Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...
Pazartesi - 26 Ağustos 2024

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo mirovahiyê girîng e

Parêzerê fransî François Devedjian diyar kir ku divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û wiha axivî: “Divê destpêkê derfet were dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewş helbet ji bo kurdan pêwîstiyek e, lê li gorî min di heman demê de ji bo tirkan û mirovahiyê jî girîng e; ji bo ku her kes fêm bike ka çi xeterî hene jî, girîng e.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û 4 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de hiqûqnasên ji beşên civakên cuda nerazîbûnên xwe yên li hemberî vê bêhiqûqiyê didomînin. Parêzerên Baroya Parîsê ji bo şermezarkirina vê bêhiqûqiya li ser Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, nameyek ji Wezareta Edaletê re şandin. Ji parêzerên Baroya Parîsê François Devedjian ku ew jî di nava van parêzeran de bû, têkildarî tecrîda Îmraliyê axivî.

Parêzer François Devedjian diyar kir ku tecrîda Îmraliyê bi aşkere binpêkirina mafên mirovan e û parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta tirk e. Devedjian têkildarî helwesta Baroya Parîsê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê ev tişt got: “Destpêkê ez vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke pratîka Tirkiyeyê şîrove dikim. Abdullah Ocalan kesekî girîng e ku nûneriya gelê kurd dike. Lê Tirkiye rêz ji mafên mirovî yên esas, ji gelê Kurd û nûnerên wê re nagire. Dewleta tirk, dixwazî Erdogan be yan jî kesên beriya wî be, bi taybetî li ser Abdullah Ocalan bi giştî jî li ser gelê kurd helwesteke ku mafên mirovan binpê dike, raber dike. Lewma weke parêzerên Baroya Parîsê, me bi vê biryarê ev bêhiqûqî şermezar kir û daxwaz kir ku dawî lê were.”

Parêzer François Devedjian destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta Tirk e û wiha pêde çû: “Bi rastî mirov fêm nake ku çima çûyîna parêzerên Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê re tê astengkirin, yanî fêmkirina vê yekê zehmet e. Em nizanin ka Ocalan hîn sax e yan na. Ti têkîliyeke aktuel nîne. Dibe nexweş be. Xala destpêkê ev e û ya herî dramatîk. Em ne weke fîzîkî ne jî zihnî, rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan nizanin.

Ya duyemîn, her kî/ê be bila bibe divê girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, bi taybetî jî girtiyekî sembolîk ê mîna Abdullah Ocalan divê hevdîtinê bike. Ev di heman demê de rêyeke ku peyama xwe ragihîne. Ev qedexe nîşan dide ku dewleta tirk red dike ku Abdullah Ocalan weke muxatab bibîne.

Li gorî min, peyama Tirkiyeyê ew e ku dixwaze bêje Abdullah Ocalan nîne, yanî mîna pirsgirêka Ermeniyan a ku tune dihesibînin. Ev çandeke înkarê ye, înkara mirovan, gelan û kes e.”

Prz. François Devedjian helwesta Konseya Ewropayê û CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê, rexne kir û ev tişt bilêv kir: “Ji ber ku Tirkiyeyê bersivek nedaye, hîna CPT’ê rapora xwe ya dawî ya têkildarî Îmraliyê eşkere nekiriye. CPT herî dawî têkildarî Azerbaycanê biryareke îstîsnaî da û derbarê vî welatî daxuyaniyek da raya giştî. Heman tiştê ji bo Tirkiyeyê jî dikare bike. Ez difikirim ku ev wê bibe biryareke bimaf û di cih de. Dema ku mirov li binpêkirinên mafên mirovên ên li Tirkiyeyê dinêre, ez difikirim ku wê pêkanînên hîn rasteqîntir heq bin. Weke dewleteke ku bi sîstematîk mafên mirovan binpê dike, hûn nikarin jê daxwaz bikin ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe yan jî pê re peywendiyan çêbikin.”

François Devedjian têkildarî pêngava “azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de axivî û wiha got: “Ez difikirim ku kampanyaya ji Ocalan re azadî, wê pir girîng be. Abdullah Ocalan, Nelson Mandelayê kurdan e. Eger her kes aştiyê û di rewşa gelê kurd û têkîliyên xwe yên bi cîranên xwe re de başbûnê dixwaze, Abdullah Ocalan dikare vê yekê pêk bîne. Lê tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nîşan dide ku Tirkiye naxwaze mafên kurdan nas bike û lihevkirineke aştiyane bike. Lewma divê em ji bo azadiya Ocalan, têbikoşin. Divê destpêkê derfet were dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewş helbet ji bo kurdan pêwîstiyek e, lê li gorî min di heman demê de ji bo tirkan û mirovahiyê jî girîng e; ji bo ku her kes fêm bike ka çi xeterî hene jî, girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar