Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Azadiya gelan bi Ocalan dibe’

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo û gotin: "Ne ji Rêber Ocalan be, projeya neteweya demokratîk pêk nayê. Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e, azadiya wî azadî tevahî gelan e."

Ji 25’ê Adara 2021’an de agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, nayên girtin. Dewleta tirk a dagirker bi dirêjkirina qedexeya hevdîtinê û cezayên dîsîplînê rê nade malbatê û parêzeran ku pê re hevdîtinê bikin

Dewleta tirk a qirker bi hincetên mîna “pêkanîna werzîşa meşê” cezayên dîsplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibire û bi vî rengî wî ji “Mafê Hêviyê” bêpar dihêle.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li kurdan li seranserî cihanê kir serî hildin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/11/193944_-.jpg

Welatiya bi navê Fatima Reşîd a ji herêma daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha: “Em dixwazin rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bizanin.”

Fatme komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û anî ziman ku wekî gelê kurd ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

′Divê em dengê xwe bigihînin cihanê′

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/11/193859_-.jpg

Welatiyê bi navê Ehmed Salih Mistefa jî diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cihanê bûye, lewma dewleta tirk a dagirker heta di girtîgehê de jî ji wî ditirse.

Mistefa bang li rêxistinên mafên mirovan kir ji bo aşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan zextê bikin û wiha dom kir: “Divê gelê Kurd heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê me li qadan bin û dengê xwe bigihînin cihanê.”

′Azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelan e′

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/11/193926_-.jpg

Reşa Mistefa jî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şermezar kirin û got: “Ev zêdetirî 2 sal in me tu agahî ji rêberê xwe wernegirtine. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û tê bikoşin.”

Reşa bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em bang li welatiyên dikin ku heta azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk tê, li kêlek hev bin. Ne ji Rêber Ocalan be, projeya neteweya demokratîk pêk nayê. Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e, azadiya wî azadî tevahî gelan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar