ku jin xwe nas dikin ev pergala demokratîk pêşve diçe. Bi pêşveçûna azadiya jinê re pergala rizyayî ber bi têkçûnê ve diçe. Her ku jin dibin xwedî hêz, pergala rizyayî lawaz dibe. Her ku jin azad dibe civak azad dibe û bi azadiya civakê re pergala rizyayî têk diçe.

Pergala rizyayî ji bo pêşiya azadiya jinan û civakê bigire, bi komployeke navdewletî Rêberê Gelan dîl girt û li girava Îmraliyê tecrîd kir. Ev 24 sal in Rêberê Gelan Ocalan di êşkencexaneya Îmraliyê de li ber xwe dide. Ne tenê li ber xwe dide. Bi fikir û ramanên xwe pêşiya gelan ronî dike. Rêya azadiyê nîşanî gelan dide. Ji ber vê yekê ne berxwedana Îmraliyê berxwedaneke ji rêzê ye û ne jî êşkenceya li ser Rêberê Gelan Ocalan tê meşandin ne ji rêzê ye. Pergala rizyayî hewl dide vê carê di şexsê Rêberê Gelan Ocalan de careke din nirxên mirovahiyê dagir bike. Lê vê carê civak xwedî hêz e û divê bi lîstikên wan nexape.

Pergala rizyayî herî zêde ji Rêberê Gelan Ocalan ditirse. Bi vê tirsê pergaleke dermirovahî ya wekî Îmraliyê ku mînaka wê li tu deveran tuneye ava kiriye.

Wexta mirov tenê li vê pergalê binere dê bibîne ku bê çiqasî ji Rêberê Gelan Ocalan ditirsin. Ji bo tirsa wan pêk were divê em di aliyê fîzîkî de Rêberê Gelan Ocalan azad bikin. Xebata azadiya Rêberê Gelan Ocalan xebata hemû mirovahiyê ye.

Bifikirin Rêberê ku di tecrîda herî dijwar de derbên ewqasî giran li vê pergala rizyayî dixe, dema ku di aliyê fîzîkî de azad bibe bê çi bi serê vê pergalê de bîne. Wê demê tola hezaran salan yeko yeko ji vê pergala were hilanîn. Ji bo hilgirtina tola hezaran salan azadiya Rêberê Gelan Ocalan ji nan û avê pêwîstir e.

Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Ocalan azadiya hemû gelan e.

Nûçeyên Têkildar