Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...
Çarşamba - 4 Aralık 2024

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

‘Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Jinên Êzidî ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga bilindkirina têkoşînê kirin û gotin: “Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Weke jin û civaka Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê tekoşînekî mezin bikin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergal qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li sernaserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Li cihê çalakî bi awayeke xurt tê meşandin yek jê Şengal e. Bi taybtî jî jinên Êzidî yên yên Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bûne û tim di nava çalakiyan de ne. Jinên Êzidî yên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û pergala êşkence ya li Îmraliyê hêrsa xwe anîn ziman, gotin ku bi felsefeya wê ya Jin Jiyan Azadî ew hebûna xwe nasîne û ew ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bilind bikin.

Endama Meclisa Borik Tewrê Xelef wiha got: “Piştî salan hevdîtina ku bi Rêber Apo re çêbû dilê me xweş kir û em kêfxweş bûn. Em her dem dibêjin ji bo Rêber Apo çi pêwîst bike em ê bikin. Silavên Rêber Apo yên ji bo me hatin, cihê hêzê bû ji bo me. Roja ku silav hatin di wê rojê de me şehîd dabûn, em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd hêza rabûna me ne. Em deyndarên Rêber Apo ne û em ê tu carî jibîr nekin ku şervanên Rêber Apo hatin civaka me xilas kirin. Raste beriya fermanê qaşo di bin navê parastina me de li Şengalê bûn, lê dema ku DAIŞ hat pêşmerge reviyan. Hikûmeta Iraq jî wisa kir. Dayik û xwişkên me ketin destê çetan de hemû ji ber wan bû.”

Tewrê Xelef diyar kir ku jina Êzidî erka parastin û birêxistinkirina civakê girtiye ser milê xwe û wiha got: “Silavên me ji bo gerîlayan hene û em hezkirina xwe ji wan re rêdikin, em keda wan tu carî jibîr nakin û em ê bi her rengî xwedî li wan derkevin. Zarokên me îro parastina Şengalê dikin bi saya perwerda gerîlayan bû. Jinên Êzidî nedikarîn ji mal derkevin, lê îroj erka parastin û birêvebirina civakê em erka xwe dibînin û dikin. Ji ber ku ya êşiya di fermanê de jin bû. Heya niha hinek dayik hene ku çend zarokên wê di destê çeteyan de ne. Tu kes hêz neda me, lê fikirê Rêber Apo hêz da me û em rakirin. Em ê tu carî vê rastiyê jibîr nekin.”

Tewrê Xelef da zanîn ku îro civak û bi taybetî jinên Êzidî xwedî hêz û fikrekî azad in û bi wî rihî tekoşîn dikin û wiha got: “Fikrê Rêber Apo belav bûye û her kes nas dike. Xweziya beriya 2014’an me fikrê Rêber Apo nas kiriba. Ger wiha ba meyê fermanek jiyan nekiriba. Wê riya me ya berxwedanê û serkeftinê ba. Hêviya me ew e ku Rêber Apoê me fîzîkî azad bibe û em wî bibînin. Rêber Apo ji bo hemû jinan fikrek pêşkêş kir û ew xilas kirin. Lê ji bo me jinên Êzidî ne tenê fikir pêşkêş kir, keda ku Rêber Apo daye wê neviyên neviyê me behsa wê bikin. Ji bo wê jî em ê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ser piya bin. Îro jinên Êzidî riya berxwedanê dizanin û bi vî fikrî em ê berxwedaniyê bikin. Hêviya min ji her kesî heye ku riya yekîtiyê em hilbijêrin û ji bo azadiya Rêber Apo em bibin yek deng.”

Endama Meclisa Borik Wehîde Hecî jî tecrîda giran û cezayên ku li ser Rêber Apo hatine sepandin şermezar kir û bi vê pêyamê banga tekoşînê kir: “Em bi silavên Rêber Apo pir kêfxweş bûn û bihêztir bûn. Rêber Apo xwediyê fikrekî azad e û li hemû cîhanê belav bûye. Ji bo wê jî tecrîd îro li ser heye. Em vê tecrîdê qebûl nakin û bang dikin ku ev tecrîd û biryarên wan bêne sekinandin. Ji bo ku em vê cezayê rakin û Rêber Apo ji nava çar dîwaran derxînin em ê hemû tiştî bikin. Rêber Apo di nav çar dîwaran de ye û hevdîtin nayê kirin ev ne tiştekî exlaqî ye. Îro jin bi fikrê Rêber Apo tekoşîna azadiyê dikin. Em azadiya xwe bi ya Rêber Apo dibînin. Azadiya Rêber Apo wê azadiya ciwan, jin û hemû kesîmên civakê bi xwe re bîne. Weke jin û civaka Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê tekoşînekî mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar