Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Cuma - 11 Ekim 2024

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza hemû gelên cihanê ye’

Parêzer Omer Berkel ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikarin serî li saziyên pêwendîdar bên dayîn û wiha axivî: “Feylezof û rewşenbîr Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca hemû gelên cîhanê ye.”

Dostên kurd di 10’ê cotmehê de li seranserê cihanê ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li Kurdistanê û seranserê cihanê berfireh bû û rojeva sereke ya gelên Kurdsitanê û dostên kurdan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Minbicê parêzer Omer Berkel têkildarî rewşa hiqûqî û pêngava azadiyê de axivî. Parêzer Omer Berkel diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye nexasim madeyên /3/ û /2/ yên peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ku tê de mafê mirovan a jiyana azad, birûmet û ewle tê parastin.”

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta tirk bikin

Parêzer Berkel destnîşan kir ku roj bi roj dewleta tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina parêzer û malbata wî pê re binpêkirina qanûnên mafên mirovan zêde dike û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li Sefaretxaneyên Tirkiyeyê û li ber sefaretxaneyên dewleta tirk a dagirker bi rêya nûnerên biyanî dikarin çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Îmze dikarin bên komkirin. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikarin serî li saziyên pêwendîdar bidin. Ev hemû jî dikarin zextê li dewleta tirk bikin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî daxwazên xwe pêk bînin.”

Divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên qutkirin

Berkel di dawiya axaftina xwe de got: “Feylezof û rewşenbîr Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca hemû gelên cîhanê ye. Divê civaka navneteweyî hemû xebatên xwe yên bi Tirkiyeyê re rawestîne. Divê têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên bi dewleta tirk a dagirker re bên qutkirin û ji hemû peyman û saziyên navneteweyî bê derxistin. Her wiha hemû balyozên Tirkiyeyê bên dersînorkirin û serlêdanên wan bên redkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar