Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Rêber Apo di hevdîtina dawî ya 23’yê Cotmehê de gotibû “Tecrîd didome.” Di 3’yê Kanûnê de heyeteke navneteweyî bi daxwaza hevdîtinê bi Rêber Apore bikinserî li Wezareta Dadê dabû. Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Eduardo Jorge Costa Pînto ku yek ji wan serlêdêran e, li ser girîngiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan axivî.
Pînto diyar kir ku Abdullah Ocalan gelek caran pêşniyaza avakirina rêya aştiyê kiriye û vekirina vê rêyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê baş e. Pînto anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku çareseriyeke siyasî dixwaze û wiha got: “Aşkere ye ku pirsgirêka siyasî bi tundî, êrîş û girtîgeheke neadil tê bersivandin. Rewşa birêz Ocalan jî ev e. Baş tê zanîn di çi şert û mercan de di girtîgehê de ye. Me ev hewldana girîng kir ku em du tiştan bibêjin. Ya yekem; ev rewş ne adil e. Hemû dadgehên bêalî û alîgir ên li ser asta Ewropayê jî dibêjin ku tecrîd neqanûnî ye. Ya herî lezgîn ev e ku were çareserkirin. Ya duyemîn; ji bo pirsgirêka siyasî ya li ber destan, pêdivî bi bersiveke siyasî heye. Serbestberdana birêz Ocalan dê ji bo çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê bibe alîkar.”
Pînto diyar kir ku di dîrokê de gelek rêxistinên bi navê “terorîst” hatine binavkirin tevkariyeke mezin li demokrasiyê kirine û got ku ew rewşa Nelson Mandela dişibîne rewşa Abdullah Ocalan. Pînto anî ziman ku Mandela bi “terorîzmê” hatiye tawanbarkirin û girtin û di dema ku di girtîgehê de bûye pirsgirêkên siyasî yên li welêt nehatine çareserkirin û got: “Piştî ku Mandela hat berdan, tev li rewşa siyasî ya Afrîkaya Başûr bû. Pirsgirêka birêz Ocalan û Tirkiye û gelê kurd jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan wê bibe gaveke krîtîk û girîng ku di nava Tirkiyeyê de ber bi rastiyeke nû ve biçe. Ev jî dê bandorê li Sûriyeyê bike.”
Pînto diyar kir ku rapora herî dawî ya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CPT) ya der barê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên ku bi bdullah Ocalan re di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne ji ber Tirkiyeyê destûr nedaye nehatiye weşandin û got ku ev rewş rewşeke “gumanbar” e. Pînto destnîşan kir ku di raporên berê yên CPT’yê de jî rastiya tecrîdê û neheqî û bêqanûniya wê li holê ue û got ku li ser sedema bêdengiya dewletên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê (YE) tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ev tişt gotin: “Tirkiye endamê NATO’yê ye ku ji bo bibe endamê YE’yê serlêdana xwe dike. Dibe ku ji ber vê hin dewlet an jî piraniya dewletan naxwazin rasterast bi Tirkiyeyê re hevrû bibin. Hin dewlet di wê baweriyê de ne ku rewşa birêz Ocalan ne adil e, lê ji ber ku naxwazin bi Tirkiyeyê re hevrû bibin bêdeng dimînin. Ev jî rewşeke bi pirsgirêk e. Ji ber ku dixwazî bila têkildarî birêz Ocalan be yan jî ne têkildarî wî be, an jî têkildarî Tirkiyeyê be yan jî nebe, li hemberî mafên mirovan û demokrasiyê çiqasî bêdengî bê kirin, wê rejîmên otokratîk tundtir bibin. Divê em li her derê cîhanê rêzê ji demokrasî û mafên mirovan re bigirin. Dema mijar dibe Tirkiye û birêz Ocalan, ev yek pêk nayê.”
Pînto diyar kir ku Erdogan hewl dide sûdê ji Sûriyeya nû wergire û wiha got: “Erdogan hewl dide ji rewşa nediyar a Sûriyeyê sûd wergire; Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê ku civakên cuda bi hev re dijîn bi xwe ye. Herêmek e ku jin ji hemû deverên din ên Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetir xwedî hêz in. Tişta ku li wir qewimî li seranserê cîhanê bû mînak. Ev rewş di heman demê de kesên ku rejîmeke otokratîk an nakokî dixwazin jî ditirsîne. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze bi bandorkirina desthilatdariya nû ya Sûriyeyê dawî li desthilatdarî an jî rewşa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne. Dibe ku ev yek jî bandorê li tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bike û Erdogan jî bi vê yekê dizane. Ew hewl dide bi vê hevsengiyê bilîze.”
Pînto destnîşan kir ku divê girîngiyê bidin geşedanên li Tirkiyeyê û kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha dewam kir: “Li gorî min ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêkên bi vî rengî jî wê bibe mînak û rêber li seranserê cihanê. Ji ber vê yekê dawîlêanîna li tecrîda li ser birêz Ocalan û rûniştina li ser maseya muzakereyê dê xizmeta her kesî bike. Ez bi dil û can bawer dikim ku avakirina welatekî nû ku tu kes lê neyên cudakirin dê ji bo her kesî baş be. Ev meseleya demokrasî û mafên mirovan e.”