Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Azadiya gelan bi kurdên azad pêkan e

Erdnîgariya Kurdistan hem di aliyê xwezayê de hem jî di aliyê azadiya gelan de bi xêr û bereket e. Aliyê ku Kurdistan bi qedr û xîmet dike ev berxwedêriya wê ya xwezayî û pêşketina mirovahiyê ye. Li xwezaya wê binêrin xwezayeke pir dewlemend e. Li gelên wê binêrin bi qasî berxwedêriyê, afirîner û jîr in. Ji ber vê yekê her tim bûye cihê êrîşên herî hovane yên pergala kapîtalist .

Jixwe pergala kapîtalist bi desteserkirina afirîneriya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya jinan a keda sedhezaran, derket holê. Ji ber vê yekê dema êrîşî Kurdistanê dike tu pîvanan nas nake. Heke îro bi rehetî û li ber çavên dinyayê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komploya navdewletî pêk anî û niha vê yekê bi tecrîda girankirî didomîne, her roj li ser serê gerîlayên azadiyê çekên nukleerî yên teknolojîk û herî pêşketî dibarînin jî  ev ne ji hêzbûna wê ye, ev ji ber newêrekî û tirsa wê ye. Tirsa wan ew e ku careke din Kurdistan rabe ser piyan wê demê nikarin pêşiya azadiya gelan bigirin. Bi vê re ew sêhra pergala rizyayî ya kapîtalist “Tu hêz nikare min têk bibe” wê xera bibe. Di rastiyê de ew hêzeke tirsonek, vala û pûç e. Ev yek di berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Ocalan û gerîlayên azadiyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê hatiye piştrastkirin.

Gerîlayên azadiyê îro ne tenê ji bo azadiya kurd û Kurdistanê li ber xwe didin, ji bo azadiya mirovahiyê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê çekên wan ên nukleerî û hemû êrîşên wan vala derdikevin û vala tên derxistin. Divê baş were zanîn ku her cure çekên herî pêşketî û cara ewilî li hemberî gerîlayên azadiyê bi kar tînin. Çiyayên Kurdistanê bi qasî şahidiya berxwedana bêhempa dike, şahidiya hovîtiya vê pergalê jî dike. Ew çi dikin û nakin dîsa jî bi ser nakevin. Çima bi ser nakevin? Ji ber ku ev şer şerê di navbera pergala rizyayî ya kapîtalist û gerîlayên azadiyê de ye. Gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe hemû planên wan vala derdixin.

Her çiqasî ew bi feraseta têkbirina gerîla êrîş dikin jî ya rastî ew bi xwe ber bi têkçûnê ve diçin. Ji bo pêşiya vê têkçûna xwe bigirin, xwefiroşên Kurdistanê xistine dewrê. Malbata Barzanî û partiya wan PDK pêşengiya vê yekê dikin. Bêguman ji malbata Barzanî û PDK mirovên hêja û rêzdar hene. Ji ber vê gotina me tenê ji bo kesên xwefiroş re ye. Divê ew jî baş zanibin ku di vê pêvajoyê de barê dikeve ser milê wan ew e ku hem malbata xwe û hem jî destkeftiyên xwe ji destê van xwe firoşan derxînin û têxin xizmeta gel. Wê demê wê bi ser bilindî di nava gel de bigerin. Di van demên dawî de cihên ku çeteyên AKP-MHP’ê nikarin biçin çeteyên xwefiroşan diçin wir û rê ji wan re vedikin. Wekî kerê dajon ser mayinê tên şixulandin. Yên ku bi qasî serê derziyê mirovahî pê re mabe vî tiştî qebûl nake, lê wer xuyaye tu tiştekî aîdî mirovahiyê bi wan re nemaye.

Li hemberî van nemirovan, rastiyeke mirovahiyê heye ew jî PKK ye. Heke hin kesên ku hîn jî xwe di rastiya PKK’ê de îkna nekiribin hebe divê li dîroka PKK’ê binêre. Di vê dîroka ji agir de cih hat di quncikên herî tarî yên Zindana Amedê de Roja Newrozê bi darikên kibrîtê yên di destên Mazlum Dogan bû ronahiya mirovahiyê. Cih hat bi Agirê Çaran ji xiyanet û faşîzmê re bûn metal. Cih hat di 14’ê Tîrmehê de ji bo mirovahiyê roj bi roj di Zindana Amedê de bedena xwe ji mirinê re razandin û mirinê di quncikên tarî de bikujin. Cih hat bû fîşeke devê çeka Agîd, di mejî û dilê dagirkaran de teqiya. Cih hat li hemberî xiyaneta kurdên xwefiroş re bû Bêrîtan û xiyaneta xwefiroşan di zinarên Kurdistanê de têwer kir. Cih hat bû bombeyên Zîlan û di nava dagikeran de teqiya. Cih hat bi berdelên giranbuha bû Şoreşa Rojava û ev şoreş bûye hêlîna hemû gelên azadîxwaz.

Niha jî li Îmraliyê bûye berxwedana Rêberê Gelan Ocalan, li çiyayên Kurdistanê bûye berxwedana gerîlayan. Ev berxwedana  azadiyê li derê Kurdistanê belav bûye û pêl bi pêl li dinyayê belav dibe. Ev pêl bi berxwedana gerîla geş dibe û her kêlî em gaveke din nêzî azadiyê dibin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar